Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê bi xeta hevalên xweyî şehîd parastin û berxwedana xwe bidomînin’

14/02/2026
in ROJEV
A A
‘Em ê bi xeta hevalên xweyî şehîd parastin û berxwedana xwe bidomînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

 Şervanên ku di xetên pêş ên parastinê de cihê xwe digirin diyar kirin ku ew li hemberî her êrişeke ku ewlehiya bajar û herêma wan dixe metirsiyê de amade ne. Herwiha şervanan anîn ziman ku piştgiriya gel ji bo wan hêz û moral e û gotin, “Em ê bi xeta hevalên xweyî şehîd parastin û berxwedana xwe bidomînin,”

Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina sala nû re êrişên hovan li ser herêmê ji aliyê hikumeta Colanî bi piştgiriya rasterast a dewleta Tirk û bi bêdengiya hêzên cîhanî an jî em bêjin erêkirina wan ve, hat destpêkirin. Li hemberî van êrişan hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG’ê, YPJ’ê, Komandos, HAT, YAT, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû hêzên din, bûn mertal. Van hêzan bi hêrseke mezin li hemberî dijmin sekinîn û biryara berxwedanê dan, herwiha tevî ku xiyanet jî li hemberî wan pêk hat, lê wan biryara vekişandin û têkçûnê qet neanîn bîr û bala xwe. Hêzên parastina xak û gelê Rojavayê Kurdistanê ne cara yekemîne, li hemberî gef û êrişên li ser herêmê bi roleke dîrokî radibin û destanên lehengiyê dinvîsin, lê ew her her dem bi asteke bilind amadene û tecrûbeyên wan ên serkeftinê jî bi derbaskirina dîrokê re heye. Niha jî ew bo her êrişeke li ser bajarên wan di nava amadebaşiyê de ne.

 Derbarê parastin Rojavayê Kurdistanê û berxwedana şervanan li xetên pêş ên şer de, şervanên di xeta Tilhemîsê de ji Rojnameya me re axivîn.

‘Kurd her tim hene’

Yek ji şevanên xeta Tilhemîsê diyar kir ku ew parastina gelê xwe dikin û wiha got: “Em li vir parastina xwe û gelê xwe dikin. Ev tiştê ku rû dan ji êrişên hovane, bila kes nefikire ku li vir Kurd tune bibin, Kurd her tim hene. Herwiha bila her kes vê bizanibe û nebêjin paşkişandina ji hin derveran tunebûna wan çêbû, lê tu carî tunebûna Kurdan nayê kirin. Ev propogandaya ku li ser ragihandinên dijber derdikevin û dîmenên ku belav dibin, dijmin bi rêya wan dixwaze bide diyarkirin ku Kurd tune bûn, lê em ciwanên Kurd em ê tim li vir hebin û parastin jî bikin. Pêwîst e gelê me jî her tim destê xwe bi destê hev din, em ê jî heya dawiyê li ber xwe bidin.”

‘Em nahêlin dijimin derbasî bajarê me bibin’

Şervanê Komandos Demhat tekez kir ku ew nahêlin tu carî dijmin bandora xwe li ser wan bike û domand “Em hêza YPG, Komandos û hemû hêzên me yên din jî di nava hemû şert û mercên zehmet û nezhemt de, em ê parastina gelê xwe tevahî bikin. Herwiha her çiqasî dijmin bixwaze morlê me bişkîne yan jî me têk bibe, lê tekez em ê hemû hewldanên dijmin vala derxînin û ew ê nikaribe tu bandorê jî li ser me bike. Em nahêlin dijimin derbasî bajarê me bibin, li ser vê bingehê pêwîst e baweriya gelê me bi me hebe. Banga ji bo hemû gelê me yê Kurd re jî heye ku xwedî li şoreşa xwe derkevin. Me bi ciwantî dest pê kir, em bi ciwantî jî biserkevin.”

‘Heta em hebin, em nahêlin tu êrişek were ser gelê me’

Şervanê YPG’ê Xebat Bilind jî anî ziman ku dema wan çek rakir, wan soz da şehîdan û gelê xwe ku tu carî xeta parastinê bernadin û wiha bilêv kir: “Her çiqasî piştgiriya gelê me ji bo me erkekî welatparêziyê be, lê tevî wê jî em tu carî piştgiriya gelê xwe ji bîr nakin, ji ber piştgiriya gelê me ji bo me morala herî mezin bû. Gelê me li Rojava û derveyî Rojava jî tiştê ku îro kir ji bo me peyam û sozek bû ku wan digotin em li pişta we ne. Li ser vê bingehê em ê li gorî hêvî û baweriya wan bin ku em heya dawiyê berxwedaniya xwe bidomînin. Dîsa jî em ji gelê xwe re û hevalê xwe yê ku beriya demekê şehîd bû şehîd Dilsoz, soza xwe dûbare dikin ku em tu carî rêya wan bernadin û em ê hêviyên wan bicih bînin. Wekî ku niha jî em li virin em ê li vir bimînin. Heta em hebin jî em nahêlin tu êrişek were ser gelê me.”

‘Parastina me bo destkeftî û gelê me ye’

Şervan Êvar Amûdê jî eşkere kir ku şervanên jin û mêr bi hev re di çeperên şer de ne û wiha got: “Em di her çeperekî şer û parastinê de hevalên jin û mêr bi hev re ne. Herwiha parastina me tenê ji bo bajar, ewlehî û destkeftiyên me ne. Me bi salan li ber xwe daye û heya roja îro jî bi wî ruhî li ber xwe didin. Her çiqasî dijmin bi piştgirî û hêzêke mezin jî êrişî me bike êm ê heya kêliya dawî ji jiyana xwe li hemberî wan rawestin, ji ber doza me ya rastiyê ye û doza me wê bi ser bike. Parastina me jî rewa ye ji ber em gelê xwe diparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.