Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyan, xebat û koça Mihemed Emîn Bozarsalan ya dawî?

12/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Jiyan, xebat û koça Mihemed Emîn Bozarsalan ya dawî?
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan piştî keda dirêj derbarê wêje û zimanê Kurdî di 90 saliya xwe de li Swêdê de ji vê jiyanê bar kir.

Kurtejiyan, xebat û têkoşîna wî ya wêjeyî

Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û li medreseyê perwerde bû. Bozarslan bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê û zimanê Tirkî bû, ji derve ket ezmûnan û di sala 1956’an de bû muftî. Lêbelê ji ber berhemên xwe yên rexneyî, du caran ji wezîfeya muftitiyê hat dûrxistin. Bozarslan di sala 1968’an de bi berhema xwe ya bi navê “Alfabê” weşand. Lêbelê ev berhem roja ku hat weşandin hat komkirin û Bozarslan bi îdaiya “cudakariyê” hat girtin. Bozarslan ê ku piştî muxtira leşkerî ya 12’yê Adara 1971’ê dîsa hat girtin, heta sala 1974’an di girtîgehê de hate ragirtin. Di sala 1979’an de jî li Swêdê bi cih bû. Mehmet Emîn Bozarslan di salên sirgûnê de Weşanxaneya Deng damezirand, bi rêya weşanxaneyê tîpguheziya berhemên klasik ên wêjeya Kurdî bo tîpên Latînî kir û weşand.

Koça dawî

Nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, li bajarê Uppsalayê yê Swêdê ku 45 sal in sirgûn bûbû di 10’ê Sibata 2026’an, koça dawî kir. Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û gelek wergerên xwe, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedekî mezin da û li pey xwe zêdetirî 50 berhem hişt. Agahiya wefata Mehmet Emîn Bozarslan, li ser navê malbatê ji aliyê Aycan Şermîn Bozarslanê ve hat ragihandin. Aycan Şermînê da zanîn ku li gorî wesiyeta bavê wê, merasîma binaxkirinê dê tenê bi amadebûna endamên malbatê were lidarxistin.

Berhemên wî

Mehmed Emîn Bozarslan li ser edebiyat û zimanê Kurdî bi dehan pirtûk nivîsandine. Alfabê (1968): Alfabeya yekem a Kurdî ye ku li Tirkiyeyê bi tîpên Latînî hatiye çapkirin. Ferhenga Kurdî –Tirkî (1978): Di vê babetê de yek ji çavkaniyên herî berfireh e. Lêkolînên Siyasî û Sosyolojîk. Doğu’nun Sorunları (Pirsgirêkên Rojhilat – 1966) İslamiyet Açısından Şeyhlik–Ağalık (Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxtî û Axatî – 1964). Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu (Pirsgirêka Xîlafet û Ummetperestiyê – 1967). Werger û Edîtoriya Berhemên Klasîk (Veguhastina Tîpên Latînî) Mem û Zîn: Wergera berhema klasîk a Ehmedê Xanî bo Tirkî. (1968). Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan. Kovara Jîn û Rojnameya Kurdistanê ku weşanên Kurdî yên ewil in, ji alfabeya Erebî bo ya Latînî veguhastiye û wekî pênc berg çap kiriye. Dîroka Kurdên Merwanî ya Îbnuk Ezreq, wergera ji Erebî. Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Methelok). Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk. Melayê Meşhûr: Berhevkirina methelokên Kurdî. Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Hîcwa siyasî û mesel.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.