Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV- DEM di derbarî rewşa siyasî de civînek lidar xist

14/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
TEV- DEM di derbarî rewşa siyasî de civînek lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

TEV-DEM a bajarê Dêrikê di derbarê rewşa siyasî ya ku di vê dema dawî de li Rojavayê Kurdistanê rû dayî  ji Sendîkaya Endeziyaran, rewşenbîr û parêzeran re civînek li darxist.

TEV-DEM a bajarê Dêrikê di derbarê rewşa siyasî yak ku di vê dema dawî de li Rojavayê Kurdistanê rû dayî civînek ji Sendîkaya Endeziyaran, rewşenbîr û parêzeran re civînek li navenda Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê li darxist.

Di destpêka civînê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê pakrewanan rawestiyan, paşê Hediya Yûsiv nirxandinên li ser rewşa siyasî kir û wiha got: “îro li seranserî Rojavayê Kurdistanê nîqaş û pêvaşoyên nû rû didin, lewma hûn wek rewşenbîr, endeziya û parêzerên civakê gelek girînge ku hûn vê rewşê nas bikin û pilanên ku birêve diçin çiye. Hat dîtin ku çawa dewletên hegemonîk komployeke qirêj li ser gelê kurd pêk anîn û xwestin pirojeya me ya ku bi salan me dida rûniştandin ji holê rakin. Bi riya êrişan xwestin di navbera netewan de pirsgirêk û tevlîheviyan derxin da ku ji cîhanê re isbat bikin ku ev piroje naçe serî. Lê bi seknek xurt û destekdayîneke bihêz hemû gelê kurd li seranserî cîhanê bertek nîşan de û daketin qadan û li dijî êriş û qirkirinên ku pêk tên helwest nîşan de. Di heman demê de me jî bi riya rûniştinan xwestin vê yekê bisekinînin ji ber ku Rêber Apo gotibû pêwîste hûn bi hikumeta demkî re lihevhatinan çêbikin da ku tişta hatî serê Xeza newê serê gelê kurd.”

Hediya Yûsiv axaftinên xwe wiha domand: “Me gelek danûstandên xwe çêkirin lê mixabin dewleta Tirk her dixwest di navbera me û hikumeta demkî de tevlîheviyan derxe û hertiştî li gor berjewendiyên xwe çêbike. Lê bi destekdayîna gelek kesên binirx me karî agirbestê ragihînin û destûrekî binvîsin. Lê heya roja îro jî gelek xetên zirav hene nîqaş ji bo wê tên kirin û em dixwazin destkeftiyên ku Şoreşa Rojava bi keda hezaran şehîdan bidest xistî, nehêlin winda bibin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje heger niha gelê kurd tiştekî bidest nexin wê sed sal din jî di heman rewşê re bijîn. Niha jî erkê ku dikeve ser milê me ew ku em îrade û bingehê xwe xurtir bikin û derfetê nedin dijmin ku tevlîheviyan derxe û divê em yekîtiya kurdî bihêzitr bikin ji bilî kurdan tu kes pişta me nagire.”

Di dawiya civînê de jî derfetê nîqaş û pirsan ji haziran re hat vekirin ku têde gelek pirs û nakokî di serê gel de hebû û ji hêla komîtê ve hat şîrove kirin û zelal kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.