Nehîr pale
Jin li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê kêmtirî 4 salan bi destê çeteyên DAIŞ`ê gihîştibûn asta ne tenê hebûna wan hatibû tine kirin, DAIŞ ew perçiqandibûn, nefes li wan qutkiribû. Ji sala 2014`an heyanî 2017`an malbat ji bo keçên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê biparêzin ji temenê 13 salî ew dizewicandin. Di bin navê ol de jin anîbûn rewşa ji ber ew jinin, nefret ji xwe bikin.
Piştî çend roj li ser ketina HTŞ`ê ya wan herêman, jin heman hestan dijîn. Dibêjin: `HTŞ`ê DAIŞ e. Çekdarên HTŞ`ê bi heman rêbazên DAIŞ nêzî me dibin. Destûr nadin em karê xwe berdewam bikin û dema em çûn me daxwaz kir karê xwe berdewam bikin, îhanet li me kirin.`
Destpêka HTŞ`ê ket van herêman pey rêveber û xebatkarên sazî û meclisên jin ketin. Gef li wan xwarin ku xwe radestî wan bikin û eger neçin gel wan wê bi ser mala wan de bigrin û bi darê zorê wan bibin. Bi taybet jinên ku di YPJ`ê, Asayîş û Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya ciyê xwe girtine dixwar.
Li wan herêman hemû rêbazên li ser jin didin meşandin, dixwazin bi rûmeta wan bileyîzin û îradeya wan bişkîn in. Bi taybet jinên ku di hêzên leşkerî û xebatên Zenûbiya de ciyê xwe girtine, hedef têne girtin.
Sala 2017`an piştî ew herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgar kirin û li ser sîstema Rêveberiya Xweser hatin birêxistin kirin, cara yekem bû ku jinên ereb destûr ji wan re dihat dayîn ku tevlî xebatên rêxistinî, siyasî, perwerdehî, rêveberî, leşkerî, dîplomasî û xizmetguzarî bibin. Êdî dikarîbûn bi riya saziyên xwe zexta li ser jinê tê kirin, lêpirsîn bikin û hesab bixwazin. Mala Jin li hemû kantonan vebû û bû stargeha jinan. Diyardeya tûndî, destdirêjî, zewaca bi temenê biçûk û pir zewacî êdî ketibûn rojeva civakê de û jin li hemberî wê dibûn xwedî helwest. Jin êdî li hemberî kiryarên li wê dihat kirin, nema bêdeng diman.
Bi navê jin çalakî birêxistin dikirin, li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê Akademî vekirbûn û jin perwerde dikirin. Jinên ku civakê rê nedida hebûna wan, di nava Rêveberiya Xweser de gihîştin asta ku li Akademiyan perwerde bidin û pêşengtî bikin.
Di navbera çend salan de jin li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê li hemberî zayendperestiyê dest bi têkoşînê kirin. Şikandina qeydên ol û adetan, ji bo jinan şoreş bû û jina ereb bi wêrek li ser van qeydan de çû.
Niha HTŞ`ê hewl dide şoraşa jina ereb destpêkirî biçewisîn e. Ji ber vê yekê jinên Dêra Zor, Reqa û Tebqayê yên di saziyên xweser de dixebitîn wê baskê wan bişkîn in. Îxanet li wan kirin û gef li wan xwarin rêbazên destpêke ne ku didin bikar anîn. Piştre jî wê destûr nedin ku ev jin ciyê xwe di saziyan de bigrin û wê wan li malê bifetisîn in. Jinên li hemberî zayendperestiyê destbi têkoşînê kiribûn, wê dawî li hebûna wan bîn in.






