Navenda Nûçeyan
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku kurd tenê hatine hiştin û wiha hişyarî da: “Têkçûna kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê. Man û nemana kurdan ezmûna biryardariya me ye.”
Endama Tevgera Flaman a Nû (N-VA) ya Belçîkayê Assita Kanko destnîşan kir ku rasterast li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurd dibin hedef û divê Ewropa helwesteke zelal û biryardar nîşan bide û got: “Îro Kurdên li Sûriyê bi tenê ne, ji aliyê me ve hatine terkirin. Bi salan kurd di refên herî pêş de li dijê DAIŞ’ê şerkirin e. Bi hezaran can dan ji bo azadiya me, parastina ewlehiya me ya hevpar li Ewropa û dervî wê, ne tenê ji bo civaka xwe.
Destkeftiyên Kurdan di bin xeteriyê de ne
Assita Kanko bal kişand ku kurd li dijî cîhadîstên ku jinan dikin kole, êzîdiyên ku bi zindî dişewitandin û bi serjêkirinê hêzê digrin, hevalbendên me bûn wiha got: “Ew hevalbendên me bûn li dijî terorîstên ku jinan dikin kole, êzidiyan zindî dişewitînin û ji bo li hin herêmên Sûriyê hêzê bi dest bixin seran jê dikin. Gelo em ewqas sist bûne ku em çavên xwe ji tunekirina hevalbendên xwe re bigirin? Wan ji bo me şer kir; di nav wan de jinên ku dîsa ji bo me di refên herî pêş de bûn jî hebûn.”
Assita Kanko diyar kir ku destkeftiyên kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xeteriyeke mezin de ne û got ku pêşveçûna hikûmeta veguhêz, destdanîna ser axê û nêzîkatiyên ku belavkirina xweseriya kurdan dikin hedef û aramiya heyî dixe xeteriyê. Herwiha anî ziman ku dîmenên hefteyên dawî derketine holê û gihiştine cîhanê bandoreke mezin çêkirine û axivî: “Bombebarankirina bêserûber a taxên kurdan, kolekirina jinan, înfazkirina dîlên şer û vekirina girtîgehên ku cîhadîst tê de ne, divê mijarên sereke bin ku em bala li ser rawestin.”
‘Tevî agirbestan jî li derdora Kobanê binpêkirin berdewam dikin’
Assita Kanko destnîşan kir ku ev geşedan ji bo Ewropayê jî gefeke rasterast e û got: “Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin. Beriya du hefteyan li ber dergeha Reqayê ala DAIŞ’ê hildan, hişyariyeke tirsnok bû ku divê em rabin ser piyan û bikevin nav tevgerê. Tevî agirbestan jî li derdora Kobanê binpêkirin berdewam dikin, modêla rêveberiya berfireh a li ser bingeha mafên jinan û parastina kêmneteweyan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.”
Assita Kanko bi rengekî vekirî hişyarî kir û bang li Ewropayê kir û wiha got: “Em nikarin kesên ku li dijî dijminên me yên hevpar şer dikin bi tenê bihêlin. Divê Ewropa bi biryardarî tevbigere. Bêdengî û bêçalakî li hemberî vê metirsiyê îxaneta li nirxên azadî, rûmeta mirovî û piştgiriyê ye û me hemûyan dixe metirsiyê. Beriya ku dereng bibe dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê bêyî dudilî ligel kurdan bisekine. Man û nemana wan ezmûna biryardariya me ye. Têkçûna wan tê wateya mayîna DAIŞ’ê. Em vê naxwazin.”






