MIhemed Seydi
Ev zêdetirî 20 rojan e ku bajarê Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve dorpêçkiriye. Elektirîk hatiye qutkirin û pêre jî av nagihêje xelkê. Xwarin û vexwarin kêm bûye û Dermanê gelek nexweşiyan jî nayê peydakirin. Ji ber dunya gelekî sare, ji bo germkirinê jî kêmbûna sotemeniyê bûye pirsgirêk. Herwiha pirsgirêkên peywendiya bi derve re jî heye, ji ber internêt ji roja êrişan dest pê kiriye ve qut e.
Ji ber nexweşxane û bijîşk kêmin, Kobaniyan ji bo rewşên lezgîn û emeliyatên xeter jî berê xwe didan nexweşxaneyên Şam an jî Helebê, lê ji ber rê girtî ne, ev jî dibe sedema xeteriya li ser jiyana gelek kesan. Ji ber di warê leşkerî de nikaribûn nêzî Kobanê bibin, dixwazin kobaniyan bi vî awayî bişkînin. Li dora Kobanê careke din DAIŞ kom kirine ku navê wan vê carê kirine artêşa dewleta sûriyê. Helwestên ku bi riya qaşo rojnamevanin derdikevin û dibêjin nêz bûye ku wê bikevin Kobanê, dide xuyakirin ku ev bajarê pêşiyên wan DAIŞ têk bir, bûye Kelem di çavên wan de. Her çiqasî li hevkirin di navbera Kurdan û Şamê de çêbûbe, lê li ser erdê li dora Kobanê dorpêç didome. Li gundên Kurdan ku artêşa Colanî ketinê, talanî, wêranî û dizî di bin navê xenîmeyan de didome. Hin vidyoyên ku belav bûn, dide diyarkirin ku çawa ketine mal û dikanên Kurdan û her tişt wêran kirine û dizîne û yê nekarîne bibin jî xerab kirine. Lê xelkê Kobanê yê ku berê rastî komkujiyan hatiye, bi tu awayî baweriya xwe bi van çeteyan û gurûpan nake û lewma rê nehat dayîn ku derbasî herêma wan bibin. Niha li nava her kolanê û taxê li ber her derî nobet tê girtin û bala herî zêde jî li ser sînorê ku çete di aliyê dewleta Tirk re derbas nebin. Ji xwe di sala 2014’an de jî dewleta Tirk DAIŞ di sînore derbas kir û xwest hîne jî derbas bike da Kobanê bikeve, lê ji ber Kurdan li ser sînor nobet digirt, nekarîbûn. Tevî ku di çarçoveya lihevkirinê de şandeyek ji Kobanê çû Helebê da ku dorpêç were rakirin, lê heta niha tu encameke diyar û li ber çavan derneketiye.
Di vê navberê de, Bijîşkên Kobanê hişyariya nexweşiya di nava zarokên Kobanê de da, ku ew jî ji ber nebûna ava paqij derketiye. Ji bo vê, diviya bû aliyên siyasî di vê derbarê de rojane daxuyaniyek bidana û raya giştî ji vê rewşa xeternak agahdar bikirana, lê heta niha zêde nehatiye kirin. Belkî sedemên xwe yên din hebin ku ev rewş zêde nakeve rojeva aliyan, lê divê çapemenî û rojnamevan vê rewşê zêdetir parve bikin da çavê her kesî biçe ser vî bajarî ku Terora Cîhanî li dîwarên wê têk çû. Ji hundirê bajar nikare zêde agahî were girtin, lê divê ji der ve de bikeve rojeva her Kurdekî. Kobanê bi erdîngariya xwe biçûke, lê bi şehîd û berxwedana xwe pir mezin û bi qîmete. Divê her kes li her deverê wekî 2014’an lê xwedî derkeve û destek bide da nebe qurbana bazarên navdewletî. Da nekeve destê yên ku li bendê bûn berê bikeve û niha jî bixînin. Zarokên Kurdan ên li Kobanê şehîd bûn, wesîyet kirin ku ev bajar nekeve destê neyar û dijminan. Divê ji bo Kobanê dilê her kesî lêbide, divê çavê her kesî li Kobanê be. Cangoriyên li goristana Kobanê, Kobanê diyarî Kurdan kirin da lê xwedî derkevin. Bila çavê Kurdan li Kobanê be! Kobanê ji bîr nekin!






