Lîloz Hisên/Qamişlo
Piştî vekişîna Rêveberiya Xweser ji bajarê Dêrazorê bi awayekî giştî û kontirolkirina wê ji hêla hikûmeta demkî ya Şamê ve, kelûpelên bingehîn nemaze sotemenî (mazot, gaz û nan) bihabûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî û nûçeyên ku li ser torên civakî belav dibin, nirxê lîtreyek mazotê li Dêrazorê bi qasî 3500 lîreyên Sûrî bilind bûye û gihaştiye 8000 lîreyan, herwiha nirxê lîtreyek gaz gihîştiye derdora 10000 lîreyên Sûrî. Bihayê wê li gorî dema bihûrî nêzîkî sê qat ji asta berê zêdetir e. Di heman demê de welatî ji bona dabînkirina nan pir zor û zehmetiyê dibînin. Herwiha welatî bi fikarin ku di demên pêş de rewşa heyî hîn zortir bibe û nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê anîn ser ziman.
Piştî ku hikûmeta demikî ya Şamê zeviyên petrolê yên li Dêrazorê, bi taybetî zeviya stratejîk a El Omer, zeviyên El Tenek, Konîko, El Cefera û El Eziya, ku berê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de bûn, kontrol kir, bihayê sotemeniyê sê qatê bihayê berê ku dihate firotin hate zêdekirin.
Niştecihên bajarê Dêrazorê û gundewarên wê bi pêlek sermayê ya bêhempa re rû bi rû ne, di heman demê de xirabûna rewşa jiyanî û bibilindbûna bihayê sotemeniyê rewşa heyî hîn aloztirkir. Rewşa heyî welatî hîn bêtir bêzarkirin û êdî bû hisreta wan ku malên wan germ bibe û nanekî bi rehetî bixun. Çalakvanên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê bilindbûneke berbiçav di buhayê “Mazotê” de li bazara reş tê dîtin. Ji ber buhayê yek lîtreya sûtemeniyê ji hêza kirîna kesên xwedî dahata bi sînor derbas dike. Nemaze piştî rawestandina dabînkirina Mazotê ya rafînekirî û guhertina nexşeya kontrolê li ser zeviyên petrolê yên li herêmê.
Kêmbûna mazotê û bandora wê li ser niştecihan
Li gorî agahiyên ku ji milê saziya Mafê Mirovan ve hatine belavkirin, welatiyek ji taxa El-Cûra ye dibêje: “Meaşê min têrê nake ku ez 20 lître Mazotê bikirim; zarokên me dicemidin û ji ber ku ji me nayê em mazotê bikrin, em karton û plastîkan dişewitînin da ku em xwe pê germ bikin”. Êş tenê bi kêmbûna sotemeniyê ve sînordar nemaye, lê di heman demê de demjimêrin pêxistina aletirîkê jî kêmbûne. Ji ber ku hikûmet fatûreyên xerckirinê yên pir buha li ser niştecihan ferz dike, di çarçoveya bernameya rasyonê ya dijwar ku dighêje seatekê li hember qutkirina 5 seatan, ku niştecihan ji karanîna sobeyên elektrîkê wekî alternatîfekê ji bo sotemeniyê bêpar dike.
Jina bi navê(Diya Ehmed) ji Çavdêriya Mafê Mirovan re tekez dike ku pêwistiyên germkirinê hîn negihiştine wan, ev yek hiştiye ku koçber ji bo germkirinê xwebispêrin şewitandina daran û bermahiyan.
Çavdêriyê ji bo xeteriya domandina vê rewşê hişyarî da
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê hişyariyê dide li ser xetera berdewamiya vê rewşa tirajedîk û bandorên wê yên neyînî li ser tenduristiya mirovam û jiyana welatiyan, nemaze zarok, kal û pîran, yên ku ji ber hewaya sar û nebûna rêbazên germkirinê yên ewle, xeteriya nexweşiyan li ser wan zêde dike.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekezî dike li ser pêwîstiya dîtina çareseriyên lezgîn, da ku sivîl ji xeteriyên vê rewşa xirab dûr bikevin. Herwiha tekez dike ku pêwîst e pirsgirêkên xizmetguzarî û mirovî ji her hevkêşeyên siyasî an leşkerî dûr bikevin, di heman demê de misogerkirina gihandina pêwistiyên serek ji sotemenî û elktirîkê ji bo hemû herêmên Sûriyê bêyî ferq û cudahî.
Nerazîbûn û hêrsa gel
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku buhayê lîtreyek mazotê ji 3500 lîreyên Sûrî gihiştiye 8,000 lîreyan, di heman demê de buhayê lîtreyek gazê gihîştiye derdora 10000 lîreyên Sûrî, ku ev yek bandoreke neyînî li ser welatiyan çêkiriye, nemaze bi nêzîkbûna serdemên ku pêdiviya sotemeniyê ji bo xebitandina jenerator û makîneyên çandinî û xizmetguzariyê zêde dibe.
Niştecihên Dêrazorê hêrs û nerazîbûna xwe li hember vê zêdebûna tûj, ji ber bandora wê ya rasterast li ser şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyê nîşan dan. Di demekê de ku daxwazên bidawîanîna rewşa aloz a ku tê jiyan kirin û baştirkirina mekanîzmayên çavdêriyê. Ev yek di demekê de tê ku nerazîbûn li çend bajarên Sûriyê zêde dibe, ku di hefteyên dawî de xwepêşandan li wir hatine lidarxistin û daxwaza kêmkirina buhayên sotemenî û elektirîkê û sivikkirina barên aborî yên zêde dibin tê kirin.
Astengiya peydakirina nan
Bi bihabûna nirxê mazotê re, nirxê nan jî hate buhakirin û ev yek bû sedem ku alûziya ku tê jiyakirin hîn bêtir kûrbibe. Qutkirina mazotê û ard li ser firneyên ku li Dêrazorê kar dikin bû sedem ku gelek firneyên ku nan çêdikin rawestin. Ji ber vê yekê nirxê nan yek ser buhabû û ev rewşa heyî rasterast bandor li ser jiyana welatiyan kir.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê tenê li bajarê Hecînê hejmareke kêm ji firneyan dixebite, gundewarên derdora wê bi awayakeî giştî li wê deverê nayê peydakirin. Ji ber vê rewşa ku jiyan kirin welatî neçar dimînin ku berê xwe bidin kesên ku nan difroşin, her kîsek nan jî bi nirxê 5000 heya 6000 lîreya Sûrî tê firotin. Hêjayî gotinê yek ku ku li Dêrezorê di dema rêveberiya xweser de kîsê nan bi 3000 lîreyê Sûrî bû.
Gelek firne ji ber nedana mazotê û ard êdî nikarin kar bikin
Firneyên giştî di encama qutkirina piştgiriya mazot û ard e, ji kar Rawestiyan û di demekê de ku firneyên taybet li bajarê Hecînê bi zextên bazara reş re êş dikşînin, ku giraniya nan kêm dibe û buhayê wê zêde dibe. Ev rewş rasterast bandorê li ser tevgera sûkê û kirînê ya niştecihan dike û bû sedem ku nerazîbûnek berfireh li seranserî gundewarên rojhilatê Dêrazorê derkeve holê.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku yek ji niştecihên bajarê Hecînê ji wan re gotiye ku xebitandina firneyan hatiye rawestandin ji dema vekişîna Rêveberiya Xweser. Di dema rêveberiya xweser de nan bi nirxê 3000 lîre dighaşt şêniyên bajêr, lê îro di bazara reş de bi buhayê 5000’an kîsê nan dikrin ku û ev yek ji bona hemû welatiyan rewşa heyî hîn zortir dike. Di heman demê de yek ji şêniyan destnîşan kir ku hîn ew li benda sozên aliyên peywendîdarin da ku rewşa wan ya jiyanî baştir bikin û buhayê nan were kêmkirin û tekez dike ku alozî zêde dirêj kiriye û şênî daxwaza girtina tedbîrên acil dikin ji bo parastina mafên wan û peydakirina pêwistiyên wan yên sereke.
Bê nan û sûtemenî debara jiyanê nabe
Nan wekî kelûpelek stratejîk û xeta sor ji bo gel tê hesibandin, ji ber ku hebûna wê bi jiyana welatiyan û aramiya civaka heremî ve girêdayî ye. Her ku alozî berdewam dike, fikarên li ser xirabûna rewşa mirovî ya li herêmê zêde dibe. Di çarçoveya nebûna tedbîrên acil ji aliyên peywendîdar ve ji bo misogerkirina gihandina piştgiriyê û şopandina bihayê kelûpelên heyî li bazarê. Girtina berdewam a firneyên nan û bilindbûna berbiçav a buhayê wê nîşan dide ku qeyraneke bingehîn di dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê de tê jiyan kirin. Ji bo pêkanîna aramiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê herwiha ji bo misogerkirina ku nan bi buhayekî guncav bigihîje hemû niştecihan, pêdivî bi tedbîrên lezgîn ji rayedarên peywendîdar heye.






