Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kurd bi ruhê netewî ji bo Rojava kom bûn’

11/02/2026
in ROJEV
A A
‘Kurd bi ruhê netewî ji bo Rojava kom bûn’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokatiya Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a PYD’ê Sema Begdaş diyar kir ku dema mijar dibe gelê Kurd hemû hêzên desthilatdar ên ku di koka xwe ya dîrokî de dijminên hev in dibin yek û êriş dikin, lewma pêwîst e Kurd jî bi wê helwestê xwe bikin yek, ji ber hêza Kurdan di yekîtiyê de ye û got, “Hemû Kurd bûn parazvanên Rojava û tevlî berxwedanê bûn.”

Komployên li ser gelê Kurd bê ser û berin, ji ber dema mirov dîroka Kurd dixwîne yan jî bixwaze binivîse, dibîne ku ew di gelek Komployan re derbas bûne. Hemû Komplo jî li ser yek bingehê û bi eyînî dewletan hatiye meşandin, bingeh jî ew e; qirkirina gelê Kurd e, rakirina destkeftiyên Kurd û tunekirina wan e. Ev jî ji parçekirina Kurdistanê bigire heya roja îro li her çar parçeyên Kurdistanê komplo hatine meşandin. Niha jî li Rojavayê Kurdisatnê piştî ewqas sal ji şoreşê, komployeke navdewletî li ser tê meşandin. Ev hemû jî berdewamiya peymanên Qesra Şêrîn û Saykis-Pîko ne. Lê li hemberî her tiştê ku bû û dibe, gelê Kurd li ber xwe daye û komplo vala derxistin. Îro jî bi hêza gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê, Komploya li ser Rojava vala tê derxistin.

Derbarê rewşa Rojava, şandeyên ku serdana Rojava kirin, xebatên bo yekrêzî û yekîtiya Kurdî, Hevserokatiya Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş ji Rojnameya me re axivî.

‘Projeya demokratîk armanca sereke ya êrişan bû’

Sema Begdaş diyar kir ku êrişên li ser Rojava ji Helebê dest pê kir û ber bi tevahî herêmê ve hat û wiha got: “Ev nêzî mehekê ye ku êriş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, ev êriş ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir û ber bi tevahî herêmê ve hat, heta gihaşt navçeyên Çilaxa û deverên dîtir. Ev êriş encama komployeke hêzên hegemonin ku berjewendiyên wan di vê herêmê de hene, lewma li ser bingehê lihevkirineke van hêzan, êriş hatin destpêkirin. Herwiha êrişên li ser herêmê li ser projeya Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ji ber projeya rêveberiyê bi berxwedaniya gelên herêmê pêk hatibû, bi taybet ku ew projeyeke demokratîke di nav xwe de her kesî digire û jin pêşengiya wê dike. Lewra êriş di asta pêşîn de li ser vê projeyê û qirkirina gelê Kurd bû. Di heman demê de ev zêdeyî salekê ye ku li Sûriyê gelek komkujî û qirkirin li ser gel û pêkhateyên dîtir pêktên. Komkujî destpêkê li ser gelê Elewî û Durzî destpêkirin, niha jî berê xwe dane gelê Kurd û projeya netewa demukratîk.”

‘Kurd rabûn ser piyan’

Sema Begdaş eşkere kir ku bersivdayîna seferberiyê gelekî xurt bû û wiha anî ziman: “Encamên êrişan û encamên negihaştina lihevkirinekê ku xwestekên gel û fedekariya wan pêk tîne, rewşa seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat ragihandin ku ji Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê tê xwestin rabin ser piyan û li hemberî van êrişên ku hebûna Kurdan armanc digre, helwestên xwe nîşan bidin. Bersivdayîna seferberiyê jî li Kurdistanê û tevahî cîhanê gelekî xurt bû ku gelê Kurd di hemû aliyan de rabûn ser piyan. Lidarxistina meşan, çalakî, şermezarkirin û serdana balyozxaneyan, herwiha pêngaveke xurt ji şandeyên ku serdana herêmê jî kirin hebû û heya niha jî ev yek berdewam e.”

‘Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye’

Sema Begdaş tekez kir ku tecrûbeya Rojava bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê dike û wiha bilêv kir: “Rojavayê Kurdistanê beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye, lê tecrûbeya wê bandorê li ser Bakur, Başûr û Rojhilat jî dike. Ji ber li Rojava şoreşeke rasteqîn hebû û ew destkeftiyeke ji aliyê Kurdan ve hatiye bidestxistin. Di heman demê de Şoreşa Rojava dengê xwe gihandiye her derê, çi li ser asta Sûrî, Rojhilata Navîn û cîhanê be, ji ber wê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerkir û mirovahî tev parast û xeteriya wê li ser cîhanê bi dawî kir. Hem jî berxwedana jinên Kurd, Projeya Demokratîk û hevgirtina pêkhateyan hişt ku gel, tevgerên demokratîk ên jin û giştî û kesên naskirî û navdarên cîhanê, ji bo Rojava serhildan û piştgiriyê bikin û gotin; Divê parastin û garantiyek ji bo şoreşa Rojava hebe, ji ber ew şoreşa mirovî ye di asta yekem de, herwiha ew şoreşa jin, demokratîkbûnê û azadiyê ye.”

‘Gelek şandeyan serdana Roava kirin û piştgiriya şoreşê kirin’

Sema Begdaş diyar kir ku di nava rewşa heyî de gelek şandeyan serdana Rojava kirin û wiha axaftina xwe domand: “Ji xwe gelek şandeyan serdana Rojava kirin ku ji Bakurê Kurdistanê DEM Partî, partiyên cuda, tevgerên jinan û malbatên Şehîdan bûn, herwiha nûnerên partiyên Tirkiyê jî ji partiyên Çepgir tevlî van şandeyan bibûn. Di heman demê de şandeyek ji parlemana Başûrê Kurdistanê, şandeyek ji hunermendên Kurd ên li Ewropa, şandeyek ji tevger û kesayetên muxalefetê ji Başûr jî serdan kirin. Hem jî şandeyên Biyanî serdana tevgerên jin û Rêveberiya Xweser kirin. Ev şande bi gelek aliyên cuda re jî hevdîtin kirin û piştgiriya xwe ji bo Şoreşa Rojava tekez kirin û diyar kirin ku heger ev şoreş têk biçe wê bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.

Tevgereke xurt a şandeyan heye û hîna jî serdana şandeyan berdewame. Hatina şandeyan ji bona Rojava, di nava berdewamiya êrişan û Koçberiyê de, dide xuyakirin ku şandeyên ku hatine amadebûna xwe ji bo Rojava piştrast kirin û pêwîstiya hevkariya navneteweyî ya tevahiya rêxistinan ji bo piştgirî û parastina destkeftiyên şoreşê destnîşan kirin. Hemû axaftin di vê çarçoveyê de bûn ku wan amadebûn û piştgiriya xwe ji Rojava re diyar kirin û gotin; “Şoreşa Rojava şoreşeke girîng e divê destkeftiyên wê werin parastin, ew şoreşa sedsala 21’emîn e, şoreşa jin û ya gelan e ku bang li demokratîkbûn û aştiyê dike.” Herwiha şandeyan insyatîveke baş di aliyê mainewî û madî de jî kirin. Hem jî diyar kirin ku wan jî moral ji berxwedana Rojava girtin û hestekî hevbeş bi hev re hat parvekirin.”

‘Helwesta navdewletî bi berxwedana gel hat guhertin’

Sema Begdaş anî ziman ku wan tu carî hêvî ji hêzên navdewletî nekirine û wiha pê de çû: “Dema em behsa hêzên navdewletî dikin, ev dewlet her tiştî ji bo bidestxistin û pêkanîna plan û berjewendiyên xwe kar dikin, ji wan re ne girînge ku gel bên qirkirin, an jî demorkatî û aştî hebe. Ji ber ev hêz li ser kirîz, şer û derxistina pevçûnan di navbera pêkhateyan de, jiyan dikin. Lewra em tu hêviyê ji wan nakin. Ji bo wê em dizanin bêdengiya navdewletî weke hêz ne li gorî peymanên navneteweyî û mafên mirovan e. Lê berxwedana gelê Kurd dîrokî bû ku gelê Kurd bi melyonan li tevahiya cîhanê rabûn ser piyan. Herwiha yekîtiya netewî ya li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek ruhî pêk hat û hemû jî bûn parazvanên Rojava û tevlî şoreşê bûn. Bi sedan ciwanên Kurd sînorên ku dewletan xêz kirine, rakirin û tevlî berxwedanê bûn, pê re jî yekîtî û hevgirtina gelê Kurd hebû.

Xala din jî ya ku hişt tevgereke navdewletî çêbibe, ew bû ku di nava van salên şoreşê de têkiliyên me yên dîplomasî li ser asta cîhanî hatibûn pêşxistin û em bi xwe jî tevlî gelek konferanên li ser asta cîhanî bibûn. Di heman demê de gelek kesan serdana herêmê kiribûn û tecrûbeya li vir bi çavan dîtibûn û bi awayekî serkeftî nirxandibûn. Lewra wan li hemberî van êrişan bertek û hewlestên xwe raber kirin û heya niha ew di nava hewldanan de ne ji bo parastina Rojava. Vê jî bandor kir ku civaka navdewletî bikeve nava tevgerê de. Herwiha senator Lîndsîgraham bi daxuyaniyekê got ku gelê Kurd isbat kirin hêza girseya gel ji ya dewletê xurt e, ev jî hemû bi piştgiriya gelê Kurd û hivalbendên Kurdan pêk hat.”

‘Hêza Kurdan di yekîtiyê de ye’

Sema Begdaş axaftina xwe wiha qedand: “Her tim mijara yekîtiya netewî armanca me ya istrateîjîke ku em ji bo wê kar û xebatê dikin. Lê îro roj “Yekîtiya Netewiya Kurd” pêwîstiyekî istratîjîke gerek pêk be, ji ber îro êriş li ser gelê Kurd e û destkeftiyên wan di xeteriyê de ne. Ne tenê li Rojava lê li tevahiya Kurdistanê destkeftiyên Kurdan di metirsiyê de ne. Ji ber hêzên hegemon dixwazin dîsa di vê sedsalê de Kurdan bixin qurbaniya lihevkirin û planên xwe. Lewma girîngiya Kurdan bi yekrêzî û yekîtiyê li hemberî êrişan heye. Ji bo vê jî niha hewldan hene, beriya niha Konferansa Netewî ya Kurd çêbû, şandeyek hat avakirin ev xebat gerek hîna em berdewam bikin. Ji ber hêza me di yekîtiya me de ye wekî çawa ev hêzên desthilatdar xwe dixin yek tevî ku di koka xwe ya dîrokî de dijminên hev in, lê dema mijar dibe Kurd, ew dibin yek û êriş dikin, gelê Kurd jî gerek bi wê helwestê xwe bikin yek. Ji ber Kurdên niha ne Kurdên berî sed salî ne, Kurd îro xwedî rêberin, felsef, nasname, projeyên demokratîk in û têkoşînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.