Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

08/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Nivîskara Kurd Lema Elî denga jina Kurd a ku ji êşê hêviyek hûnand û ji bêdengîyê awazek afirand

Helbestvan û nivîskarên kurd ên hevdem di rêyên wêjeyê û çandê de şemaleka geşbûn. Wan vedenga çiyayan û stranên gundiyan di xîmava pênûsên xwe de û di awazên dengên xwe de hildigirtin, afirandinên wan ne tenê kiryarek hunerî bû, lê berxwedanek bi peyv û parastinek ya nasname û bîranîna kurdî bû. Bi rêya helbest û nivîsarên xwe, wan xêzên bîranîna gelêrî vehûnandin, kelepûr ji jibîrkirinê parastin û nirxên kurdayetî jî zindî hiştin di dil û hestên nifşên pêşerojê de. Bi vî rengî, peyv di destên wan de veguhêrî keleha bîranînê, helbest bû pirek ku paşerojê bi dema niha ve girêdide û nivîsên wan bûne çekek ku zeng negire û penahek ji giyanan re û welatek ku neyê talankirin.

Di vê çarçoveyê de, helbestvana kurd Lema Elî wek yek ji van dengên pêşeng dixuye, ya ku pênûsa xwe kiriye di xizmeta gelê xwe û doza wî de, Peyvên wê bûn çiraxek ji bo nasnameyê û neynayek ji bo hêvî û xewnên neteweyek ku li azadî û rûmetê xwe digere.

Nivîskar û helbestvana kurd Lema Elî, di sala 1974’an de ji dayîk û bavek kurd (Zehra û Mihemed) li gundê Şêro yê girêdayî bajarê Dêrikê hatiye dinyayê, ew bajarê ku dikeve di sêkoçkiya sînorî, li ser sînorên di navbera Bakur, Başûr û Rojava de, ya ku bûye şahidê veguhêrîna şaristaniyan û hembêzkirina çandan ji destpêka dîrokê ve.

Dêrîk ne tenê bajarek sînorî û vedere, ew bûye û hîn jî maye dergûşek ji bo nivîskar û helbestvanên ku bi diwêta pênûsên xwe peyvên herî bedew di pesindana Kurdistan û axa wê ya pîroz de nivîsandine, wekî (Ehmed Şêx Salih, Elî Çilaxa, Lorî Teldarî, Omer Elî û şehîd Rizgar û hin din) yên ku helbest kirine welatek û peyv kirine nasnameyek. Lema Elî di jîngehek wêjeyî, hunerî û ramyarî  ya bereketdar de têgihiştiye û ji zarotiya xwe ve bênxweşiya xakê û germiya çîrokan di hilmijî û di nav malbateke kurdperwer, welatparêz û kedkar de mezin bû, ku ji heft bira û pênc xwişkan pêk tê, dê û bavê wan ew li ser nirxên kurdayetiyê ên resen, li ser dilsoziya ji bo xakê, baweriya bi azadiyê û wefadariya bo nasnameyê ew firşik kirine. Ji bo wê, malbat yekem dibistana hişmendî û rûmetê bû. Wê stranên Kurdî yên kevnar di wê de dibihîstin û di navbera çar dîwarên malê de

helbestên ku dayîkê ezber kiribûn bilind dibûn, wekî ezberkirina ayatên nimêjê û axaftina bav li ser welat û azadiyê, mal tije dikir, wekî ku dibistanek be her êvar di nav wan de waneyek e li ser evînê, wefedarî û welatparêzî dida. Di wê jîngeha dewlemend bi ruh û bedewiyê de, hinêra wê ji temenek piçûk ve destpêkir, ew bi cîhana peyvê heyran bû; dixwîne, dinivîse û her tiştê ku di xeyal û hestê wê yê nazik de bala wê dikişîne dinivîsand û belge dikir, heta paşê bû dengek wêjeyî yê jinana taybet û naskirî, bi wê rê yê wê derbirîna pirsgirêkên mirovahiyê, jin û milet dikir û îsbat kir ku gava peyv ji dilê bawermendekî bi azadî û jiyanê derdikeve, ew ji hemî qeyd û bendê rastiyê bihêztir e. Jîngeha erdnîgarî û çandî li ser avakirina dîtina wê ya edebî û mirovahî bandorek kûr hiştin, gundê Şêro, ku dikeve di himbêza Dêrikê de, ne tenê wargehek biçûk bû, lê qadeke fireh û vekirî bû ku tê de bedewiya xwezayê, hêzbûna mirovan û hezkirina wan bi yê din re hatibûn himbêz kirin di civakekî corbicor û pirreng ji milet û zimanan.

Li wir, di navbera zeviyên pembo û bênderên genimê zêrîn de, di nav bêhnxweşiya xaka şil bûyî bi barana zivistanê, bîra wê ya pêşîn hate vekirin li ser dîmenên gund û gundewarên kurdî. Li wê derê, lavijên mizgeftan bi stranên folklorî re û sirûdên jinan di qadan bi awazên şivanan re di çîmenan de tevlîhev dibûn, ji wir, hest û hişmendiya wê a pêşîn hatiye afirandin ku çîrok yek ji şêwazên hebûnê ye, û parastina bîrdankê wekî kiryarek berxwedanê tê dîtin, ku ne kêmtir e ji têkoşîna bi çekan. Gava ku malbat çû Qamişlo – dayîka bajarên çandê yên li Rojava – Lema xwe di wargehek nû ya vekirî û pir reng de dît, wê salên zarokatiya xwe di nav taxên wê yên kevnar, kolanên wê yên teng û xaniyên wê yên ax de derbas kir û bi vî awayî ezmûna wê, hest û hişmendiya wê zêde bû. Li wir, wê ruhê bajarê pir-ziman û pir-çand vexwart û dît ka nasname çawa ji pirrengiyê tê avakirin û azadî çawa di hilmije di himbêza cudahiyê de, di bin şertên qedexekirina perwerdehiyê û dorpêçkirina li ser jinan hatî feriz kirin de, hiş û xeyalê wê hate vekirin ji çîrokên ku dapîran di şevên zivistanê ên dirêj û sar de digotin li ber pizotên agir, ew fêr bû ku peyv dikare bîranînekî xilas bike û  çîrok ne keyfeke, lê şêwazek ji şêwazên berxwedana çandî ye.

Hîn ji zaroktiya xwe ve, hewesa wê ya xwendin û derbirînê dest bi zelalbûnê kirin, ew di demjimêrên dirêj bi xwendina çîrokên Erebî û yên wergerandî mijûl dibû, hewl dida ku wan bi nivîsarên kurt îfade bike û pê hestên xwe yên yekemîn li himberê cîhanê nîşan bide.

Bi vî rengî gavên xwe yên pêşîn di rêya wêjeyê de bi rêbazek  pêbawer û bi hişmendiyek hîn zû

destpêkir ku peyv yekem deriyê azadiyê ye, û çîrok bîranîna gelane  ku qet namire.

Nivîskar û helbestvan Lema Elî ku li dijî qeyd û bendên qedexeya  xwendinê derket, dest bi rêwîtiya xwendinê kir di derveyî dibistanên fermî de; ew yekem car tevlî dibistanên jêbirina nexwendîbûnê bû, dûvre wê pola pêncemîn û şeşemîn bi hev re xwend, berî ku bigihêje pola nehan û bawernameya amadekariyê wergire û dema ku temenê wê gihişte 35 salan, ew carek din vegeriya da ku rûpelek nû di rêwîtiya xwe ya perwerdehiyê de xêz bike, wê bawernameya amedahî di beşa edebî de wergirt  û paşê tevlî Kuleja Aboriyê li Zanîngeha Firatê di bajarê Hesekê de bû; lê mixabin rewşên ewlehiyê nehiştin ku xwendina xwe bidomîne.

Piştî wê, xwendina xwe di navbera salên 2016 û 2017’an de li Zanîngeha Rojava, beşê Ziman û wêjeya Kurdî li Qamişloyê domand, û di sala 2018’an de qedand, di dilê xwe de vedenga zanînê, ziman û mîrateya çanda kurdî hilgirt bû. Ew şeş salan xebitî wek mamoste di Akademiya Şehîd Egîd  de, berî ku dev ji qada perwerdehiyê berde û xwe bi tevahî terxan bike ji bo pênûs û afrîneriya xwe, ew helbest û çîrokan bi zimanên Kurdî û erebî dinivîse û di nivîsên wê de, evîna wê ji bo kurteçîrokan, helbest û lêkolînên edebî diherike, ew bi dilsozî mîrasê kurdî û nasnameya neteweyî  diparêze, da ku wêjeyê bike pirek di navbera bîrêweriya çandî û giyanê mirovahiyê de û peyvê bike tîrêjek ku rêyên azadî û zanînê ronî bike.

Di warê lêgerîn û lêkolînan de, nivîskara kurdî Lama Elî çend lêkolînên edebî nivîsandine di derbarê kesayetên edebî, efsaneyên kurdî û çîrokên gelêrî  de, di nav wan de jî: Destana Derwêş û Edûlê, Memê Alan, Zembîlfiroş, Evdalê Zeynikê, Xatûna Şamê, Zumred Xan û Mestûra Kurdistanê hebû, heft ji van lêkolînan bûne belgefîlm û li ser ekranê Ronahî TV hatine weşandin, evê yekê hebûneke wêjeyî ya girîng di qada çandî û medyayê de da wê.

Di heman demê de hinek lêkolîn û çîrokên wê di rojname û kovarên çandî yên cûda de hatine weşandin, wekî:( Şermola, Sêwan, Metîn, Dîstar), ku nîşan didin berfirehîya hevdîtin û bandora wê di dîmena wêjeyî û çandî ya kurdî de.

Ji nav berhemên wê yên wêjeyî yên bi zimanê kurdî hatine çapkirin:

1- Hestên Seyr-Helbest- weşanên J&J-2022- Amed .

2- Henase –Kurteçîrok – weşanên Şilêr-2023- Qamişlo.

3- Berbang – Gotar –weşanên Şilêr-2025- Qamişlo.

Ew beşdarî gelek festival û şevbuhêrkên edebî bûye û gelek bawernameyên rûmetê û xelatên rêzgirtinê ji derdorên  edebî ve wergirtine. Di sala 2018 de, wê xelata sêyemîn ya çîroka kurdî di Festîvala Wêjeyî ya Osman Sebrî de wergirt, bi çîroka xwe ya bi navê “Leheng” .

Di sala 2021’ê de jî, wê xelata duyemîn di Festîvala Heftemîn a Çîrokê ya Kurdî de ku ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê tê rêxistin, bi çîroka xwe ya bi navê “Goristan” wergirt û bi vê awayî ku hebûna xwe di nav nifşek nû yê edebî de piştrast kir  ku hevbexşiyek di navbera resenî û nûvekirinê de çê dike. Lama Elî ew endamek ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan ê (HRRK) ye û herwiha jî endamek ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ye, wê gelek hevdîtin û hevpeyvîn bi kanalên Ronahî TV û Rojava TV re kirine û beşdarî gelek festîval û şevbuhêrkên edebî bûye.

Hebûna wê çavkaniyek girîng di dewlemendkirina dîmena çandî ya jinên kurd ên hevdem de afirand û bi wê rêyê wê hêza jinên kurd destnîşan kir ku peyv kire kiryareke hebûn û afirîneriyê.

Lema Elî ne tenê helbestvaneke, lê ew nivîskar, çîrokvan û lêkolînereke xwedan dîtinîyek edebî ya berfireh e, di rêwîtiya xwe de wê nîşan da ku jina kurd dikare sînor û sengeran derbas bike û tiştê ku nemumkine dikare bi rêya peyv, afirandin û zanînê pêkbîne. Wê wêje kire amûrek ji bo isbatkirina xwe û pênûs kire amrazek ji bo hebûn û berxwedanê, tekez kir ku afirînerî tu zayend û sînoran nas nake, lê belê kiryarek vîndarî, hişmendî û bawermendiye dikare veguhêrînê çêbike.

Wê serî ne çemand li ber şert, merc û astengiyan, ew bi israr û biryardarî di rûyê wan de rawestiya,

heta ku bû yek ji dengên jinên navdar ên Rojava, û semboleke jina kurd a berxwedêr û azadîxwaz.

Îro ew di bilindahiya dayîn û afirandina xwe ya wêjeyî de ye؛ çîrokan dinivîse, helbestan vedihûne û romanan bi hewesek qet kêm nabe dide ristin û pênûsa xwe dike xizmeta gelê û doza wî de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.