Hemze Sevo
Şîrovekarê siyasî Pîr Rustem diyar kir ku armanc ji êrişan ew bû ku Ehmed Elşeri xwe di çavê murûdê xwe de hêzdar bide nîşandan û got, “Berxwedaniya gelê Kurd li Rojava, hem jî destekdayîna Kurdan li tevahiya Kurdistanê û derveyî wê hişt Şam û hêzên navdewletî li hesabê xwe vegerin. Ji bo parastina destkefitiyên Kurdan çima kongereyeke niştîmanî mîna Cihoyan nayê lidarxistin.?”
Berxwedana Rojava ya li dijî êrişên hikumeta demkî, hem yekrêziya Kurdî û destekdayîna gelê Kurd ji bo doza Kurdî li ser asta cîhanê rojeva herî berbiçav û girîng bû ku bala raya giştî ya cîhanê kişand. Derbarê heman mijarên derbasbûyî de şîrovekarê siyasî yê Kurd Pîr Rustem bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
– Armanca hêzên navdewletî ji êrişa li ser Rojava çi bû, gelo armanca wan pêkhat?

Bi dîtina min; bêtirî armancek wan ji vê êrişê hebû, ji aliyekî ve wan xwest ku desthlatiya Şamê li ber çavên mirûdên wê weke desthlatiya dikare destê xwe deyne ser hemû nexşeya Sûriyê, ango xwestin Ehmed Elşeri serokê Sûriyê weke kesekî xwedî hêz û biryar li pêş mirûdên xwe û hemû xelkê Sûriyê werê nîşandan, ew ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî xwestin Tirkiyê hinekî bi razî bikin û bêjin vayê me ew herêmin di destên HSD’ê û Rêveberiya Xweser de me nehişt û bi wê yekê xelkên Ereb ên wan herêman bi razî bikin. Ji ber em bixwazin nexwazin meraq û hestên xelkê wan deverên Ereb, weke Dêrazorê û Reqayê dê bi desthilatiya Şamê re be û ne HSD’ê û Rêveberiya Xweser, ne ji ber sembola “Biratiya Gelan” şaş û çewt e, wek hinek camêr dixwazin bi me bidin fêmkirin, ne ji ber ku civaka me ya Rojhilata Navîn hîna di raman û baweriyên êl û eşîrtiyê de dîlkirî ye, yan civakek li paşmayî ye û ne gihîştiye wê radeya şaristaniya ku welatekî azad û demokrat ava bike. Mixabin hîna ji civakên me yê Rojhilat bi dem gerek e ji wê paşmayîna xwe derkeve û civakeke netewî û ne nijadperestî, weke yên li welatên me, ava bike. Bi dîtina min ev bû armanca hêzên navdewletî ji wê êrişa ku hinekî dilê wan hêzên li Şamê û di pişt wan re dilê Tirkiyê jî hinekî rihet bike ku ti bivetiya HSD’ê û Rêveberiya Xweser li ser wan nema!
-Hûn vê berxwedaniya ku ji hêla gelê Kurd ve li Rojava tê kirin, çawa dinirxînin û vê têkoşînê çi encam bi xwe re anîn?
Helbet berxwedaniya gelê me cihê serfirazî û serbilindiya her Kurdekiye û ne tenê di vê dema dawî de, erê rast e di van demên dawî de xelkê me bi tevayî rabûye ser piyan û berxwedaniyek bêhempa li hember dijmin û çetiyên ku xwestin miletê me qirbikin da meşandin û hişt ne tenê Şam û Enqerê lêvegerînê ji hesabên xwe re bikin, belê heya hiştin ku hikumet û welatên navdewletî jî li xwe û pirojeyên xwe vegerin û bi çavekî nuh li Kurdan û doseya Rojavayê Kurdistanê binêrin, em dikarin bêjin ku berxwedaniya gelê me hişt doza Kurdî li tevahî perçeyê Kurdistan têkeve asteke bilind û helbet ev berxwedanî xelekeke ji berxwedaniya miletê me di van salên dirêj de ji temenê şerê di hundirê Sûriyê de û piştî dayîna bi hezaran qurbanî ku keç û xortên me xwîna xwe di vê riya pîroz dan xaka Kurdistanê. Vaye li dawiyê miletê me karî hin destkevtên bilind bi destbixin û em dikarin bêjin ku ev kar û xebata miletê me li Rojava hişt gelek encam werin bi dest xistin; ya herî pêşîn, hişt Kurd û belkî cara yekem di dîroka me de bibin yek û bi yek dengî piştevaniya Rojava bikin, ne tenê di asta civakî û gelêrî de, belê heya di asta siyasî û partiyên me de jî ku me dît hemû hêz û partiyên me piştvaniya doza Kurdî li Rojava dikin! Xal an encama duyemîn, gelê me hişt Şam û piştgirên wê mecbûr bibin ku mafên Kurda qebûl bikin, erê belkî ne temamî bi dilê me be, lê heya astekê baş ew maf bi destê gelê me ketin û hîne encama herî balkêş ji berxwedaniya gel hişt ku hêzên navdewletî û hin sinatorên Emerîkî dengên xwe bilind bikin û daxwaza gelê Kurd li Rojava û herêmê bixwazin. Ango miletê me bi vê ked û berxwedaniya xwe ya bilind hişt cara yekem doza Kurdî li Rojava têkeve asta dozeke navdewletî û ew mecbûr bibin li çareseriyan bigerin û mafê Kurdan qebûl bikin.
-Destekdayîna Kurdan li seranserî Kurdistan û diyasporayê ji bo Rojava xwedî wateyeke çawa bû û li hemberî êrişên qirkirinê çi kar li ser asta saziyên navdewletî hat kirin?
Weke di pirsa çûyî de me anîbû ziman ku yek ji encamên sereke ji xebata miletê me, çi ên li hundirê Rojava an li perçeyên Kurdistanê yên dîtir an jî heya miletê me yên li derveyî Kurdistan, ên li welatên Ewrupa û koçberiyê û derketina wan ya ser piyan ji bo destekdayîna birayên xwe yên li Rojava hişt ew paytextên dixwestin Kurda qirbikin, weke Enqera, li hesabên xwe vegerin û metirsiyên mezin ji hikumetên wan re çêbikin, nemaze derketina Kurdên me yên Bakur xala dîtir hişt hêzên navdewletî jî careke din li doza Kurdî xwedî derkevin, nemaze hin sînator weke birêz Lîndisî Giraham û ji bilî wî xwe bidin pêş û guftûgoya bi destlatiya Şamê çêkirin û daxwaz ji wan û çeteyên wan û li pişt wan jî hin paytext weke Riyad û Enqerê ku rê li ber çeteyên xwe bigrin, an jî dê herin projeya parastina gelê Kurd û bi kutekî û darêzorê. Lê ji hemû tiştî bilindtir ev tevgera yekbûna Kurda li hemû deveran bi hev re û bi yek dengî û yek hestî hişt coş û kelecana Kurdan bilind bibe û ev yeka destkeftiya herî mezine bo gel û doza me Kurdan û dê bibe bingeha her xebateke Kurdan li seranserî perçeyên Kurdistanê bo azadî û serfiraziyê gelê kurd!
-Da ku gelê Kurd li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê ji qirkirinê were parastin û mafê wan misoger bibe, pêwîste partiyên Kurdî, tevahiya gelê Kurd, kesayetên xwedî rol di asta navdewletî de çi xebatê bidin meşandin?
Helbet ji parastina gelê me û bi destxistinên mafê vî gelî, divê gelek xebatên birêkûpêk werin kirin û di destpêkê de, divê partiyên me, dezgehên mafên mirovan, sivîl, kesên rewşenbîr û xwedî rolên ciakî ên Kurd karibin li hev kombibin û kongireya netewî lidarbixin. Cihoyan karîbûn berî bêtirî sed salî kongirê xwe yê yekemîn li welatê Siwêsra bidana damezrandin, vêca çima em Kurd piştî wan bi sed salî nikarin kongirekî wiha ji bo miletê xwe li dar bixin. Li aliyekî din ji me tevan tê xwestin û bêtir ji siyasetmedar û kesên rewşenbîr ku bi erk û rola xwe rabin, çi di hundir civaka Kurdî ji bo çandina girêdana bi doza Kurdî ku ew girêdan û hizra herî bilin û pêşî be. Pêwîste ku ne meseleyên êlî yan jî partîtî û eşîrtî, careke din divê tevgera me teva bi hêz û birêkûpêk di nav civaka navdewletî de; ango divê karekî dîblomasî xurt werê meşandin û di vî alî de jî divê Tevgera Siyasî ya Kurd alîkariya nifşên nuh bide ber çavên xwe, bi taybet evên ku îro di civaka Europayê de mezin dibin û di dibistan û zanîngehên wê de tên perwerdekirin, dê karbin karên diblomasî bi rengekî rêkûpêk bidin meşandin. Ev yek dê bihêle ku em careke din xwesteka damezrandina Lobiyekî Kurdî bixwezin ku karibe bandorê li navendên xwedî biryar li wan welatan bike. Eger em karibin van xalên sereke pêkbînin, dê doza miletê me li herçar perçeyên Kurdistanê bi leztir serbikeve.






