Lîloz Hisên/Qamişlo
Belavkirina beşa duyemîn a mazotê berdewam dike, heya niha mazot li 36511 malbatan hatiye belavkirin û mîqdara ku hatiye belavkirin gihaştiye 7,302,200 milyon lître.
Ji ber şert û mercên zehmet û dijwar û rewşa ku herêm tê re derbas dibe û ji bona pêkanîna pêdiviyên gel Rêveberiya Sotemeniyê biryar da ku careke din mazotê li gel belav bike. Ev biryara belavkirina Mazotê piştî nîqaşeke dirêj hat ragihandin, ku di serî de giringî bê dayî ji bo sektorên xizmetguzarî yên giştî wekî firneyên nan û hwd..
Proseya belavkirina mazotê bi awayekî rêxistinkirî di meha Hezêrana sala 2025’an hat destpêkirin, mekanîzmeya belavkirina mazotê xwesipartibû li ser kartên taybet û komînan, ji bo misogerkirina gihandina madeya mazotê ji malbatên hewcdar re bi awayekî rêk û pêk û dadperwer. Belavkirina mazotê heya meha kanûnê hat domandin, di nav de hemû malbatên ku li deverên kantonê hatibûn tomar kirin, ev yek di çarçoveya pilana ku armanca peydakirina pêwistiyên germkirinê di werzê çile de hat kirin, bi taybet di çarçoveya zehmetiyên aborî û jiyanî yên ku gel rêre derbasdibe.
Ji ber rewşa dawî li herêmê biryarên nû hatin derxistin
Ji ber pêşektin û geşedanên dawî di heman demê de şert û mercên ku herêm têre derbas dibe, biryarên ji nû ve belavkirina madeya mazotê li gorî giringiya wê hat girtin, di serî de hat tekez kirin li ser giringdayîna mazotê ji bo firneyan, ji ber rola wê ya bingehîn di peydakirina nan ji bo gel. Niha piraniya firne rojane 24 seatan dixebite, bi armanca dabînkirina pêdiviyên gel û ji bo misogeriya domandina xebitandina firneyan bê sekinandin mîqdara mazotê zêde bû.
Ji bo jenetoran jî mazot hat dabînkirin
Di heman demê de Rêveberiya Sotemeniya madeya mazotê li xwediyên jenetorên elktrîkê jî belav kir, ku ev yek rasterast zêdekirina xebitabndina Ampêran nîşan da herwiha hişt ku barê welatiyan sivik bibe bi taybet di çarçoveya kêmbûna pileya germahiyê de, di encamê de eletrîk ji 8 seatan gihaşt 12 seatan.
Giringdayîna belavkirina mazotê ji bo firne û jenetoran wekî gaveke demkî hat kirin, ji bo misogerkirina aramiya xizmetên sereke, heta ku şert û mercên guncav bên peyda kirin.
Cara duyemîn a belavkirina mazotê
Bi zêdebûna pileya sermayê ya dawî herwiha zêdebûna giliyên welatiyan li ser kêmbûna mazota germkirinê û hejmara zêde ya malbatan, daxwazên gel ji bo belavkirina beşa duyemîn a mazota germkirinê zêde bû. Ev daxwaz di nav Rêveberiya Sotemeniyê û saziyên peywendîdar de bi awayekî cidî hatin nîqaşkirin, ji ber vê yekê di dawî de biryarek hate dayîn ku belavkirina beşa duyemîn a mazota germkirinê bi bihayekî guncav bê belavkirin. Li gorî biryarê, bihayê her lîtreyekê 1050 lîreya Sûrî hat destnîşankirin, da ku her malbatek 200 lître werbigre, tevahî bi nirxê 210 hezar lîreya Sûrî. Hêjayî gotinêye ku belavkirina mazota germkirinê bi rêya komîn û meclisên herêmî tê kirin, da ku bi awayekî rêxistinkirî bê berdewam kirin.
Belavkirina mazotê berdewam e
Belavkirina madeya mazotê beşa duyemîn di 28’ê Kanûnê de dest pê kir û li hemû deveran ji bajarê Dêrikê heta bajarê Til Temer digire nav xwe, bêyî ku sînorek ji bo hejmarên giştî were destnîşankirin. Armanc ew bû ku mazot bighêje her malbateke hewcedar li van deveran. Mekanîzmaya belavkirinê bi rêya meclis û komînan bi hevrêziya komîteyên sotemeniyê yên li bajaran pêk tê. Her malbatek 200 lîtreyan werdigire, herwiha bernameyek hatiye amadekirin ji bo tomarkirina daneyên malbatên ku sûd ji belavkirinê girtine. Hejmara malbatên sûd girtine gihaşt 36 hezar û 511 malbatan û mîqdara ku hatiye belavkirin 7,302,200 milyon lître bû.






