Navenda Nûçeyan
Roja Înê, Tehrenê li ser gihaştina lihevkirinekê ji bo berdewamkirina danûstendinan bi Washingtonê raghand, piştî bidawîbûna gera yekemîn ku li Omanê hat li dar xistin, bi atmosfereke erênî ji hêla Wezîrê Derve yê Îranê hat wesifandin.
Di çarçoveya gefên serokê Emerîkayê Donld Trump bi pêkanîn operasyonke leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê, Tehrenê li ser gihaştina lihevkirinekê ji bo berdewamkirina danûstendinan bi Washingtonê re roja Înê raghand. Gera yekemîn a dansûtendinên di navbera Îranê û Emerîkayê de li Mesqetê paytexta Omanê hat li dar xistin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqcî bi erênî ev ger nirxand û wiha anî ziman: “Me nêrîn parve kirin û me li ser domandina muzakereyan li hev kir.”
Di dema ku her du alî amadebûna xwe nîşan didin ji bo derfetekê din bidin dîplomasiya ku nakokiya Nûkleerî ya demdirêj di navbera Tehran û Rojavayî de çêbûye, bên çareserkirin, Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio got ku Washington dixwaze di danûstandinan de mijarên bernameya nûkleerî, bernameya mûşekên balîstîk, piştgiriya Îranê ji bo komên çekdar ên li herêm jî hebe.
Dosyaya Nûklerî tenê di nîqaşê de ye
Berpirsyarên Îranî bi berdewamî ragihandine ku ew ê li ser bernameya mûşekî ya Îranê, ku yek ji mezintirîn bernameyan li herêmê ye, nîqaş nekin. Berê jî gotibûn ku Tehran dixwaze mafê wê yê dewlemendkirina Uranyûmê were naskirin. Ji bo Washingtonê, girtina tedbîrên proseya dewlemendkirina Uranyûmê di hundirê Îran de rêya muhtemel e ji bo çêkirina çekên nûkleerî ku wekî xeteke sor temsîl dike. Tehran ev demek dirêj e ku niyeta xwe ya bikaranîna sotemeniya nûkleerî wekî çek red dike.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji televîzyona Îranê ya fermî re raghandibû ku ev destpêke nû ye ji bo danûstendinan. Herwiha lihevkirinek ji bo berdewamkirina van danûstendinan heye û wiha gotiye: “Dê hemahengiya ku çawa gavên din bên avêtin wê bê diyarkirin, eger ev danûstendin berdewam bike, ez bawerim ku em ê ji bo têgihîştinê bigihêjin çarçoveyek baş.”
Eraqçî destnîşan kir ku girîngiya dan û standinan li ser dosyaya nukleerî bû û got Îran dê tu dosyayên din li gel amerîkiyan nîqaş neke. Lê Washington israr dike ku divê bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê û piştgiriya Tehranê ji bo komên çekdar ên li herêmê werin nîqaşkirin.
Fikara Îranê ji amadebûnên Emerîk yên leşkerî
Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bin Hemed el-Busaidî diyar kir ku danûstendinên di navbera Îran û Washngtonê de cidî bûn, heriwha encamên wê dê li Tehran û Washingtonê bi baldarî werin lêkolînkirin û wiha lê zêde kir: “Hîn jî pêşengtiya olî li Tehranê bi fikare li ser îhtîmala ku serokê Emerîkayê gefên xwe ji bo destpêkirina êrişan pêk bîne.”
Di meha Hezîranê de, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di çarçoveya qonaxa dawî ya hemleya bombebarana Îsraîlê ya 12 rojan de, hedefên nukleerî yên Îranê bombebaran kirin. Ji wê demê ve, Tehran dibêje ku çalakiyên wê yên dewlemendkirina Uranyûmê rawestiyane. Komkirina hêzên deryayî yên Emerîkayê, ku Trump wekî “filoyeke mezin”bi nav kir, piştî zordariya xwînî ya ku hikûmeta Îranê li ser xwepêşandanan pêk anî ku li seranserî dewletê meha borî belav bibû, ku ev yek rageşiya di navbera Washington û Tehranê de hîn zêde kir.
Trump hişyarî da ku eger rêkeftinek neyê kirin dibe ku tiştên xirab biqewimin, bi vî awayî zext li ser Komara Îslamî ya Îranê zêde dibe. Hêzên cîhanî û welatên herêmê jî ditirsin ku danûstendin têk biçe, dê ev yek bibe sedema pêçûnekê di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de. Herwiha bandorên wê dikarin li seranserî herêmên din yên dewlemend bi petrolê bike.
Di heman demê de Îran daxwaza rakirina cezayên ku di sala 2018’an de ji nû ve hatibû sepandin, dema ku Trump ji peymana nukleerî ya Îranê ya 2015’an vekişiya, ku Tehran bi şeş hêzên cîhanê re îmze kiribû, dike. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, hevalbendên wê yên Ewropî û Îsraîl Tehranê tawanbar dikin ku bernameya xwe ya nukleerî wekî perdeyeke ji bo hewildanên pêşxistina çekên nukleerî bikar tîne. Îran îdia dike ku bernameya wê ya nukleerî bi tevahî aştiyane ye. Îsraîl jî gefên ji ber mûşekên Îranê wekî gefên bernameya xwe ya nukleerî dibîne.






