Ehmed Hesen
Di tecrûbeya serhildan û şoreşên cîhanî de her tim hêza civakî ya bi isyan û xwedî refleksa dijberî tûndiya civakî xwe daye pêş, her çend wan serhildanan di nava xwe de gelek şaştiyên stratejîk hewandine jî, lê ji bo sînordarkirina îqtîdarî û kedxwariyê bûne bersivek, ji şoreşa cotmeha 1917’an a Rûsya heta şoreşa Çîn, Cezayîr û heya bihara gelan her tim qêrîna “Na Ji îqtîdar û kedxwariyê re” bilind bûye û zemîneke şoreşan ava kiriye, lê ji ber ku van serhildan û şoreşan valahiyeke bîrdozî û dûrketina ji armancê jiyan kirine, her tim ketine bin xefika sîstema global a kapîtalîzmê û di hemleyên wê de hatine tepisandin, tevî ku hinek mafên jiyanî bi dest dixistin jî, lê di encamê de sîstemeke ji ya din xirabtir ku kirîza konjuktura siyasî û aborî jiyan dikir dihat afirandin, vê yekê jî mîna derketina ji çiravê û ketina nava agir pênase dikir, ango kirîz kûrtir dibûn û serwerî dihat nepixandin, di heman demê de çi şoreşên îslamî yên piştî dawîbûna serdema Hz Mihemed derketin nikarîn xwe ji bin bandora bîrdozîya dewleta netewe rizgar bikin û pêre di nava yekîtiyekê de bûn. Ya ku ez dixwazim destnîşan bikim kakilê îradeya civakî ye, ev îrade dikare di nava xwe de xweseriya jiyanî bike silogana pêngavên xwe. Êrîşên HTŞ’ê yên ku li dijî destkeftîyên Rojava hatin kirin, vê mesacê dide, ji ber ku ew tu carî qîma xwe bi hêza civakî neynin û behsa yekîtîya dewletê dikin, lewma jî piştî Elewî û Durziyan berê xwe dan herêmên kurdan, armanca her sê êrîşan jî yek e, ew jî tepeserkirina îradeya gel û hêza rêxistinbûyîna wê ya xweser û azad e, lê hevgirtina civakî û leşkerî ya gelê Rojava û tecrûbeya wê ya şoreşê dikarîbû vê hevkêşeya dewlet dikare her tiştî bi hêza hesin desteser bike pûç bike û careke din hêza rêxistinbûna gel raxist pêş çavên cîhanê, sekinîna gelê Rojava li rex hêza xwe û ne razana wê di hemû rojên berxwedanê ji bo Hebûn û Rûmetê de tekez kir ku tu hêz û artêş nikarin hêza gel a bi biryar vala derxînin, her tim di çavkaniya berxwedanan de hêza gel divê esas were girtin, çi sîstemên cîhanî yên hêza gelê xwe û baweriya gel bingeh negirtin, dawiya wan têkçûn bû, rêjîma Baasê ji destpêka şerê 2011’an ve bi heman feraseta ku niha HTŞ’ê pê tevdigere meşiya, tevî ku piştgiriyeke mezin ji hêzên derve yên weke Çîn, Rûsya û Îranê digirt jî, lê di hundir de hêza gel neparast û xwe pêre nekir yek niha têkçûna xwe jiyan dike.
Di hin rewşan de hêza civakî ji bombeya atomî zêdetir dikare li ber xwe bide û bi ser bikeve, lê weke Rêber Apo dibêje divê destpêkê gel vê hêza xwe nas bike û bike hebûneke ku têk naçe. Tiştê ku li bakur û Rojhilatê Sûriye di pêvajoya “Berxwedana Hebûn û Rûmetê” de qewimî, ev rastî da jiyankirin, gelê Rojava li dijî zîhniyeta cîhadîst a komên bi ser hikûmeta demkî rihê şerê gel ê şoreşgerî derxist pêş û bi wî rihî xwe seferber kir






