Esma Mistefa
Ciwanên Kurd yên li Ewropayê dan zanîn ku gelê Kurd li hemû qadên cîhanê bi yek deng û helwestê herikîn qadan, ew deng jî dengê doz û parastina xaka Kurdistanê ye. Herwiha tekez kirin ku ew ê bibin hêza piştgirî û gihandin dengê Rojava ji bo cîhanê.
Bi banga seferberiya ku ji aliyê Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd li çar aliyên cîhanê hatiye kirin, bi vê bangê re yekbûna gelê Kurd ji bo parastina Rojava derket pêş. Ev yek mohr û bandora xwe ji hemû aliyên siyasî, leşkerî, dîplomasî û ji her tiştî girîngtir bû sedem ku hemû gelê Kurd bibe yek hewlest û yek deng. Ji ber wê jî em bûn şahid ku çawa bi milyonan gel him li Kurdistan û him jî li Ewropayê derkevin qadan û banga bidawîkirina êriş û parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Bi taybet li Ewropayê helwestekî gelek xurt û girseyî derket pêş, ev sekna gel yê li Ewropayê da nîşandan ku gelê welatparêz her li kuderê be bila bibe, ji bo axa xwe tu bend û qeydan nas nake. Zêdeyî deh rojan e gel bi hemû hêz û îradeya xwe li kolanane û xwepêşandanên gelek bi heybet dikin. Di nava van çalakî û xwepêşandanan de, bi sedan ji hunermend, rewşenbîr, xwendekar, karker û ciwanên welatparêz beşdar bûn û heya niha jî ev sekin li her derê tê domandin. Têkildarî parastina axa Rojava, sekin û çalakiyên ku ji Ewropayê derdikevin pêş sê ciwanên welatparên yên Kurd Rojiyan Hisên, Ibrahîl Oso û Silava Hemo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Li hember siyaseta qirikirinê; Yekbûna gelê Kurd derket pêş’

Rojiyan di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser rêxistinkirina çalakiyên ku li Ewropayê tên kirin û wiha got: “Bi destpêkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê re û bi banga giştî ya ku ji bo gelê Kurd li her aliyên cîhanê hatiye kirin re; Kurdên li Ewropayê yekser berê xwe dan qadan û dûrî her tiştî ji bo parastin û piştgiriya axa Rojava beng kirin. Niha çalakiyên ku li Ewropayê tên lidarxistin piraniya wan ji aliyê ciwanên Kurd ku weke çalakvanên Kurd tên naskirin, di heman demê de rêxistinên ku weke Komele xwe di Ewropa de bi cih kirine, têkiliyên wan bi hin saziyên hikumetê, perlementer û partiyên Çepgir re hene. Bi van rêxistinên heyî re tensîq tê çêkirin û xwepêşandan tên lidarxistin.
Di vê pêvajoya ku Rojava têre derbas dibe de yekbûn û helwesta li hember êriş û siyaseta qirkirinê ya li hember gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, derket pêş. Ev xwepêşandan û çalakî dengvedan û bandoreke mezin li ser raya giştî kir û dike. Ruxmî ku em di nava kapîtalîzmeke mizin de jiyan dikin, lê li kêleka wê me netewa, çand û zimanê xwe parastiye. Ev yek bi taybet di van xwepêşandanan de hat diyarkirin.”
‘Heman zihniyet li her derê li dijî Kurdan tê kirin’
Di xwepêşandanên ku li Ewropa çêdibin de hin bûyer derdikevin pêş, beriya niha bi çend rojan xortek li ser telefonê bi Kurdî diaxive li per wî çar xort jê re bi erebî dibêjin tu kûrdî, dibêje erê ew çar xort lêdidin. Ne tenê ev bûyer gelek bûyerên din di xwepêşandana de çêdibe û pêşiya raya giştî xuya dibe. Ew hêrsa li hember Kurdan anjî li hember pêkhateyeke ku azadiyê û demokrasiyê dixwazin bi awayekî rêxistinî xwepêşandanên xwe lidarbixin. Ev yek jî rêfleksa wan derdixîne. Di vir de tê diyarkirin ku li Ewropa jî dixwazin li ser gelê Kurd bandor bikin û heman zihniyeta ku li Sûriyê tê dîtin li wir jî pêk bînin.”
Çalakiyên gelê Kurd û bandora wan li ser Ewropiyan
Rojiyanê da zanîn ku dema ew kodên malperên ku binpêkirin û kiryarên li ser gelê Kurd li Rojava çap dikin, li ser Ewropiyan jî belav dikin û wiha got: “Di çalakiyan de me gelek kodên malperên ku binpêkirin, sûc û kiryarên li ser gel û jinên Kurd hatine kirin çap kirin û belavkirin, ev yek li ser gelê Ewropî jî hat belavkirin. Bi destpêkirina vê çalakiyê re bi rastî gelek guhertin hatin çêkirin, rasterast me hêşt ku gelê Ewropayê bibînin ku ev komên çete çi bi serê gelê Kurd û bi taybet jî bi serê jinê de tînin, hovîtiya wan bibînin û bizanibin em ji bo çi derdikevin qadan. Bi vê yekê re gelek kesên azadîxwaz û demokrat yên Ewropî di çalakiyên me de amadebûn û xwestin di perlamantoyên Ewropî de bibin dengvedana gelê Kurd. Ji ber ku her kes kete ferqê de ku qirkirina gelê Kurd, êriş û hedefgirtina projeya Netewa Demokratîk tên kirin, ev hedefgirtina pirojeya herî dawî ya aştî û civaka demukratîk e.”
‘Di dilê Ewropayê de deng û doza gelê Kurd bû yek’

Ibrahîm Oso di rêze axaftina xwe de got: “Em îro bi navê ciwanên ku êdî bêdengiyê qebûl nake, herwiha em bi tûndî êriş û kiryarên hovane yên li ser gelê me li Rojava tên kirin şermezar dikin. Tişta ku îro tê kirin ne pevçûnekî leşkerî ye, ev yekser sûc in li dijî sivîl û jinan e.
Ji qêrînên jinan heya Jin, Jiyan, Azadî û ta berxwedana Rojava dengê gelê Kurd li welatên ku lê koçberbûne bilind bû. Di dilê Ewropayê de dilê gelê Kurd bi hemû partî û saziyên xwe bûn yek, sînor û perçekirinên ku hatine çêkirin bê wate man. Rola ciwanên Kurd îro jî ku ev guhertina hatiye çêkirin hîn zêdetir bibandor bikin û doza xwe veguhezînin hemû welatên cîhanê bi zimanê ku tê famkirin. Bi zimanê hiqûqî û mirovî, herwiha em dengê ku ji kolanan derdikeve bighînin raya giştî û cihê biryardariyê ku em li ser raya siyasî ya cîhanê bandor bikin. Bê guman wê kesek nikaribe li hember îradeya gel û ciwanan derkeve.”
Ibrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li kolanên Ewropayê çawa ku deng û doza gelê Kurd bûye yek, em ê jî her li kolanan bin da ku em mafê xwe misoger bikin. Di dawiyê de em spasiya gelê xwe yê Rojhilat, Bakur û Başûr dikin ku her kes her parçe bi Rojava re bû yek û em berxwedanî û têkoşîna gelê xwe yê li Rojava pîroz dikin.”
‘Em ranawestin, heya ku mafê gelê Kurd misoger bibe’

Silava Hemo li siwêdê jiyan dikin tekez kir ku ew soz didin wê li qadabin heyanî dengê gelê Kurd dighîne cîhanê û wiha pê de çû: “Tu ferq di navbera gelê me yê ku li Rojava li berxwe dide û yê li Ewropayê nîn e, em li vir ji dil bi gelê xwe re ne. Dijmin bila bi tu awayî hêviyan çêneke û bawer neke ku wê ji vir û şûn ve dengê Şoreşa Rojava, dengê gelê Kurd bitepisîne.
Çawa ku li Rojava gelê me ji zarok, ciwan, kal û pîran li qadan e û parastina axa pîroz dikin, em ê jî li vê derê bibin hêza piştgirî û gihandina dengê gelê xwe ji raya giştî û cîhanê re. Kurd yek milet e û yek welat e. Ne mumkine em bê deng bimîn in, em li vir in, em li pişta we ne û emê hertim li ser piya bin heyanî ku mafê me kurdan misoger bibe.”






