Navenda Nûçeyan
Ji destpêka sala 2026’an û vir ve, herêma berava Efrîqayê şahidiya zêdebûnek berbiçav di çalakiyên komên çekdar û gefan de bûye, di nava metirsiyên ku ev gef ji bandorên ewlehiyê dikarin xwe bighînin welatên cîran.
Gihaştina DAIŞ’ê di naveresta Nîcer de rewşeke rageşiyên herêmî derxistiye holê, bi taybet piştî êrişa ku balafirgeha Navneteweyî ya Niyamî hedef girt, hin çavdêr dibînin ku rêxistina DAIŞ’ê ji nû ve rêxistinkirina rêz û amûrên xwe li herêma berava Efrîqayê nîşan dide, ku ev yek şiyana wê ya derbasbûna di nav pergalên ewlehiyê de yên herêmê zêdetir dike.
Neteweyên Yekbûyî berî niha jî hişyarî dabû ku rewşa ewlehiyê li Rojavayê Efrîqayê û herêma beravê her ku diçe aloztir dibe û ji çarçoveya herêmî wêdetir diçe û dibe gefeke gerdûnî ya mezin, di demekê de ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres fikarên xwe yên li ser vê xeteriyê ku herêmê bi tevahî tehdîd dike anîbû ziman.
Li navenda herêma beravê, Malî, Borkina Faso û Nîcer hîn jî welatên ku herî zêde rastî pevçûnên çekdarî tên, ku operasyonên terorîstî ji şêwaza şerê çekdarî yê kevneşopî wêdetir çûne û avahiyên serwer ên wekî baregehên leşkerî û balafirgehan hedef digrin, digel hewldanên ferzkirina dorpêçkirina navendên bajaran û hikûmetê, da ku saziyên dewletê qels bikin û şiyanên wan ên ewlehiyê kêm bikin.
Berfirehbûna êrişan û windakirina qadên berfireh
Li gorî Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Şerê Çekdarî, herêma Têlabêrî ya Nîcerê di demên dawî de asteke bilind ji tundiyê tomar kiriye, di heman demê de bilindbûneke berbiçav di zêdebûna êrişan hatiye dîtin, ji ber ku rêxistinên cîhadîst operasyonên xwe li dijî sivîlan û hikumetê berfireh kiriye.
Berfirehbûneke zêde ya çekdaran li Malî û Borkina Faso çêbûye, wekî koma Nesrat El-Îslam û El-Muslimîn herwiha rêxistina DAIŞ’ê li beravê, ev yek hişt ku desthilatên van dewletan qadên berfireh winda bikin. Li gorî Platforma “Lêkolîna Ewlehiya Efrîqayê” ku îşaret kir li ser qelsbûna kordînasyona herêmî û jihevxistina mekenîzmeyên hevkariya bi koma “Îkwas’ê” re, ku hiştin qada tundiyê berfireh bibe û şiyana komî li hember rawstandina gefan qels kir.
Tevgera DAIŞ’ê piraniya wê di hundirê sînorê di navbera Malî, Nîcer û Borkina Faso de ye, digel berfirehbûnek zelal li bakur û rojhilatê Nîcer, nemaze li herêmên derdora gola Tşadê ku jîngeke erdngarî û ewlehî kur ava dike dihêle tevgera wê hêsan bike.
Koma aloziyên Navdewletî diyar kirin ku çekdar hewil didin ku kontrolkirina xwe li ser gundewaran xurt bike, herwiha zextê li ser deshilatên leşkerî li Malî bike ji berdêla kontrolkirina bajaran bi awayekî rasterast wekî rewşa Borkina Faso.
Vê komê lê zêde kir ku şerê li herêma beravê sînaryoya siyasî guherand, îşaret li ser hêrsa gel kir di encama têkçûna hêzên biyanê bi pêşengiya Fransayê, ji ber nikarîbûna wê di dorpêçkirina komên çekdarî de di salên di navbera 2020-2023’an de ku hişt derbeyek leşkerî li her sê welatan çêbibe.
Lîbiya vedgere qada rageşî û aloziyan
Başûrê Lîbiyayê piştî êrişeke çekdarî ya li ser deriyê sînorê El-Tom û hejmareke xalên leşkerî li ser xeta başûr-rojavayê sînorê Nîcer, dîsa li hemberî rageşî û aloziyê ewlehiyê rû bi rû ye, di pêşketinekê de ku mezinbûna zehmetiyên ewlehiyê li hember yek ji herêmên sînorî yên herî zêde jihevketî li parzemîna Efrîqayê, nîşan dide
Başûrê Lîbyayê wekî dergeheke ji tevgerên komên çekdar re ye yên ku ji Nîcer û Malî tên; tê hesibandin, ku herkîna çek û sotemeniyê di rêya Çolbistana mezin misoger dike, di çarçoveya qelsbûna kontrola ewlehiyê û berfirehbûna valahiyê erdnîgarî de, ev yek dikare toreya rageşiyê li herêmê çalak bike û dihêle xeteriyê li ser Lîbyayê zêdetir çêbike ji ber berfirehbûn û ketina komên çekdaran di nava dewletê de, di heman demê de li ser hevsengiya ewlehiya pir xerab a dewletê.
Di heman çarçoveyê de, Benîn û Togoyê hewldanên ketina terorîstan li herêmên bakur tomar kirine, vê rewşê tirs zêde kiriye ku gefên tundiyê bighêjin herêmên beravê yên ku giringiya wan ji hêla aborî hene herwiha bi rêyên bazirganiya navdewletî li kendava Xîniyayê girêdayî ne, dê ev yek berfirehbûna gefê nîşan dide.






