Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevseroka komîna gundê Girziyaretê Abasa Heybet Yûsiv diyar ku ew ê heya dawiya temenê xwe li pişta şervanên xwe bin û çi erk bikeve ser milê wan wê pêk bînin.
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê seferberî hat ragihandin her kurdekê bar girt li ser milê xwe ku xwedî li axa xwe derkevin, ciwanan çek hilgirt û dayîkan jî soza piştgiriya wan da. Li seranserî bajar û gundan dayîkên temen mezin ji bo şervanên di çeperên şer de xwarinê amade dikin û li wan belav dikin. Îro jî li gundê Girziyaretê Abasa yê girêdayî bajarê Dêrikê dayîkan bi coş û moralekî bilind xwarin ji bo şervanên di çeperên şer de amadekirin û li wan belav kirin.
Di derbarê piştgiriya şervanên di çeperên şer de hevseroka komîna gundê Girziyaretê Abasa Heybet Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.

‘Em bi dil û can bi şervanên xwe re ne’
Heybet Yûsiv da zanîn ku ew bi şev çekê hildigirin û bi roj ji bo şervanan xwarinê amade dikin û wiha got: “Em soz didin li ser şopa şehîdên xwe bin û pişta şervanên xwe bernedin. Li seranserî cîhanê dewlet bûn dijminên kurdan û îxanet li gelê kurd kirin û komkujî li ser wan pêk anîn, li seranserî hêrêma me kurd êş û zehmetiyên pir mezin re rû bi rû man û ji malên xwe derketin û koçber bûn. Gelê kurd rojekî destdirêjî li ser tukesî nekiriye û mafê tikesî nexwarine, em gelekî aştî xwazin û xwedî li axa xwe derdikevin. Dijminê ku destdirêjiyê li ser keçê me bike û keziyên wan kur bike em ê tucarî nikaribin baweriya xwe pê bînin. Saziyên mafê mirovan bi erkê xwe ranabin, heger erkê xwe pêk anîbana wê ev yek nehatiban serê gelê kurd ew jî destek didin van çeteyan û herkes çavê xwe digre. Her dewleta ku dorpêça li ser Kobanê dibîne û xwe bêdeng dike ew bê wijdane, heger xwedî wijdan bin nahêlin ev kiryar berdewam bibe. Bi hezaran zarok ji ber serma û bê xwerini jiyana xwe ji dest dan gelê Kobanê di rewşeke xirab re derbas dibin. Me soz daye û em ê hertim soza xwe nû bikin heya kurdek li ser rûyê erdê hebê wê parastina vê axê bike, em berxwedaniya şervanên xwe silav dikin û ji wan re dibêjin em bi dil û can bi we re ne.”







