Navenda Nûçeyan
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyê Yekbûyî piştgirî da peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û banga parastina sivîlan kir.
Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê piştgirî da peymana agirbestê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de.
Di daxuyaniyê de bang li her du aliyan hat kirin ku ji bo bidawîkirina êşên sivîlan, parastina niştcihan û dabînkirina alîkariyên mirovî bêyî astengî li gorî peymanê tev bigerin. Her wiha banga piştgiriya hewldanên têkoşîna li dijî DAŞ’ê kir.
Konseyê diyar kir ku hikumeta demkî berpirsê parastina tevahî welatiyan e ku Kurd jî di nav de ne.
Konseyê pêşwazî li biryara 13’an a derbarê parastina mafên Kurdan de kir ku ji aliyê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri ve hatiye dayîn. Hat xwestin ku di mijara entegrekirina nûnerên Kurd di hikumetê de û vegera koçberên Kurd li herêmên xwe de gavên zêdetir werin avêtin.
Konseyê bang li tevahiya aliyan kir ku rê nedin valahiyek ewlehiyê di hundir û derdora navendên ragirtina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbibe û fikarên xwe li ser agahiyên reva hin çeteyan ji wan navendan anî ziman.
Konseyê bang li endaman kir ku der barê DAIŞ’iyên girtî de bi hikumetên Iraq û Sûriyeyê bibin tevkar. Ji bo danîna bernameyeke ewle bo navendên ragirtinê û kampên ku malbatên DAIŞ’î lê hene bixebitin.






