Navenda Nûçeyan
Gelê Kobanê ku li hemberî çeteyên DAİŞ’ê bi berxwedaniya xwe mohra xwe li Dîrokê xist, carekedin ji aliyê dagirkeran ve ji çar aliyan ve hatiye dorpeçkirin. Ev 23 rojin Kobanê di bin dorpêçeke giran ya êrişên Çeteyên Hikûmeta Demkî û çeteyên Dewleta Tirk de ne ku bi krîzeke mirovî re rû bir û ye. Li aliyê din bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî hîştiye ku krîza mirovî girantir bibe.
Çeteyên girêdayê Hikûmeta Demkî ku di 6ê Çileyê de li dijî taxên Kurdan ên Helebê dest bi êrişan kir. Komên çekdar piştre jî li dijî bajar, navçe û gundên Rojava êrişeke berfireh dan destpêkirin. Li dijî êrişan Rêveberiya Xweser a Rojava banga seferberiyê kir. Piştî banga Rêveberiya Xweser li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan rabûn ser pêyan û nêzî meheke ku gel li qadan in. Rêber Apo ji bo rawestandina êrişan û pêkhatina agirbestê ket nava heweldanê. Berxwedana gelê Kurd, Hikûmeta Demkî ango HTŞ’ê neçarî peymanek nû ya agirbestê kir. Ji bo bi dawîbûna şer û pêkanîna entegrasyonê di 29’yê Çile de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hate îmzekirin. Rûxmê lihevkirinê, hê jî ambargoya li ser Kobanê û gundewarên wî didome.
Kobanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêç kirin
Kobanê ya ku bûye sembola berxwedaniyê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin Rûxmê diyalog û lihevkirinan jî heta niha ambargoya ser Kobanê bi dawî nebûye. Nifûsa Kobanê nêzî 200-250 hezare. Nêzîkî 350-400 hezar koşçber ji Efrîn, Heleb, Reqa, Tebqa û derdorî Kobanê jî koçî nava bajar kirine. Di nava dorpêç û bêderfetiyê de gel li ber xwe didin.Xwendin li Kobanê sekiniye. Niha 72 hezar xwendevan ji xwendinê bêparin. Dîsa 3 hezar mamoste nikarin ders bidin. Ji ber ku koçber piranî li nava dibistanan hatine bicihkirin.Li aliyê din dorpêçeke jiyanî hatiye danîn. Xetên înternetê û telefon jî hatine birîn. Xeta înternetê ya ku ji Sirînê diçe Kobanê. Ev jî ji aliyê çeteyan ve hatiye qûtkirin. Di 29’ê Çileyê de bi navbeynkariya Amerîka û Firansayê peymanek ku ji 14’e xalan pêk dihat ji aliyê hêzên sûriya Demokratik û Hikûmeta Demkî ve hat imzekirin. Yek ji xalên peymanê jî rakirina ambargoya li ser kobanê û gundewarên wî bû, pêwistiyên esasî yên jiyanê yên mîna elektirîk, internet, mazot, av û derman nemane. Ev jî dide ispatkirin ku Hikûmeta Demkî di pêkanîna peymanê de ne cîdiye. Kobanê ya ku bi berxwedani ya xwe di Cîhanê de deng veda, hêzên hegemon ji bo ku serweriya xwe pêk bînin dako berxwedaniyê têk bibin çar aliyan de dorpêç kirine. Gelê kobanê wê xeyalên wan têk bibin. Ev rewş û domandina ambargoya li ser Kobanê edî fikaran di nav gel de dide çêkirin.
Komploya navnetewî wê îradeya gel neşkîne
Ev êrişên li ser Rojava encama komployeke navneteweyî ye ku dixwazin netewa demokratîk tine bikin.Ji destpêka êrîşan heta niha gelê Kobanê bi îrade û vîneke xort li berxwe dide. Ev 23 rojin ku di bin dorpeçê de ne, Deriyên sînor girtî ne. Heta çend roj berê jî êriş hebûn. Hewldanên wan ên dagirkirina gundan hebûn. Lê ew demeke ku êriş rawestiyanê û bêdengiyek heye. Lê rewşa welatiyên di bin anbargoyê de pir zahmet e. Taybet qût kirina kehrebe, av û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, derman û nederbaskirina alîkariyê aloziyeke mezin derxistiye. Taybet welatiyên nexweş ku rewşawan nebaşe, bi zehmiyetan re rû bi rû ne. Her wiha welatiyên nexweşiya wan a oksîjenê heye jî pir zahmetî dikşînin ji ber nebûna kehrebeyê. Dermanên heyî têra nexweşiyên welatiyên Kobanê nake. Xwarin û vevxwarin jî hinek alîkarî hatin. Lê gel ne mûxtacê xwerin û vexwarinê ye Kobanê li ber krîzeke mezin ya mirovî rê rû bi rû ye, 21 tirên alikariyê ku ji Bakûrê Kurdistanê hat şandin ji aliyê dewleta Tirk ve hat rawestandin. Nehiştin ku alîkariyên mirovî bigihêje xelkê bajar. Li aliyê din pêwîstiyên jiyanî pir kêmin û bi rêya hinek saziyan bi sînordarî alîkarî gihiştiye Kobanê û ew jî têrê nake. Alîkariyên ku hatin şandin jî di nav wan de jî tiştên pêdiviyên malbatê pêk binin nedihatin peydakirin. Tişta ku here zêde pêdîvî pê heye derman û şîrê zarokane.
Ji 18’ê Çileyê ve heta niha tenê 30 deqe elektirîk ji bo Kobanê hatiye berdan
Piştê dagirkirina Heleb û Sirînê Elektirîk (kehrebe) jî ji navçeya Sirîn ku dihat kobanê. Ji ber Sirîn di bin kontrola çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne. Ji 18’ê Çileyê ve heta niha tenê 30 deqe elektirîk ji bo Kobanê hatiye berdan. Nexweşxaneyên li Kobanê bi alîkariya matoran kar dike. Mazota matoran jî ber bi dawî ve diçe. Ji ber ku ew jî ji derveyî Kobanê dihat. Li aliyê din jî çeteyan ava vexwarinê li ser Kobanê biriye. Ava vexwarinê ya ji bo Kobanê ji Çemê Firatê tê û 15 trûbînên avê hene ku hemû jî bi elektirîkê kar dikin. Ji ber qûtkirina elektirîkê av jî qût bûye.Niha xelkê Kobanê pêwîstiyên xwe yên avê ji bîran pêşwazî dike. Ava bîran ne têra gelê Kobanê û ne jî koçberan dike. Li aliyê din ji ber ava bîran rêjeya nexweşiyê jî li wir zêdetir bûye.






