Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di vê qonaxa hestyar de pêwîst e em li kêleka şervanên xwe bin’

11/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Di vê qonaxa hestyar de pêwîst e em li kêleka şervanên xwe bin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rewşenbîrên kantona Cizîrê diyar kirin ku rêkeftina 30’ê Çile bi zexteke navdewletî çêbû û gotin, “Di vê qonaxa hestyar de divê em li kêleka şervanên xwe bin. Divê şagirt bi zimanê Kurdî bixwînin û ev mafekî rewa ye. Pênûsa rewşenbîran çeka wan e, divê baş bi kar bînin.”

Piştî êrîş û komkujî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd li Sûriyê û xiyaneta ku li hundir û ser asta navdewletî rû bi rû man, yekîtiya Kurdan bûye bingeha berxwedanê û bidestxistina armanc û daxwazên gelê Kurd. Ji bo rê li ber êrişên qirkirinê were girtin, peymanek di navbera QSD, Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de hat îmzekirin.

Derbarê rewşa ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, hem jî hevpeymana 30’ê Çile, rewşenbîrên kantona Cizîrê helbestvan Hesîna Ehmed û nivîskar Ebdulkerîm Mûsa ji rojnameya me re axivîn.

‘Di vê qonaxa hestyar de pêwîst e em mil bi mil li gel şervanê xwebin’

Ebdulkerîm Mûsa da zanîn ku di vê qonaxa hestyar de pêwîst e rewşenbîr li pişta QSD’ê bin û wiha got: “Dema ku gelê Kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê dikeve tengasiyekê, Kurdên parçeyên din xewdî li parçeyê din derdikeve. Li hemberî komkujî û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelê Kurd bû yek. HTŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk û erêkirina Amerîkayê êrişî herêmên me kir. Ji Şêxmeqsûdê hetanî ku şer li hemû Rojava berfireh bû, li hemberî vî şerî jî berxwedaniyek hat meşandin, lê QSD’ê rastî îxanetê hat, bi sedema gurkirina agirê kîn û nefretê piraniya Erebên deverên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dijî QSD’ê rabûn, ev yek jî bi palpiştiya dewleta Tirk çêbû. Ji bo rawestandina şer peymanek di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hat îmzekirin. Çendîn ne li gorî dilê me be jî, lê divê em bi şervanên xwe re bin. Hêza me weke gencîneyeke zêrîne û li gel me ye, eger em piştgiriya hêza xwe nekin ew ê ji nav destê me here. Di vê dema heyî de em bi bin neketine, rast e qonaxeke zehmet e, lê divê hewldanên her kesî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd hebin. Herwiha tişta ku tê xwestin, lidarxistina kongreyeke netewî ya Kurd e. Xelasiya me di kongereya niştîmanî ya Kurdî de ye, dema ku ev kongr li dar bikeve cîhan bi temamî wê piştevaniyê bide me.”

‘Yekrêziyê rûmeta gelê Kurd parast’

Mûsa diyar kir ku yekrêziya Kurdî rûmeta gelê Kurd li Rojava parastin û wiha bi dawî kir: “Di dema heyî de bi rûdana van geşedanan em dibînin ku hemû hêz di serî de dewleta Tirk dixwazin Rojavayê Kurdistanê bixin çemberê. Êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê hatin kirin di çarçoveya planeke navdewletî de bûn. Berxwedaniya gelê Kurd bû sedemeke rasterast ji bo xurtkirina rihê yekîtiya neteweyî û xurtkirina Kurdperweriyê di warê nivîsîna çarenivîsa gelê Kurd bi awayekî hevpar. Ev berxwedanî ne li dijî tu gel û civakê bû, lê ji bo parastina hebûn û rûmetê herwiha parastina destkeftiyên ku bi xwîna hezarê şehîdên gelê Kurd ên li Rojava hatine bidestxistin, ew şehîdên ku ji bo azadî, aştî û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin. Rojava îro di rewşeke hestyar de ye, pêwîstiya me bi hişmendiyeke durist, rêxistin, piştgiriya siyasî û civakî heye da ku serkeftinên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin, biparêzin û mafên gelê Kurd li Rojava misoger bikin.”

‘Divê şagirt bi zimanê Kurdî bixwînin û ev mafekî rewa ye’

 Hesîna Ehmed tekez kir ku divê xwendekarên Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin û wiha anî ser ziman: “Wekî tê zanîn di dema dawî de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rastî êrişê hat û di encama vê êrişê de rêkeftinek di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hat çêkirin. Peymana ku hatiye îmzekirin, ji milê leşkerî ve ye, hem jî wê li ser mafê gelê Kurd ê siyasî, çandî û netewî raweste. Çendîn ev hevpeyman ne li gorî daxwazên gelê Kurd be jî, lê gelê Kurd di qonaxa hebûn û tunebûnê re derbas dibe. Vaye xalên entegrasyona leşkerî tê pêkanîn, piştî pêkanînê, êdî wê xalên girêdayî mijara mafên siyasî, çand û zimanê Kurdî bên bicihkirin. Di nava mersûma 13’an de hatiye bibîrxistin ku wê di heftiyê de metryalên Kurdî li dibistanan bê dayîn, ew jî bi keyfî û bi bijartina Kurdan e, ango ne fermî ye, em tekez dikin ku ev yek nayê qebûlkirin. Ev 12 sal in ku şagirtên Kurd bi zimanê xwe li dibistanên Kurdî dixwînin. Di bingeh de nayê qebûlkirin ku zimanê Kurdî ne zimanekî fermî be mîna zimanê Erebî, mijara fermiyeta ziman mafekî rewa ye ji bo me Kurdan.”

‘Em pir şanaz in ku nakokî ji nava partiyan hatin rahiştin’

Hesîne destnîşan kir ku rewşenbîr pir serbilind in ku nakokî di navbera partiyên Kurdî de nema û wiha domand: “Gelê Kurd di êrişên dawî de gihabû qiraxa çiyayekî bilind û hindik mabû ku ber bi jêr ve bikeve. Me dît ku miletê Kurd li seranserî her sê parçeyan û cîhanê ji bo Rojava rabûn ser piyan û helwesteke bi tund dan nîşandan û gotin tunebûna Rojava nayê qebûlkirin. Di heman demê de me dît û hîna em dibînin ku helwesta yekrêziyê dane pêşiya helwesta partîtiyê. Gelê Kurd pir şadin ku yekîtî di navbera partiyên Kurdî de çêbû. Em rewşenbîr jî pir şanaz in ku nakokî di navbera partiyên Kurdî de hatin bidawîkirin, êdî rê nema li ber her kesî weke berê nêzîkbibe ku nakokî û fitneyê bixe navbera gelê Kurd û partiyên Kurdî. Ev helwesta yekrêziya Kurdî wê wiha bimîne û hêviya me ji partiyên me ew e ku li karê ji bo yekrêziya Kurdî weke bijankên çavên xwe miqate bin. Hem jî daxwaza me ji partiyên siyasî ew e ku bi hev re vê yekhelwestiyê biparêzin, hêviya me ev yek e, em ji wan bawer in û ew ê vê yekê pêkbînin.”

‘Pênûsa rewşenbîran çeka wan e, divê baş bi kar bînin’

Herî dawî helbestvan Hesîna Ehmed tekez kir ku pênûsa rewşenbîran mîna çekekê ye divê were bikaranîn û wiha bi lêv kir: “Em dibînin ku li ser mediya civakî şerekî pir dijwar li hemberî Kurdan tê kirin, şerê mediyayî û çapemeniyê tê kirin li ser Kurdan. Ji ber vê yekê em dibînin ku gotina rewşenbîran û pênûsa wan pir girîng e, ew helwestên wan weke guleyekê ne. Pênûsa rewşenbîran çeka wan in divê rewşenbîr baş bi kar bînin. Ez jineke rewşenbîr, nivîskar û helebestvan dema ku dibînim êriş tên li ser gelê Kurd, ez bersiva êrişan bi şêwazekî çewt û nebaş nadim, ez bi rêzgirtinê bersivê didim. Dema ku dijmin dixwaze me reş bike ez bi awayekî hurmetdarî bersva wan didim da ku ew vala derkevin. Bi vî awayî xebata warê rewşenbîrî didomînim da ku doza miletê Kurd bi rengekî şaristanî û mirovî ez bigihînim ji raya giştî û cîhanê tevî re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.