Ayşa Silêman/ Dêrik
Cîgirê hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Raman Ismaîl diyar kir ku meclis bi hemû derfetên heyî hewil dide destekê bide gel û barê vê rewşê li ser wan sivik bike û got: “Ji bo koçberan niha em ê 6 hezar lître mazot belav bikin.”
Li seranserî cîhanê dewletan xwe kir yek û li ser gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê êriş pêkanîn di encamê de gelek kuştin, talan kirin û koçberî çêbû. Di heman demê de rewşa avhewayê jî gelek zor bû, koçber jî di dibistan û mizgeftan de bicih dibûn di bin wê sermê de bi dehan zarok û kal nexweş ketin. Lewma Meclisa bajaran biryar girt ku li gor derfetên heyî mazotê belav bike.
Di derbarê belavkirina mazotê li gel û cihên ku koçber lê dimînin cîgirê hevserokê meclisa bajarê Dêrikê Raman Ismaîl ji Rojnameya me re axivî.

Meclis li gor pêwîstiyan sotemeniyê belav dikin
Raman Ismaîl da zanîn ku ji destpêka êriş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, penaber derbasî Dêrikê bûn meclisa bajarê Dêrikê ev cara pêncan e ku mazotê belav dike û wiha got: “Em sotemeniyê bi riya komînan li gelê Dêrikê, bajarok û gundên girêdayî wê belav dikin, di heman demê de li ser cihên ku koçber lê dimînin jî belav dikin. Armanca me ew e ku li gor derfetên heyî em alîkariya gel bikin, gelê me yê koçber bûye em navê koçberiyê li wan nakin, ji ber ku em di yek herêmê de dijîn ew jî niha mêvanên me ne. Lewma çi pêwîstiyên wan hebe em ê destek bidin wan, da di vê sermayê de rastî nexweşiyan newin. Niha em ê 6 hezar lître mazot belav bikin li dibistan û mizgevtan, her cihek li gor hijmara malbatan em belav dikin, da ku em kêmasiyê nekin têde û tu der pê par nemîn.”
‘Divê rêxistinên mirovî destekê bidin koçberan’
Cîgirê Hevserokê Meclisa bajarê Dêrikê Raman Ismaîl axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Daxwaza me ji hemû rêxistinên mirovî û yên nadewletî ew e ku bibin alîkar bin derheqê van penaberan, ji ber ku êşa wan giran e kesê ku ev 4 caran mala xwe bar kiriye, gelekî zehmet e. Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku destek bidin koçberan ji ber ku jiyana di dibistanan de gelekî zehmete û li tu welatan tu kes nikare di dibistanan de debara jiyana xwe bike.”






