Navenda Nûçeyan
Peymana dawîn a derbasdar di navbera DYE û Rûsyayê de New Start, roja pêncşemê 5’ê Sibatê bi awayekî fermî bi dawî bû.
Peymana New Start ya ku di sala 2010’an de hate îmzekirin, derpêş dikir ku her du alî dikarin herî zêde 800 pergalên pekandinê, balafirên bomberdûmana giran û 1550 serikên nukleerî yên stratejîk ên hatine bicihkirin di destê xwe de bigirin. Peymanê di heman demê de di nava xwe de mekanîzmayeke teyîdkirinê dihewand.
Li gel bidawîbûna peymanê cîhan derbasî pergaleke nukleerî ya kêmtir tê kontrolkirin, bû. Bi taybetî jî piştî êrişên Rûsyayê yên di sala 2022’yan de li ser Ûkraynayê dane destpêkirin, çavdêrî di sala 2023’yan de hatin sekinandin û vê yekê pêvajo hesastir kiribû.
Antonio Guterres bidawîbûna peymanê wekî kêliyeke giring pênase kir
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres bidawîbûna peymana heyî weke “ji aliyê aşitî û ewlehiya navneteweyî ve weke kêliyeke gelekî girîng” pênase kir, herwiha diyar kir ku rîska bikaranîna çekên nukleerî gelekî bilind bûye û got: “Têkçûna destkeftiyên dehan salan, di demeke ji vê xirabtir pêk nayê.”
Sekreterê Giştî yê NY’ê bang li DYE û Rûsyayê kir ku bêyî ku zêde wext derbas bibe vegerin ser maseyê û di çarçoveya bêçekkirineke nû de li hev bikin.
Guterres ev yek anîn ziman: “Ji nîv sedsalê zêdetir e cara ewil e ku em bi cîhaneke ku di navbera DYE û Rûsyayê de tu sînorên cebilxaneya nukleerî tune ye re rû bi rû ne.”
DYE û Rûsya zêdetirî ji sedî 80’yê serikên nukleerî di destê xwe de digirin. Ji dema Şerê Sar ve ye di navbera her du welatan de hin lihevkirinên têkildarî kontrola çekên nukleerî di meriyetê de bû.
Her wiha DYE, di sala 2019’an de ji Peymana Hêzên Nukleerî yên Nîvmenzîl ya di sala 1987’an de li gel Rûsyayê îmze kiribû, vekişiyabû.
Bertekên navdewletî
Elmanya jî fikarên xwe li ser bandorên vê gava Rûsyayê anî ziman, di heman demê de Fransa ku yekane hêza nukleerî ya Ewropî ye, bang li welatên mezin kir ku li ser avakirina pergaleke nû ya kontrolkirina çekan a navneteweyî bixebitin, ji ber ku dawiya “New START” tê wateya windakirina sînorkirinên dawî yên li ser cebilxaneyên nukleerî yên herî mezin ên cîhanê ji bo cara yekem ji Şerê Sar ve.
Bendên peymanê
Peymana New Start, sîstema dawî ya mayî ya kontrolkirina çekên nukleerî di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê, du hêzên nukleerî yên herî mezin ên cîhanê de ye. Piştî ku bi dehsalan yek ji stûnên sereke yên kêmkirina xetereyên rûbirûbûna rasterast a nukleerî û parastina astek ji îstîqrara stratejîk a navneteweyî bû.
Peyman di sala 2010’an de li paytexta Tişîk, Bragê, hate îmzekirin û di sala 2011’an de ket meriyetê. Armanca wê ya sereke ew bû ku sînorên taybetî li ser çekên nukleerî yên êrişkar ferz bike ku hem Washington û hem jî Moskow dikarin bi kar bînin, bi vî rengî îhtîmala karanîna hevbeş a karesatbar a çekên nukleerî kêm bike.
Peyman sînorên hişk destnîşan kir, ya herî giring ku tenê 700 mûşekên balîstîk yên ku parzemînan derbas dike bên bikaranîn, herwiha mûşekek ji binavê bê avêtin û bombebaranên giran, digel herî zêde 1550 serikên nukleerî yên li ser mûşekan hatine bicihkirin û 800 pergalên pekandinê, çi di xizmetê de bin an na.
Peyman giringiya xwe ji mekanîzmayên lêpirsîna ku şandiye digre, ji ber ku wê rê da ku vekolînên meydanî yên hevbeş di navbera her du aliyan de çêbibe, ji bilî danûstandina daneyan bi awayekî dewrî û agahdariyên têkildarî tevgerên çekên nukleerî û ceribandinên mûşekan, ku pileya bilind a şefafiyetê peyda kir û xetereyên hesabên şaş ên stratejîk kêm kir.






