Navenda Nûçeyan
Tirkiyê du deriyên sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê ku dikeve herêma Efrînê bi tevahî hatin û çûyinê li Rojava girtin,
Di demek geşedanên girîng li Sûriyê çê dibin de Tirkiyê biryarek balkêş da. Hate zanîn ku Wezareta Bazirganiyê ya Tirk, Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê ku dikeve herêma Efrînê bi tevahî ji hatinûçûyînê re girt. Di nivîsa ku ji saziyên dewletê re bi sernava, ‘lezgîn’ hatiye şandin de wiha tê gotin: “Li gorî nivîsa bi dîroka 11.02.2026’an ku ji Şêwirmendiya Aborî ya Sefareta Şamê hatiye girtin û nivîsên ji Saziya Giştî ya Kûrik û Deriyên Sînor a Komara Sûriyê hatine girtin ji ber lêçîyînên aborî û hebûna deriyên alternatîf biryara girtina Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê bên girtin. Dê di dawiya sibatê de hatinû çûyîna deriyan bê rawestandin û derî bi temamî bên girtin.”
Derî ji bo alîkariya çeteyan hatin bikaranîn
Deriyên hatine girtin demek dirêj bi awayek defakto ji hêla Tirkiyeyê ve bi armanca piştgiriya çeteyên DAIŞ û SMOyê hatin bikaranîn. Ji ber ku li aliyek derî Tirkiye û li aliyê din jî çeteyên girêdayî hebûn demek dirêj ev derî ji bo gelek karên neqanînî hatin bikaranîn. Ji makîneyên pîşesaziyê yên Sûriyê bigire heta sotemeniyê, veguhastina çeteyên tundiraw, çek û cebilxane ev derî hatin bikaranîn.






