Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna me feraseta şoreşa civakî ye

11/02/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Dihat gotin, “Wê sedsala 21. bibe sedsala Kurdan.” Hat wê astê. Dibe sedsaleke ku Kurd derdikevin pêş. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê ya li Rojava, civaka Kurd anî asteke wisa. Rojavayê Kurdistanê dibe beden, hêvî û bendewariyên hemû parçeyên Kurdistanê xwedî li hev derkevin. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, Rojava dibe hesreta jiyana azad a hemû gelên cîhanê û jinan.

Rojava giyan, zanebûn û dilê Kurd diafirîne. Axa Rojava giranbİha û bi nirx e. Têkoşîna me feraseta şoreşa civakî ye. Kurdistan ji dîrokê ve mozaîkeke etnîk e, xakeke qedîm û pir têkel e. Rojava rûmeta gelê Kurd e. Têkoşîna me jiyana civakî qezenckiri ye. Giyanwerî daye qezenckirin. Weke hebûn mirov nikare ji xwezayê qut bibe. Ji ber ku mirov berhemeke xwezayê ye û mîna her hebûnê di dawiyê de digihêje xwezayê û bi wê re dibe yek.

Di Şoreşa Rojava de me dît ku Kurdistan ne çar parçe, yek welat e. Yekbûna gelê Kurd gihiştiye lûtkeyê. Ev rastî bi awayekî berbiçav li holê ye. Gelê me îlhamê dide ku em zêdetir berê xwe bidin têkoşînê û çeperên berxwedanê. Gelê Kurd bi awayekî baldar xwedî li Şoreşa Rojava derdikeve. Rojava Fikra azad, vîna azad û mirovê azad e. Rûmeta gelê Kurd e. Têkoşîna jinan, têkoşîneke tolhildanê ye. Şoreşa Rojava rûyê derve yê têkoşînê ya jinê ye. Lewma, xwedî roleke welê ye ku destkeftiyên têkoşîna jinê hîn bêhtir pêş dixe. Şoreşa Rojava bandoreke pir erênî û girîng li ser pêşketina têkoşîna jinê kiriye. Têkoşîna gelê Kurd di qonaxeke herî dîrokî de ye. Kurd dixwazin bi nasnameya xwe, xwe bi rê ve bibin.

Di Şoreşa Rojava de polîtikayek bijare ya Kurd derdikeve holê. Divê nasnameya Kurd bigihe îfadeya polîtîk û zagonî. Bi salane gelê Kurd bi tûndî û şîdetê re rûbirû maye. Em cîhaneke bê tundî û bê şîdet dixwazin. Şoreşeke serkeftî ya Kurdistanê, şoreşeke baş a mirovatiyê ye. Divê em ji bo hebûna xwe şer bikin û di şer de jiyana azad derxin holê. Azadiya mirov bi şer tê afirandin. Şerê em dikin jî şerê heyînê ye. Azadî berdêl dixwaze. Serkeftinên mezin jî berdêlên mezin dixwazin. Ji bo rastiyeke weke civaka Kurd ku ji cewherê xwe hatibû qutkirin û dagirkirin, nirxên wî yên herî mirovî hatibûn desteserkirin. Dema daxwaza wan nirx û mafan kirine jî rastî êrîş, komkujî û sirgûnan hatine. Lewma gelê Kurd şer û berxwedan weke pêwîstiyeke jiyanê ya bingehîn girtiye dest.

Mafê jiyanê, mafê mirov ê herî bingehîn û pîroz e. Felsefeya parastina rewa jî li ser esasê mafê jiyanê yê pîroz ê mirov pêş dikeve. Mafê herî bingehîn ê demokrasî pêşkêşî civakê dike mafê parastina rewa ye. Parastina rewa di mercên dagirkeriyê de watedar dibe. Şerê parastina rewa li hember sîstemeke biyanî ya hebûn û azadiya gelekî binpê dike rêya herî bingehîn a sazkirina demokrasiyê ye. Şoreş, di heman demê de xeyaleke mezin jî bi xwe re ava dike. Çiqasî hêvî, xeyal û asoya mirov fireh be şoreş ewqasî pêş dikeve. Li Kurdistanê hêza mirov bi hewldana şoreşgerî dest pê dike. Rastiya Şoreşa Rojava êdî cîhanî bûye. Şoreşa me ya li Kurdistanê şoreşa hezkirinê ye. Şoreşa me  şoreşa ku jin bi hebûn, nasname û  rengê xwe pêşengtiyê dike. Ev çiqasî pêk were, wê nirxên şoreşa me ya enternasyonal ewqasî bilind bibe.

Divê mirov di nirxên azadiyê de xwedî serkeftin be. Li welatekî weke Kurdistanê bi gelek xisletên xwe ve ji mêj ve qada jiyanê pêk hatiye. Li Kurdistanê têkiliya şoreşê bi hezkirin û xweşikbûnê re çi ye? Angu mirov dikare bêje ku bi têkoşîna me re hêviya jiyanek xweşik pêş ketiye. Jiyana xweşik û jiyana watedar hîsên herî bi hêz û afirîner in. Dîroka gelê Kurd, pêşeng û şopdarên her tim dijîn diafirîne. Vejîna gelê Kurd gelekî hêja ye. Welatparêziya gelê Kurd gelekî kûr e. Şoreşger mirovên azad in. Kes nikare pêşiya mirovê azad bigire. Em soza bi her awayî bilindkirina têkoşînê didin. Berdêla wê çi bibe bila bibe em ê vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.