Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hakan Fîdan perdeya li ser pilana li dijî Iraq û Herêmê rakir!

11/02/2026
in ROJEV
A A
Hakan Fîdan perdeya li ser pilana li dijî Iraq û Herêmê rakir!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan perde li ser pilaneke tirsnak ya li dijî herêmê rakir û got: “Piştî Sûriye dora Iraqê tê.” Dewleta Tirk berê bi hinceta PKK’ê, lê niha derket holê ku çavê wan li Herêma Kurdistanê ye. Ya balkêş wê nêzîkatiya berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo vê çi be.

Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di bernameya televizyoneke Tirkî ya CNN Turk de got: “Divê Hikûmeta Iraqê sûdê ji ezmûnên Sûriye werbigirie. Desthilata xwe li ser temamê xaka xwe ferz bike. Iraqê biparêze. Piştî Sûriye niha dora Iraqê ye û diçîn wir jî.”

Gotinên Hakan Fîdan gefên eşkere ye ya li ser desthilata Herêma Kurdistanê ku li gorî destûra Iraqê ya madeya 117’an weke Herêmeke Federal, siyasî û Îdarî hatiye qebûlkirin. Ev girêdanbûneke ya bi navxwe û ji aliyê navneteweyî ve hatiye avakirin. Divê rêz li Herêmê bê girtin û ji her êrişeke navxwe û derve bê parastin. Gefên Hakan Fîdan perde li ser pilana wan radike ku berî salekê Rêber Apo ev yek nîşan dabû.

Ev tenê gotinek nîne, belkû ew pilana navneteweyî ye ku li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye ku 5’ê Çileyê li Parîsê nexşeya wê hatiye danîne. Sala borî Rêber Apo hişyarî dabû. Peyamek ji bo Rêveberiya Xweser şandibû ku pilaneke pir mezin li ser Rojava û Rojhilata Navîn tê amadekirin; eger pêşî li vê neyê girtin wê êriş bikin ser Şengal, Başûrê Kurdistan û Qendîlê jî.

Li aliyê din Rêber Apo di hevdîtinên li gel Şandeya Îmraliyê jî eşkere ev gotibû: “Ev pilaneke pir mezine û heta ji Komploya 15’ê Sibatê xeternaktir heye.”

Her wiha Tevgera Azadî bi dehê salane ku dibêje, armanca dewleta Tirk tinekirina gelê Kurd û destkeftiyên wê ne. Tenê PKK weke hincet nîşan dide. Careke din bi gotinên Hakan Fîdan armanca dewleta Tirk zelaltir derdikeve holê ya li ser Herêma Kurdistanê. Niha Herêma Kurdistanê ketiye ber pilaneke xeternak ya navneteweyî.

Li aliyê din Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ de bang li PKK’ê kiribû ku ‘xwe fesih’ bike. Li ser vê bangê PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya 12’an ya xwe lidar xist û ragihand ku hemû kar û çalakiyên xwe yên bi navê ‘PKK’ê’ dawî anîne û dane sekinandin.

Piştî vê biryara PKK’ê çavê her kesê li wê bû ku artêşa Tirkiye ya li ser xaka Iraqê vekişin ku her tim PKK’ê dikir hincet û serweriya xaka Iraqê bê parastin. Lê careke din bi eşkere derket holê ku êrişî destkeftiyên gelê Kurd yên li Başûrê Kurdistanê dike. Armanc tinekirina desthilata Herêma Kurdistanê ye û tinekirina hemû Kurdane.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan berê çend caran li xwe mikur hat ku pêkhatina Herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê şaştiyek bû. Careke din rê nadin li ciheke din herêmeke Kurdî bê avakirin. Ji xwe ti carî ji bo Herêma Kurdistanê ne gotine, tim dibêin; ‘Bakurê Iraqê’.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Hakan Fîdan qala serweriya xaka Iraqê dike, bi sedan navend û baregehên artêşa welatê wî û navnendên îstixbaratê li nava xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê hene û bi sedan kêlometre sînorê xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye. Ji xwe rojane esmanê Iraqê û bi êrişên hewayî sînorê Iraqê derbas dike.

Pisporên yasa û destûrê diyar dikin ku Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin bi rêya Meclisa Asayîşê yan her dadgeheke navneteweyî gilî li dewleta Tirk li dijî gef û êrişên Hakan Fîdan ya li ser Herêma Kuridstanê û destwerdana li karûbarên Iraqê tomar bike.

Ya herî girîng jî ewe niha pirsa bê kirin, li dijî van daxuyanî û gefên êrişa Wezîrê Dewleta Tirk wê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê çi be? Gavên li hemberî vê bên avêtin wê çi be? RojNews.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.