Ayşa Silêman/ Dêrik
Wênesazên jin di Peymangeha Bilind a Hunerê de diyar kirin ku gelê kurd di hemû cûreyên jiyanê de girêdana xwe bi ax, welat û şehîdên xwe ve nîşan didin û wiha gotin: “Me xwest em vê tabloyê xêz bikin, da ku ji herkesî re bidin xuyakirin ku şehîd her tim zindî ne.”
3 jinên ciwan ku cihê xwe di beşê wênesaziyê de digirin li Peymangeha Bilind A Hunerê li bajarê Dêrikê, bi riya firçeya xêzkirinê xwestin ji hemû cîhanê re wêneyên qehremanê nemir Ziyad û hevalên wî yên ku bi lehengî li Şêxmeqsûdê berxwedanî kirin, xêz bikin.
Di derbarê xêzkirina xwendakarên Peymangeha Bilind A Hunerê ji tabloya şehîdan re xwendekarên bi bavê Macîde Xelef, Şêrîn Mihemed û Mereh Elezîz ji Rojnameya me re axivîn.
‘Wênesaz firçeya wî çeka wî ye’

Xwendekara bi navê Macîda Xelef da zanîn ku ew ji Serê Kaniyê ye lê li Kobanê dijî û niha jî xwendekara sala yekê ye di Peymangeha Bilind A hunerê de cih digre û wiha got: “Me xwest bi riya vê tabloyê re hestên xwe ji bo şehîdan nîşan bidin, ji ber ku wênesaz firçeya wî çeka wî ye bi riya hunerê em nameyê dighînin civakê. Em êşa malbatên şehîdan hildigrin û bi riya xêz kirinê dihûnînin. Ev cara yekem bû ku ez tabloyeke bi vê êşê xêz dikim, hestên ku di hundirê min de heyî û min ne dikarî ji derdorê re ragihînim, min bi riya vê tabloyê derxist. Em hertim deyîndarên şehîdên xwe ne, ji ber ku ked û têkoşîna ku ew ji bo vê axê dikin cihê rûmet û serbilindahiyê ye. Huner derfetê dide me ku em hest û nêrînên xwe bînin ziman bê ku em biaxivin, nameya min ji gelê kurd re ew e ku her yek ji me bi rengekî cûda êşa şehadetê hildigre û bi riya vê tebloyê cîhanê giştî zanî ku şehîd her zindî ne û tucarî namirin.”
‘Heya dawiyê em ê li ser şopa şehîdên xwe bin’

Xwendekara bi navê Şêrîn Mihemed anî ziman ku ew û du hevalên xwe tabloyeke ku bi wêneyên şehîd Ziyad û hevalên wî xemilandî xêz kirin û wiha got: “Dema me berxwedanî û cesareta fermandar Ziyad dît me hêz jê girt lewma şehadeta wî bandor li me kir û birînek di hundirê me de çêkir. Min û her du hevalên xwe biryar dan ku em peyamekî bighînin cîhanê ku şehîdên me ne tenê hijmarin, lê ew hertim di bîra mirov de dimînin. Di tabloya me de her rengek wateyekî dide, bêtirî xwe rengê tarî têdeye ew tê wateya ku em xemgînin ji bo şehadeta hevalên xwe, di heman demê de di tabloya me de ronahî jî heye tê wateya hîn hêviya me heye. Bila herkes bizanibe her gaveke ku tavêjin li ser vê axê bi saya berxwedaniya van şervanên me ye. Niha jî çete dixwazin gorên van pekrewanan xira bikin, ev tê wateya ku ji gorên me jî ditirsin. Heya dawiyê em ê li ser şehîdên xwe bin û tucarî Bernadin.”
‘Her mirovek xwedî hest û derbirîneke cûda ye’

Xwendekara bi navê Mereh Elezîz diyar kir ku ew ji bajarê Qamişlo ye û li Peymangeha Bilind a Huner beşê wênesaziyê dixwîne û wiha got: “Her mirovek xwedî hest û derbirîneke cûda ye, em jî wek xwendekarên hunerê hestê xwe bi riya xêzkirinê derdixin. Me xwest em ji cîhanê re ragihînin ku gelê kurd di çi êş û azarê re derbas bû û tevî wilo jî berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin û canê xwe ji bo axa welat feda kirin. Ji bo me ev tablo cihê serbilindahiyê bû ji ber ku gelek kes hebûn ji derveyî welat bûn tabloya me li ser malperên xwe belav kiribûn û gelek nivîsên bi zimanên cûda xwedî wate jî li ser xêz kiribûn. Raste tabloyeke biçûke lê xwedî peyameke girîng bû ku me bi riya wê dengê xwe gihand cîhanê.”






