Lîloz Hisên/Qamişlo
Piştî çend salan ji hişkesaliya Çemê Xabûrê, îsal ji ber zêdebûna barîna baranê asta avê di çem de bilind bûye û careke din av tê de bi rêjeya ku her çireyekê gihaşt 20 m3 tê herkandin.
Piştî çend salan ji hişkesaliyê, Îsal ji ber barîna barana zêde li ava Çemê Xabûrê asta avê bilind bûye û careke din herikîna çem destpêkir. Di heman demê de li kantona Cizîrê bi giştî başbûneke berbiçav di asta avhewayî û çandiniyê de îsal hat nîşandan ku li praniya deverên kantonê bi rêjeya ji sedî 50’î baran lê bariya ye, ev baran bû alîkar di başkirina berdariya axê û bilindkirina asta şilbûnê di axên çandiniyê de, di heman demê de hilanîna ava sererd û binerdê.
Li gorî pisporên di warê çavkaniyên avê de rêjeya herkîna avê di Çemê Xabûr de gihaşt 20m3 di her çireyekê de, ev yek jî zêdebûneke giring piştî demên dirêj ji hişkesaliyê de nîşan da.
Çemê Xabûrê
Çemê Xabûrê çemekî demsalî ye ku rasterast bi baranê ve girêdayî ye. Ew yek ji şaxên sereke yên Çemê Firatê ye ku ji Serêkaniyê derdikeve û bi qasî 320 km dirêj dibe.
Bandorên erênî ya zêdebûna herikînê wiha ne:
Avdana bi awayê xwezayî ye
Pisporên di warê çavkaniyên avê de destnîşan kirin ku bilindbûna asta Çemê Xabûrê ava zêde ji bo xakên çandiniyê peyda dike, bi taybet zeviyên Çile wekî ceh û genim ku dibe alîkar di xurtkirina mezinbûna şînatiyan û baştirkirina kalîteya berheman piştî demên hişkesaliyê.
Bilindkirina ava binerdê
Pisporên di warê çavkaniyên avê de dibêjin ku derbasbûna qedereke mezin ji avê di nava çem de dibe alîkar di hilanîna ava binerdê di deverên çandniyê de. Di heman demê de asta ava bîran jî baştir dike, bi taybet yên ku berê ji hişkesaliyê bi bandor bûne.
Baştirkirina rewşa jîngehê
Pisporên di warê çavkaniyên avê de tekez kirin ku herikîna birêkûpêk a çem piştgiriyê dide jîngeha herêmê, herwiha dibe alîkar disînordarkirina hişkesaliya berdewam a li ser herêmê.
Bilindbûna asta ava Çemê Xabûr dibe derfeteke erênî ji bo çandinî û jîngeha kantona Cizîrê, herwiha dibe alîkar di peydakirina çavkaniyên baştir ji bo avdanê û baştirkirina şilbûna axê. Di heman demê de piştgiriya ava binerdê ya nêzî çem dike û xwesipartina li ser pompekirina bîran kêm dike. Hebûna avê di çem de dibe alîkar ku demsala çandiniyê aram bibe û hilberîna çandiniyê baştir bike, nemaze li deverên nêzîkî çem.
Bandora barîna baranê li ser demsala çandiniyê
Barîna baranê bi awayekî erênî bandorê li ser demsala çandiniyê dike ku dikare tezmînatan bide beşek ji windahiyên salên borî ên çandiniyê û ji nû ve vejînkirina sektora çandiniyê. Nîşaneyên heyî nîşan didin ku kantona Cizîrê li ber qonaxeke nû ya vejîna çandiniyê ye, ji ber ku barana zêde û pêşkêşkirina piştgiriya ji bo cotkaran bi hev re dikare bibe derfeteke rastîn ji bo zêdekirina hilberîna herêmî, xurtkirina aramiya çandinî û aborî li herêmê. Li gorî agahiyên avhewayê ji destpêka demsala çandiniyê heta îro barîna baranê baş nîşan da ye ku bi cûdahiyên di navbera deverên kantonê de tê diyar kirin. Li hin deveran mîqdara baranê ya zêde hatiye tomarkirin û li hin deverên din jî rêjeya barîna baranê kêmtir hatiye dîtin.
Barîna baranê li piraniya deverên kantonê gihaştiye ji sedî 50’î ji rêjeya salên berê zêdetire.






