Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîste em xwedî li keda Rêber Apo derkevin

11/02/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Waşûkanî

Dema ku em şoreşa Rojava dinirxînin em dibînin ku, şoreş xwedî roleke xwe ya wijdan û exlaqê mirovahiyê ye! Gelê Kurd bi fikir û felsefa Rêber Apo fêr bû ku gelekî, bindeste û welatê wî jî dagirkiriye. Tekez wê welat, gel û jin jî bi fikir û felsefa Rêber Apo, rizgar bibin û wê welatê me bibe weke bihiştê. Ji niha û pêde jî her çi dibe bila bibe wê tevahî xaka me, Kurdistan bi destê me were rizgar kirin û wê ti kes jî nikaribe, li pêşiya wê bibe asteng û paşde vekişîne. Wê hew kes bikare bi qedera gelê Kurd bilîze. Ji ber ku êdî gelekî xwe naskiriye û haj siyaseta dagirkeran heye. Nexasim kesên ku ji siyaseta dagirkerên biyanî bûne weke hutê dev vekirî û tenê, gelan dadiqurtîne. Volqana şoreşê wê dagirker û xayînan di nava pêlên xwe de bifetisîn e. Weke ku têye zanîn şoreşa Rojava bi mohra jinê hatiye hûnandin, îro jinan ciyê xwe di refên herî pêşiyê de girtin  û rola xwe jî pir baş leyîstin û pêşengtî kirin. Herçiqasî ezmûna şer ya  jin û ciwanan di şerê bajaran de kêm be jî, lê di nava şer de pijiyan û bi wêrekî û qehremanî şer kirin, di gelek ciyan de mêran sengerên xwe berdan lê jinan, li berxwedan û şer kirin. Jinên weke Warşîn Dêrik, Nûda Urfa, Sozdar Dêrik, Hêvîdar Dêrik, Rêvan Kobanê, Arîn Mîrkan; Avesta Xabûr û Barîn Kobanê û bi sedan rêhevalên weke wan canê xwe kirin mertal.Têkoşîn û berxwedana wan şêre jinan bi kelecan û coşeke mezin çûna şehadetê bandora xwe li ser mêrxasan jî kir û hemûyan bi hevre mil bi mil di sengerên şerê dijwar de şer kirin û warê xwe ji destê tundrewên herî xeternak rizgar kirin. Keç û xortên Kurdistanê bi lehengî şer kirin û bûn abîdeyên lêgerên jiyana birûmet, wekev û azad. Wan jinên çeleng bi wêrekî, bawerî û bi vîneke pir xurt cesaret dane ciwanan û mil bi mil di heman sengerê de li hemberî wan çetên dirinde, şer kirin û liberxwedan.  Bi wê hêza jin û mêran a hevgirtî bi lehengî, li her devera Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer û berxwedanî hate kirin.

Gerek were zanîn ku tu hêzê û di navê de hêzên yekgirtî yên Emerîka jî bêyî qehreman û çelengên YPJ ê û YPG’ê nekarîn gavekê bavêjin û hîna jî wiha ye û gerek gelê me serê xwe bi vê yekê bilind bikin û li ser şêre jin û mêrxasên xwe destanan xêz bikin. Tekez gerek gelê Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye, wan jinên wêrek û serhildêr tevî wan xortên çeleng û şerê wan ê rûmetê qet ji bîra neke û xwedî lê derkeve. Di heman demê de li ked û têkoşîna Rêber Apo ya 19 salan xwedî derkeve û wê têkoşînê berdewan bike. Rêber Apo gelê Kurd fêr kir ku wê çawa xwedî li xwe derkeve û têkoşîneke wijdanî û exlaqî bimeşîne.

Îrojî em berhema wê hizrîna wijdanî û exlaqî di têkoşîn û hewildana, gelê Kurd li Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dibînin û em hemû jî dizanin bê ka çawa roj bi roj pileya yekitî, xwişk û biratiya gelan bilind dibe û bandora xwe li ser tevahî gelên cîhanê jî dike. Bi fikir û ramanê Rêber Apo fikir û felsefa jiyana wekhev û azad berbelavê tevahî mirovahiyê dike.

Herçiqasî gelê me yekgirtî be wê ewqasî jî bandora xwe, li ser gelên hawîrdor jî bike û wê rêkê li pêşiya xwişk û biratiya  gelan veke û Rêber Apo rola pêşengtiya yekîtiya gelan daye, gelê Kurd û têkoşîn û xebat tenê dikare xwedî li keda Rêber Apo derkeve. Careke din gerek her kes zanibe ku Rêber Apo dibêje: Ez ti tiştekî ji kesî naxwazim û bera ti kes xwe ji bo min feda neke û ez jî erkê xwe yê Rêbertiya gelê xwe pêktînim; lê gerek her kes jî bizane ku 52 sale ku ez li ser pira selatê dimeşim û ger kî ji we li şûna min baya wê 10 rojan jî liberxwe nedaba. Em hemû jî vêya dizanin, lê me xwe bêdeng kiriye û çavê me jî weke çavê lawiran mest bûye û weke ku em nabînin û ev jî şermeke pir mezine û nabe ku em xwe wiha bikin û rola 3’ê meymûnan bilîzin.

Ger ku ji van gotinên Rêber Apo were famkirin wê gelekî baş be, ji ber ku Rêbertî me rexne dike û di heman demê de; rêya têoşînê jî nîşanî me dide û dibêje: Gerek mirov li hemberî keda mirovan bi hurmet be û di nava heqîqetê de jî kûrbibe. Beriya wê jî Rêber Apo ji me re gotiye fikir, zikir û çalakî ku ew jî wateya xwe wiha ye mirov xwedî aqil û hişe û gerek wî hişê xwe bikar bîne û nasbike. Rêber Apo” dibêje Min ji xwe de destpê kir û ez rojê 20 katjimêran kar û xebat, dikim û dem dema xebatê ye’ ji xwe hûn ji dervene û xwedî derfetin û gerek hûn xebateke pirxurt bikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.