Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sorxwîn û Azadî bi sekn û tevgera xwe mînak bûn

11/02/2026
in JIN
A A
Sorxwîn û Azadî bi sekn û tevgera xwe mînak bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gaziyên şer diyar kirin ku Sorxwîn û Azadî bi sekn û tevgera xwe mînak bûn û gotin, “Her du jî weke rêveber û heval dildarên hevalên xwe yên şehîd û gazî bûn. Em ê ti carî heval Sorxwîn û heval Azadî ji bîr nekin.”

Ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di êrîşeke dewleta Tirk a balafira bêmirov a biçêk de hatin qetilkirin. Gaziyên şer Zarîn Kobanê û Arîn Koçer têkildarî hevrêyên xwe Sorxwîn û Azadî nirxandin kirin.

‘Ji bo hevalên gazî pir ked dan’

Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku di berxwedana Kobanê de bi şehîd Sorxwîn re di heman çeperê de bûn û got, “Heval Sorxwîn weke fermandareke jin bi lehengî li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan da. Tevahî hevalên li cem hêz û moralekî mezin jê digirtin. Ji çiyayan berê xwe dabû Kobanê. Heval Sorxwîn ne tenê di şer de, di jiyanê de jî bi sekn û nêzîkatiyên xwe mînak bû.”

Zarîn destnîşan kir ku şehîd Azadî jî weke yek ji rêveberên gaziyên şer pir dihat hezkirin û wiha axivî, “Heval Azadî bi salan di federasyonê de di nav xebatên hevalên gazî de cih girt. Ti carî hevalek jê neêşiya. Timî rûken bû. Dema hevalek xemgîn didît yekser diçû pêre eleqedar dibû.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê herî dawî jî got, “Heval Sorxwîn û Azadî kedeke pir mezin ji bo hevalên gazî dan. Her du jî weke rêveber û heval dildarên hevalên xwe yên şehîd û gazî bûn. Di vê pêvajoya ku li hember Şoreşa Rojava êrîş û gef didomin de, em soz didin armanc û hedefên hevalên xwe yên şehîd bînin cih.”

‘Em ê xwedî li têkoşîn û mîrasa ji me re hiştine derkevin’

Gaziya şer Arîn Koçer jî anî ziman ku şehîd Sorxwîn di berxwedana Kobanê de çavekî xwe winda kiribû û got, “Heval Sorxwîn divê gaziyeke Apoyî çawa pêşengtiyê ji şoreşê re bike bi sekn û têkoşîna xwe nîşan da. Digot, ‘Rêber Apo rol û mîsyoneke mezin daye gaziyên şer, divê em li gor wê tevbigerin.’ Heval Sorxwîn hem di aliyê eskerî hem jî bîrdozî de xwe pir pêş xistibû. Dema diçû cihekî li wir atmosfer di carekê de diguherî. Sohbetên wê timî têkildarî rewşa Rêbertî û şoreşa Kurdistanê bûn.”

Arîn bal kişand ku weke hevalên gaziyên şer, gelek tişt ji şehîd Sorxwîn fêr bûne û wer axivî, “Heval û fermandara me Sorxwîn weke jineke şoreşger pir girîngî dida xwendinê. Timî bi coş û moral bû. Evîndara jiyana azad bû.”

Arîn Koçer anî ziman ku şehîd Azadî Dêrik jî weke şopdara rêya heqîqetê ji bo pêşxistina Şoreşa Rojava têkoşîneke bi heybet meşand û got, “Heval Azadî bi jiyan û têkoşîna xwe mîna xwedawendekê bû. Li cem heval Azadî bêçareserî nebû. Weke jineke Apoyî tevgeriya û têkoşîn kir.”

Gaziya şer Arîn Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Di duyemîn salvegera şehadeta wan de ez fermandar Sorxwîn û Azadî bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Em ê xwedî li têkoşîn û mîrasa ji me re hiştine derkevin. Jiyana azad û wekhev a tevahî şehîdên me ji bo wê têkoşîn kirin em ê bi serketinê tacîdar bikin. Em ê ti carî heval Sorxwîn û heval Azadî ji bîr nekin. Di jiyan û têkoşîna xwe de em ê her du hevrêyên xwe yên hêja timî bidin jiyandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.