Esma Mistefa/ Qamişlo
Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî Rawaj Hacî da zanîn ku nêzî 350’î kamyonên alîkariyê û 150’î karmend derbasî Rojava bûne û got: “Ji gelek aliyan ve alîkarî bo Rojava hat, herwiha biryara derbaskirina alîkariyê ne tenê madî bû, gihandina hêvî û palpiştiya hev bû.”
Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî bi destpêkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bi koçberiya gelê Kurd yên ku li bajarê Tebqa û Reqayê diman re, dest bi derbasbûna alîkariyê bo Rojava kir. Dezgeha Xêrxwazî ya Berzanî ku weke dezgeheke fermî li ser asta Kurdistanê tê naskirin ku ji bo pêşkêşkirina alîkariya mirovî li gelek bajar û herêmên ku ziyanên di encama felaketên xwezayî, şer û pevçûnan hene, derbas wan deveran bûne û alîkarî pêşkêş kirine. Ev yek bi fermiyet û bi displîneke gelek xurt ji aliyê ekîbeke mezin ve tê organîzekirin.
Bi êriş û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hikumta demkî ya Sûriyê û komên çeteyên girêdayî wê ve di meha Çileyê de ku ev rêze hedefgirtin bi şerê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan re dest pê kir û di 18’ê Çile de berê xwe dan herêmên Rêvebriya Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi banga seferberiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bilî derbasbûna gelê Başûrê Kurdistanê bo Rojava gelek alîkariyên Locistî, xwarin, sotemenî û tenduristiyê ji herêm û gelê ku berê xwe dane Kantona Cizîrê re hat pêşkêşkirin.
Têkildarî kar û xebata ku ji aliyê Dezhega Xêrxwazî ya Berzanî li Rojava hatiye û tê meşandin, li gel Rojnameya me Rawaj Hacî endamê Dezgeha Xêrxwazî ya Berzanî herwiha serpereştê dosiya Rojava û Kurdistanê, axivî.

‘150’î karmend û 350’î kamyonên alîkariyê derbas bûn’
Rawaj wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dezgeha Xêrxwazî ya Berzanî piştî 21’ê Çile tevî zêdetirî 150’î karmendên xwe ve derbasî Rojava bû. Nêzî 67 kamyonên alîkariyê me derbasî Rojava kir. Bi derbaskirina alîkariyê re, şazdeh tîmên me yên alîkariyê hatin avakirin û li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dêrik, Rimêlan, Amûdê, Girkê Legê û Dirbêsiyê û herwiha li hemû bajar û navçeyên Rojava hatin belavkirin. Heyanî niha 350’î kamyonên alîkariyê gihîştine Rojava”
Xebatên ku têne meşandin
Rawaj destnîşan kir ku ji bilî alîkariya xwarin û vexwarinê alîkariyên tenduristî û hwd jî derbas bûn û wiha bilêv kir: “Ji bilî belavkirina alîkariyên xwarin û vexwarinê, tîmên me yên tenduristî, locistî û yêm çêkirina xwarina germ hatin avakirin. Van tîman bi awayekî herî baş û xurt heyanî vê kêliyê jî kar dikin. Bîlancoyên gelek zêde hatine ber destê me ku heyanî niha jî di hemû alî de, her roj ev bîlanco têne nûkirin ka çiqas hatiye belavkirin, çiqas xwarinên rojane tên çîkirin û çiqas gel sûdê ji van alîkariyan werdigrin.
Di nava alîkariyên ku em pêşkêş dikin de, pêdiviyên zarokan ji şîr, cil û bergan jî pêk tê. Her wisa betanî û pêdiviyên jiyanî yên ku her malbatek pêwîstiya xwe di vê rewşê de pê heye tê belavkirin. Tîmên xwarina germ her roj xwarinê amade dikin û li ser koçberên di dibistan û mizgeftan de ne belav dikin. Helbet ev yek her roj tê domandin. Di heman demê de ji bo pêşkêşkirina alîkariya tenduristî tîm hene, ambolans û klînîkên gerok hatine amadekirin û her roj bi erkên xwe radibin. Ev tîm bi hezarên welatiyên koçber re bûne alîkar, hem di aliyê dermanan de hem jî di aliyê nexweşî û birîndaran de jî gelek alîkarî tê kirin.”
‘Ji gelek aliyan ve alîkarî ji bo Rojava gihîştin destê me’
Rawaj di axaftina xwe de diyar kir ku gelek aliyên din him ji derve û him jî ji Başûrê Kurdistanê alîkarî pêşkêş kirin û wiha domand: “Gelek hewildan û insiyatîfên komkirina alîkariyê ji bo Rojava li Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Bi taybet ji kampaniyên li Hewlêrê û Kanala Rûdawê jî alîkariya xwe amade kir û gihîştin destê me. Ji alîkariyên derve ku gihîştine ber destê me nêzî 118 kamyonî hatin Rojava. Herwiha ji Silêmaniyê ji Kerkûk û her cihekî insiyatêfên şandina alîkariyan ji bo Rojava didomin. Bi vê wesîleyê em her kesî, her komele û aliyên ku xwestin alîkariyê bikin spas dikin û em dibêjin ev alîkarî amanetin û wê bighîjin destê gelê me.”
Rawaj di berdewamiya axaftina xwe de ev got: “Ev pêngav gelek mezin bû, hêvîdar in ku ev hevgirtin her wisa berdewam bike. Biryara Serok Berzanî ya ji bo gihandina alîkariyê ji bo Rojava ne tenê biryareke madî bû, bi rastî biryara gihandina hêvî û palpiştiya hev e. Ji bilî vê wê alîkariya me bighêje Heleb û Efrînê jî ku ofîsên me li wan deveran jî hene.”
Rewaş di dawiya axaftina xwe de spasiya piştgirî û palpiştiya Heyva Sor A Kurd û stadyom û Parka Azadî kir ku di vê pêvajoyê de hemû bi hev re bûn alîkar da ku bikaribin xebatekî baş bikin.
Bîlancoyên dawiyê yên pêşkêşkirina alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî
Xwarinên Germ: 59 hezar û 375 wecbeyên xwarinên germ li ser koçberan di 296 dibistan û 17 mizgeftan hatine belavkirin.
Alîkariyên giştî: 9 hezar û 664 malbatan jê sûd wergirtiye li 178 dibistan û 12 mizgeftan hatine belavkirin.
Belavkirina sotemeniyê (mazot): 8 hezar û 908 malbat jê sûd wergirtine, li ser 234 dibistan û 12 mizgeft bi hejmara 325 hezar û 582 lître hatiye belavkirin.
Tîmên tenduristiyê: 5 hezar û 582 kesan jê sûd wergirtiye li 73 dibistanan.
Her wiha derfeta kar ji bo 655 kesan re hate vekirin da ku bi dezgehê re li Rojava kar bikin.






