Solîn Mihemed/ Qamişlo
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li ser bingeha piştgirî, bihêzkirin û alîkariya jinan ji bo bidestxistina mafê xwe, bi rêya amadekirina lêkolîn, rahênanên hişyarkirinê û belgekirina binpêkirinên ku li dijî jinan tên kirin, kar dike.
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyeyê di sala 2020’an de hat damezrandin. Navend ji komek parêzvan û çalakvanên mafên jinan pêk tê. Navenda wê ya sereke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo ye. Armanca wê ew e ku piştgiriyê bide jinan ji hêla qanûnî ve û binpêkirinên berdewam ên li dijî wan belge bike.
Armanc parstina jinan e
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan gelek xebatan dide meşandin, ew bi riya komxebat û semînerên diyalogê, herwiha bi riya kampanyayên hişyariyê yên ku mijarên têkildarî zagonên Rêveberiya Xweser weke Zagona Malbatê, zagona Zarokan û hwd dihewîne, hewil dide jinan biparêze. Herwiha ew bi berdewamî van zagonan pêşkêşî jinan dikin. Mekanîzmaya karê navendê li ser amadekirina dosyayên belgekirinê ji bo jin, zarok û mêran e. Dosya dozên tundî, kuştin, tecawiz û revandinê li herêmên dagirkirî vedihewîne û hewl dide kiryarên li wir belge bike.
Kar û xebatên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan
Navend komek ji hiqûqnas û çalakvanên jin ên berevaniya mafên jinan pêk tê, herwiha gelek navendê wê li hundir û derveyî Sûriyê hene lê navenda wê ya sereke li bajarê Qamişlo ye. Di heman demê de ev navend ji “desteya damezrîner, desteya îdarî, desteya giştî û li gorî hewcedariyên ofîsan” pêk tê. Ev navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan hem girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê ye. Ev navend gelek caran kurs û atolyeyan li dar dixe, ji bilî wê semînerên taybet ji bo jinan dide, herwiha di her dewrekê de, li ser fêrbûna mekanîzmaya karê rolên jinan, zehmetî û zehmetiyên di pêvajoya belgekirinê de, perwerdekirina qanûnî di navbera Qanûna Jinan di Rêveberiya Xweser de û yasayên rewşa kesayetî li welatên cîran ji ber aloziya Sûriyê, ewlehiya derûnî û taybetmendiyên kesayetiya bihêz di nav jinan de didin.
Di derbarê navendê de rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan Şêrîn Colî ji Rojnameya me re axivî.

‘Mebesta me ew e ku em di her alî de piştgiriyê bidin jinê’
Şêrîn diyar kir ku mebesta me ew e ku em di her alî de piştgiriyê bidin jinê û wiha got: “Ji xwe azadiya jinê tê wateya rakirina astengiyên civakîbûnê û rûbirûbûna qalibên ku tê de, herwiha wekheviya bi derfet, kar, perwerde û mafên medenî de. Em ji bo ku jin bihêz bibin, xwebaweriya xwe pêk bînin û jêhatî û şiyanên xwe pêş bixin da ku biryarên xwe bidin, em dixebitin. Di heman demê de gelek hewildanên me hene yek ji wan perwerdeya berdewam ya jinê û piştgiriya wan ji aliyê aborî ve, herwiha piştgiriya wan dikin ji bo pirojeyên wan yên biçûk. Navend di warê belgekirina binpêkirinan de pispor e û berdewame. Ji bo dema me ya pêş beşdarbûna me bi rêxistinên navneteweyî re heye û herwiha projeyek din jî ji bo dayîna atolyeyan li hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser biryar û peymanên li ser jinê hene.”






