Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di deh salên dawiyê de heft milyon jin ji jinbûyînê hatine derxistin

11/02/2026
in JIN
A A
Di deh salên dawiyê de heft milyon jin ji jinbûyînê hatine derxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Li gorî pêşbîniyên NY’yê di 10 salên dawî de 7 milyon jin li welatên cûda hetine sinetkirin. Nîşaneyên derûnî yên sinetkirinê dişibe destavêtinê, her çendî sinetkirina jinan xwedî dîrokeke dirêj jî be, berxwedana jinan ya li hemberî vê jî xwedî dîrokeke mezin û xurte.

Tevî hewlên berdewam yên ji bo bi temamî rakirina sinetkirina jinan, her tim metirsiya dubare derketina holê heye, li gorî amarên dawî, her sal bi milyonan jin dibin qurbaniyên vê diyardeyê û her diçe zêde dibe. Li gorî pêşbîniyên NY’yê di 10 salên dawî de dibe hejmara jinên sinetkirî bigihêje 7 milyon kesî Roja 6’ê Sibatê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan hatiye ragihandin, diyardeyeke ku her sal bi milyonan jin dibin qurbanê vê diyardeyê û encamên wê qet bi dawî nabin.

Ji ber vê yekê sûcekî li dijî mirovahiyê tê dîtin ku ji bo jinên ku di encamê de seqet dibin û bi tundî tên cezakirin. Sinetkirina jin di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan a madeya 19 û 24’an qedexe ye zarokên keç werin sinetkirin.

NY: Di salên bê de dibe rêjeya sinetkirina jinan bigihêje 7 milyonî

Meha borî li welatê Sîera Leone ya li Rojavayê Efrîqayê 3 keçên di temenên 12, 13 û 17 salî de ji ber sinetkirinê jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî ji ber ku sinetkirina jinan dibe sedema seqetbûnê weke kiryareke li dijî mirovahiyê îlan kir. Lê heta niha jî ev diyarde li Rojhilata Navîn, Efrîqa û hin deverên Asyayê wek kevneşopiyekê tê meşandin. Li gorî rapora herî dawî ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’an de zêdetirî 4 milyon û 300 hezar jin û keç hatine sinetkirin ku ev rêje wê heta sala 2030’an wê gelek zêdetir bibe û heta 10 sal piştî wê jî dê bigihije 7 milyonan.

Di sala 2015’an de metirsiya sinetkirinê li ser 3 milyon û 800 hezar jin û keçan hebû, lê her sala hejmar zêde dibû ev metirsî hîn zêdetir dibe.

Her wiha li gorî bîlançoya Rêxistina Wadî Almanyayê ya ku kar û projeyên xwe li Herêma Kurdistanê pêktîne û ji bo ji holê rakirina diyardeya sinetkirina jinan kar dike, di sala 2022’yan ya li Başûrê Kurdistanê 213 buyerên sinetkirinê hatine tomarkirin. Ji van 147 bûyer li Ranya û 66 bûyer li Hewlêrê bûn ku kesên hatin sinetkirin di navbera temenê 0-18 salî de bûn.

Di nava çend salên borî de rêjeya sinetkirinê li Başûrê Kurdistanê ber bi kêmbûnê ve diçe. Di sala 2022’yan de li Germiyan tu bûyera sinetkirinê nehate qeydkirin. Lê ya ku di nava rêxistinan de bûye sedema fikaran şêweyê veşartî yê vê çanda xirabe. Ji berê wê jî pêngavên xwe yên ji bo hişyarkirina jin û keçan li ser metirsiya vê kiryarê berdewam dikin.

sinetkirina jinan di Îranê de, ber bi kêmbûnê ve diçe, lê %50 ji keçkên li deverên parêzgeha Homozganê heya niha jî, pêka edetên berê tên sinetkirin, û herwisa ev mijara di hin deverên Îranê de, berdewam dike.

 

Encama sinetê dikare bibe sedema mirina jinê

Ew fonksiyonên xwezayî yên laşê keç û jinan mudaxele dike. Sinetkirina jinan weke êşkenceyê, dibe sedema êş û azara giran. Encamên wê dikarin bibin sedema mirinê. Piraniya keçên ku ji mirinê difilitin divê di jiyana xwe ya mayî de şopên birînên fîzîkî û psîkolojîk tehmul bikin. Sedemên sinetkirina jinan ku mafê zarokên keç ên tenduristî, ewlekarî û ewlekariya bedenî binpê dike, ji herêmek bo herêmek din li gorî faktorên civakî û çandî yên di nav malbat û civakan de cuda dibe. Rêxistina Tenduristiya cîhanî û Neteweyên Yekbûyî sinetê wekî binpêkirinek lebatên genîtal ên jinan dibîne. Koka peyva sinetkirinê ji zimanê Erebî tê ku ev yek ji mêran derbasdar e lewre li gorî olê mêr tên sinetkirin, lê li hin herêman sinetkirina jinan jî heye, ev yek bi navê xefad tê kirin û ev danasîn bi taybetî ji bo sinetkirina jinan e.

Gelek jin ji ber vê kiryarê dema ku anîna zarokan an sinet dibin ji ber çûyîna xwîna zêde jiyana xwe ji dest dane. Êşên giran heya dawiya jiyanê berdewam dikin. Herwiha dibe sedema nexweşiyên AIDS û vîrûsa hepatît. Çareserkirina van nexweşiyan jî zehmete. Lewma di warê tenduristî de bi tu awayî nabe sinetkirina jinan pêkwere.

Nîşaneyên derûnî yên sinetkirinê dişibe destavêtinê

Jinên sinetkirî û çalakvanên mafê jinan diparêzin ên li dijî sinetkirinê teqez dikin ku nîşaneyên derûnî yên sinetkirinê dişibe destavêtinê. Bandora wê ya li ser jinan ji kêliya destpêkê dema sinet dike, baweriya xwe bi derdor winda dike. Dema wê dibin ji bo emeliyet bikin, destpêkê baweriya xwe bi xwe û hezkirina xwe ya jiyanê winda dike. Her tim hestê kêmbûn û şerma ku ew jinek seqete yan jî nîv mêr e hîs dike. Jinên tên sinetkirin êşa vê tecrûbeyê heta dawiya jiyana xwe dikşîne û gelek ji wan li gel derbasbûna ewqas sal li ser bûyerê re ew dîmen ji ber çavê wan naçe. Li gorî qanûna hejmara 8 a sala 2011’an a parlamentoya Herêma Kurdistanê sinetkirina jinê qedexe ye, lê ev qanûn heya astekê tenê li ser kaxezê dimîne.

Li gorî vê qanûnê;

-Her kesê hewldana sinetkirina jinan bide, wê cezayê madî jêre were dayîn. Wê ceza ji mîlyonekê kêmtir nebe û ji 5 mîlyon dînarê Iraqî zêdetir nebe.

-Her kesê/a ku jinan sinet bike, yan jî beşdarî vî karî bibe, wê cezayê girtîgehê bigire. Cezayê girtîgehê wê ji 6 mehan kêmtir nebe û ji salekê zêdetir nebe. Yan jî wê di berdêla wê de pere bide. Ew jî wê ji 2 mîlyona kêmtir nebe û ji 5 mîlyon dînar zêdetir nebe.

-Kesên beşdarî sinetkirina bêdaxwaz bibin, wê werin cezakirin û cezayê wan yê girtîgehê ji salekê kêmtir nebe. Yan jî wê 5 ji mîlyona kêmtir nebe û ji 10 mîlyon dînar zêdetir nebe.

– Eger kesa/ê ku sinetkirina jinan bike, bijîşk, yan tendûristkar û personel be wê sê salan ji kar were dûrxistin.

Li gorî daneyên rêxistinên jinan û mafên mirovan di salên dawî de rêjeya sinetkirina jinan kêm bûye, lê hîn ev diyarde bi awayek veşartî berdewaw dike. Hîn li hinek deverên Herêma Kurdistanê û gundan didome.

Li gelek welatên Ewropayê tevî cezayên giran û pereyan jî bi sed hezaran jin û keç hatin sinetkirin û gefa sinetê li wan tê xwarin.

Tê texmînkirin ku li Fransayê derdora 40 heta 60 hezar jin û keç bûne qurbanê sinetkirinê. Li gorî hin lêkolînan ev hejmar di salên dawî de di navbera 120 hezar heta 320 hezarî de ye. Li Fransayê li kesên ku zarokên keç sinet dikin herî kêm 5 sal cezayê girtîgehê, eger zarok jiyana xwe ji dest bidin jî ji 20 heta 30 salî cezayê girtîgehê tê birîn.

Li Swîsreyê jî hejmara keç û zarokên ku hatine sinetkirin an jî gefa sinetkirinê li ser wan heye derdora 15 hezar kesî ye.

Li Swêdê jî ev hejmar derdora dehan hezar kesî ye. Li gorî lêkolîneke sala 2015’an li Swêdê hate kirin, hejmara jin û keçên hatin sinetkirin 38 hezar kes e.

Li Elmanyayê jî hate ragihandin ku heta sala 2018’an zêdeyî 65 hezar jin hatin sinetkirin.

Sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê

Li gorî raporên salane yên saziyên hişyariyê û pêşxistina jinan û zarokan ya li Iraqê ‘Edwî’, sala 2025’an li herêma Kurdistanê 77 zarokên keç temenê wan kêmî 10 salî hatine sinetkirin. 74 zarokên keç li navçeya Ranya ser bi îdareya Raperîn û 3 jî li parêzgeha Hewlêrê hatine sinetkirin. Her çendî li gorî yasayê sinetkirina jinan qedexe be jî, lê ev dane rastiya dewamkirina vê kevneşopiyê bi vekirî radixe ber çavan.

Welatên ku herî zêde Rojhilata Navîn rêjeya sinetkirina jinan heye wihane; li Somalî ji sedî 98 keç û jinan tên sinetkirin, Gine ji sedî 97, li Malî ji sedî 89, li  Misir ji sedî 87, li Sûdan ji sedî 87,  li Erîtreya ji sedî 83 û Yemen ji sedî 19 û li Iraqê ji sedî 7.3 ye.

Helwestên jinan ya li hemberî sinetkirina jinan

Her çendî sinetkirina jinan xwedî dîrokeke dirêj jî be, berxwedana jinan ya li hemberî vê jî xwedî dîrokeke mezin û xurt e. Saziyên civaka sivîl û navxwe bê navber di nava civakê de gihiştina rastiya vê mijarê û daneyên berbiçav tim li qadan di nava têkoşînê de ye. Sinetkirina jinan xeteriyeke mezin li ser pêşeroja jinan dike, ev jî ji hişmendiya zayendperest a mêr e ku jinê qebûl nake û dixwaze hestên wê tune bike û bike mêr. Hişmendiya mêr a paşverû ji beriya niha bi seda salan xwe didomîne, mixabin jî gelek malbet û di nava wan de dayîk dikevin nava van xefikan ku jinan sinetbikin û mudexeleyî zayend û fonksiyonên xwezayî yên laşê keç û jinan bibin.

Hêjayî bêrxistinê ye ku di Ol de tu îsbat yan gotinek ji bo sinetkirina jinan nîn e û nehatiye gotin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.