Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberiya Weqfa Jina Azad ya beşa tenduristiyê Melka Hesaf da diyarkirin ku ew ji bo parastina tenduristiyê bi Koçberan re alîkarin û got, ‘Heya ku em karibin em ê bi koçberan re alîkarbin.’
Weqfa Jina Azad ji bo parastina tenduristiyê bi koçberan re alîkarin. Herwiha Weqfa Jina Azad jî pênc klînîk li bajarên Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Kobanê, ji bo koçberên li wir belav kirin e. Di heman demê de jî dermanên pêwîst ji bona koçberan pêşkêş dike.
Di derbarê mijarê de rêveberiya Weqfa Jina Azad ya beşa tenduristiyê Melka Hesaf ji Rojnameya me re axivî.
‘Em jî wek parastina tenduristiyê bi koçberan re alîkar bûn’

Melka diyar kir ku ji destpêka ku koçber hatine ew wek parastina tenduristiyê bi wan re alîkar in û wiha got: “Ji destpêka ku ev koçber hatine em di tevgerê de ne. Em dixwazin hertim bi wan re alîkar bin, ji ber ku ev koçber bû cara çaran ku ji cih û warên xwe koçber dibin. Em jî wek parastina tenduristiyê bi koçberan re alîkar bûn û me derman ji wan re pêşkêş dikirin. Gelek ji koçberan nexweş bûn û di sermayê de gelek cûreyên nexweşiyan jî bi wan re derketibûn, ji ber vê yekê em li wan geriyan û li gor nexweşiyên wan me derman belav kir. Ji xwe em derbasî pênc dibistanên koçberan bûn û di her dibistanekê de zêdeyî sed mirovî jin, mêr û zarok me derman da wan. Herwiha jî gelek kesên din jî alîkariya koçberan di hemû warî de dikin.”
‘Heya ku em bikaribin em ê alîkariya koçberan bikin’
Melka Hesaf anî ziman ku heya ji wan were wê alîkariyê bi koçberan re bikin û wiha berdewam kir:”Em jî wek rêxistinekê me alîkariya dermanan ji koçberan re pêşkêş kir. Ji xwe me li gelek dibistanan derman belav kir û em ê van alîkariyan jî berdewam bikin. Di heman demê de destwerdana me ya tenduristî û piskolojîk li stargehên li gelek bajaran, bi rêya klînkan, wesayetên bijîşkî yên mobîl û komîteyên mobîl, me zêde kirin. Dermanên me jî belavkirina kirêmên dermanî, vîtamîn, şerbet û dermanên ji bo dermankirina serma û grîpê dihewîne.”
‘Dermanên me kêm dibin ji ber ku koçber pirin’
Melka di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser dermanan û wiha got:” Me pênc klînîk li bajarên Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Kobanê belavkirin û herwiha wesayîteke bijîşkî ya gerok a herêma Dêrikê jî hatiye aktîfkirin, bi armanca gihîştina hejmareke mezin ji koçberan. Herwiha em carnan bi alîkariya saziyan dermanan belav dikin û hem jî carnan em bi xwe jî dermanan dikirin û belav dikin. Di warê kêmbûna dermanan de, em bi Heyva Sor a Kurd re diaxivin da ku dermanên pêwîst ji me re peydabikin. Lê niha zehmetiyên me hinekî ji aliyê peydakirina dermanan de derdikeve hole; ji ber ku koçber pirin û hin beşên dermanan li ba me kêmin, lê emê hewil bidin ku dermanên pêwîst ji bona koçberan peydabikin”.







