Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Garantiya sereke xweparastina gel e!

11/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di 6’ê meha Çile de û piştî civîna li Parîsê ya di navbera Îsraîl û hikûmeta demkî ya Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrişeke berfireh hate destpêkirin. Êriş bi navê Artêşa Sûriyê bû, lê yên serkêşiya wê dikirin, dewleta Tirk, çeteyên wê û bermahiyên DAIŞ’ê li gel çekdarên hikûmeta demkî êriş pêk anîn. Hêzên navdewletî, welatên ereb û heta endamên Koalîsyona navdewletî cihê xwe di êrişê de girtin.

Tevî êrişa dijwar di taxa Şêxmeqsûd de berxwedanek bêhempa hate nîşandan. Di wir de Şehîd Ziyad Heleb û hevalên xwe dîroka berxwedana serdemê nûjen kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê di Helebê de sînordar neman, li Dêrhafir û herêmên din êrişên berfireh pêk anî. Di encamê de hêzên QSD’ê ji bo komujî pêk neyên û şer veneguhere Şerê kurd-ereb, hêzên xwe vekişand. Ji ber li kêleka êrişên çekdarî şerekî ragihandinê ya ne normal a bi fînaseya dewletên wekî Erebistana Siûdî û Qeterê pêk hat.

Plana li dijî Rojava piralî û qirêj bû. Armanca dewleta Tirk bi vê planê ew bû di herêmê de şerê kurd û ereban mezin bike. Ew jî di aliyê xwe de li ser hesabê herdû netewan qezencan bi dest bixe. Lê plana wan heta niha pêk nehat û encam ne girt. Dewleta Tirk û hikûmeta demkî ya HTŞ’ê heta niha hemû plan û sozên xwe binpê dike. Ev bê soziya wan diyar dike. Di encama êrişê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehên Şedadê, Reqa û Kampa Holê derxistin û di  nava Artêşa Sûriyê de bi cih kirin. Tişta sosret jî bi hezaran DAIŞ’yî yên wekî şaneyên razayî tevdigeriyan, hişyar kirin û ew jî bi cilên leşkerî fermî kirin.

Piştî şerê dijwar û êrişên hovane di navbera QSD’ê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê de peymana 29’ê Çile hate imzekirin. Di pêkanîna xalên peymanê de heta niha QSD’ê û Rêveberiya Xweser li pey hev gavan davêje. Hêzên ewlekariyê yên hikûmeta demikî hatin Hesekê û Qamişlo û şandeyên wan li Rimêlan û Siwêdiyê geriyan. Tevî hemû gavan hikûmeta demikî ya Sûriyê û dewleta Tirk gavan navêje. Ne koçberên Efrîn û Serêkaniyê vegeriyane warê xwe. Ne jî ava Hesekê û Til Temirê ku piştî dagirkirina Serêkaniyê hatiye qutkirin, hate berdan. Ne rê hatine vekirin.

Pêre jî hîn alavên wan ên kîndarî û derxistina nakokiyan dewam dike.  Dewleta Tirk jî dibêje tevî peymanan û entegrasyona QSD’ê di nava Sûriyê de ew ê hêzên xwe ji Sûriyê venekşînin. Di encam de û tevî aliyên garantor hene, di pêkanînê de garantiya sereke hêza gelê herêmê ye.

Bi wate çiqasî itîfaq pêk werin û çiqasî gav werin avêtin jî divê gelê kurd li Rojava dûrî banga seferberiyê ya Rêvreberiya Xweser û QSD’ê nekevin. Peyman bi aliyên bê soz re têne kirin û ev jî metirsiyê daha zêdetir dike. Lê tişta hêvî û baweriyê dide mayîna hêza QSD’ê bi taybetmendiya xwe, ya duyemîn yekîtiya gelê kurd a li dora Rojava ye. Îcar çi dibe bela bibe, divê gel herêmê heta dawiyê di parastina tax û bajarên xwe de seferber bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.