Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêvajoya Aştiyê û Komploya li ser Rojava

11/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

E.Pêjder Altan

Rojhilata Navîn, piştî hilweşîna Bloka Sovyetê heya roja me ya îro, weke qada sereke ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, şahidiyê ji guherînên hevsengiyên siyasî yên kûr re dike. Di vê pêvajoya ku hêzên global û herêmî ji bo xurtkirina pozîsyonên xwe di nava têkoşîneke dijwar de ne, du geşedanên krîtîk derdikevin pêş: Însiyatîfa Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û komploya navneteweyî ya ku bi êrîşan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Analîzeke rast a van her du pêvajoyan nîşan dide ku ew ne tenê bi hev ve girêdayî ne, di heman demê de encamên rasterast ên polîtîkayên hegemonyayê yên li ser enerjî û kontrola jeopolîtîk in.

Kapîtalîzma global a ku weke “cinawirekî enerjiyê” tevdigere, Rojhilata Navîn kiriye navenda pevçûnên xwe. Di vê çarçoveyê de, tifaqa di bin pêşengiya DYA’yê de ku bi “Peymana Brahîmî” hatibû xurtkirin û projeya “rêya enerjiyê” ya ji Hindistanê heya Ewropayê, Tirkiyeya ku xwe weke korîdoreke stratejîk didît, xiste nava xofeke mezin a îzolebûnê. Balkêş e ku êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê, tam piştî van biryarên stratejîk pêk hat. Ev êrîş ku tê îdiakirin bi teşwîqa Tirkiyeya ji hevsengiyên nû nerazî pêk hatiye, bû hincet ku Îsraîl bi piştgiriya hêzên rojavayî, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike. Bi perçiqandina Hamas û Hizbullahê û anîna HTŞ’ê ya ser desthilata Şamê, ne tenê derbe li Îranê hat xistin, di heman demê de zemîn ji bo sîstemeke otorîter a ku li dijî her cure pêşketina demokratîk e, hat amadekirin.

Gotina nûnerên DYA’yê ku “ji bo Rojhilata Navîn şêwaza herî baş monarşî ye”, niyeta rastîn a modernîteya kapîtalîst eşkere dike: Ew li herêmê ne çareseriyeke demokratîk, sîstemên ku di bin kontrola wan de bin dixwazin. Di konjonktûreke wiha de ku dewleta Tirk hem di warê siyaseta derve de tengav bûye, hem jî di şerê xwe yê taybet ê li dijî Tevgera Azadiyê de negihîştiye encamê, banga Devlet Bahçelî ji bo Rêber Apo weke îtîrafeke lawaziyê derket holê. Rêber Apo, bi kûrbûneke stratejîk ev firsend dît û bi gotina “hêza min heye ku vê rewşa pevçûnê bikişînim zemîneke siyasî û hiqûqî” însiyatîf girt destê xwe.

Armanca sereke ya Rêber Apo ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi riya demokratîkbûna Tirkiyeyê, vekirina rê li ber demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn e. Ev stratejî li ser têkiliya diyalektîk a di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ava bûye. Li dijî zîhniyeta dewletê ya ku dibêje “heke demokrasî pêş bikeve, wê Kurd jê sûdê werbigirin, lewma divê em li dijî demokrasiyê bin”, Rêber Apo israr dike ku têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, di heman demê de têkoşîna herî bi wate ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Tam di demekê de ku Rêber Apo ji bo pêşîgirtina li pevçûnan û pêşxistina entegrasyoneke demokratîk li Sûriyeyê jî ketibû dewrê û bi nameyan perspektîf dida rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin. Ev êrîş ku weke komployeke navneteweyî (Peymana Parîsê) di navbera DYA, Îsraîl, Tirkiye û Şamê de hat plankirin, rasterast mudaxeleya Rêber Apo a ji bo çareseriyê hedef girt.

Paradîgmaya Rêber Apo a li ser bingeha “neteweya demokratîk, ekolojî û azadiya jinê” ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûbû modêlek, weke havênê demokratîkbûnê li tevahiya herêmê belav dibû. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê û bandora vê modêlê li Iraq û Tirkiyeyê, hêzên hegemonîk tirsandin. Ji ber ku projeya Rojava, alternatîfeke li dijî sîstema dewlet-netewe ya otorîter û kaosê pêşkêş dikir. Lewma, hêzên navneteweyî û dewleta Tirk ku pêşketina demokrasiyê weke xetereya herî mezin li ser berjewendiyên xwe dibînin, bi hevkariyeke qirêj êrîşî vê destkeftiyê kirin. Tirkiye, di berdêla teslîmbûna xwe ya ji polîtîkayên DYA û Îsraîlê re, li ser bingeha tasfiyekirina statuya Kurdan, “ronahiya kesk” ji bo êrîşan wergirt.

Geşedanên heyî bi awayekî tund hişyariyê dide ku pêvajoyên “aştî” û “bêçalakîtiyê” ne weke demên sekinandinê, divê weke qonaxên têkoşîna siyasî ya piralî werin nirxandin. Rêber Apo bi xwe jî diyar dike ku ev pêvajo ne “bazara li Îmraliyê” ye, têkoşîneke siyasî ya “herî zirav û kûr” e. Ji bo ku hewldanên wî bigihîjin encamê, pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinkirî ya gel a bênavber heye. Sistbûn û ketina nava bendewariyê, xefleta herî mezin e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.