Ahmet Aktaş
Divê gotina gelê Kurdistanê weke mesaj neyê dîtin, belê weke ferman were dîtin!
Jiber ku gel, ji gotin û bangên rêxistinan û kesan pirtir, guh dan bangên hev, bi gotinek din gelên parçeyên din û yên derveyî welat guh dan bang û daxwaza dilan û kezebşewitiyên Rojava û li hêviya ti kes û rêxistinan ranewestiyan, li kesî hovenedan, berê dan Rojava û çûn hewara xuşk û birayên xwe yên li dijî kurdkujan û neyarên mirovahiyê bi qehremanî liberxwe didin. Li pêşiya xwe, sînor jî weke asteng nas nekirin, xwe li sînoran jî dan û meşiyan xaka pîroz Rojava.
Ji al û dirûşmên partî û rêxistinan pirtir, alên bi navê Kurdistanî dihatin naskirin hildan, bi giranî jî alên zelal ên yekser rengên KESK-SOR-ZER ên Rojava hildan û dirûşmên “YEK E, YEK E, YEK E, KURDISTAN YEK E” û Bakur, Başûr, Rojava, Rojihat e Kurdistan Yek Welat e” qêriyan! Gelê me ye Rojava, xwe da ispat kirin ku Bûye gelekî xwedî îrade û hişmendiya netewa demokratîk! Di hest û helwestên girseyên gel de 3 mijar-3 têgîn derketin holê: WELATPERWERÎ, NETEWPERWERÎ û MIROVPERWERÎ. Şwîna kesperestiyê, parçeperestiyê û cudaperestiyê, civakperestî, Kurdistanî û yekrêzî derket pêş! Di dirûşme, bang û awurên wan de bawerî, wêrekî û ruhê serhildêrî gelek bilind dihat dîtin, weke ku bi serkeftinê ve hatibûn kilîtkirin diqîriyan û diqîrin.
Pêşewaziya Parêzgerê Hisiça Nureddin Îsa Ehmed bi Ala Rojava, gelek balkêş û watedar bû û herwiha ev bûyer, weke mînakek nîşaneya serkeftinek dîrokî bû.
Ji ber, cara yekê ye ku fermî weke nûnerê gelê Kurd, kesekî Kurd, di asta parezgeriyê de dibe erkdar, lewma bi coş û dilxweşî weke şahiyek serkeftinê hat pîroz kirin!
Bi kurtayî asta hişmendî û vîyana gel bilind bûye, lê dîsa jî divê dev ji hişyarî û amadekariyê neyê berdan. Ji ber ku xeter hê jî dewam dike, lewma divê ji berê bêhtir hişyarî û amadekarî hebin, heta ku deskeftî, mîna statuyek fermî di asta navneteweyî de jî neyê misoger kirin û bingeha xeteriyan neyê hilweşandin, divê piştealayî, xemsarî û sistayî nebe.
Erê qonaxek nuh a dîrokê destpêkiriye û nîşanên qezenckirinan û deskeftinan zêdetir bûne, lê divê herkes ji xeteran re û ji deskeftinan ên nuh re jî, amade bin !
Li pey gava Hisiça, gavên entegrasyonan li Qamişlo û hinek deverên din ên Rojava dane despêkirin. Helbet armanc û biryara Rêveberiya Xweser û bi giştî Tevgêra Azadiyê, ENTEGRASYONA POZITÎF e, lê bêgûman armanc û zihniyeta Şamê, Entegrasyona Negatîf e. Ev nakokî, tê wateya ku; têkoşîna siyasî û dîplomasî bi hemû hêz û hostayiya xwe didome! Divê di vê qonaxê de jî hişyarî û hostayî di radeya herî bilind de were meşandin, da ku serkeftina mayînde û erênî pêkwere! Di vê mijarê de mînaka vê dawiyê ya çûna heyeta ENKSê ya Şamê, ma ne balkêşê? Daxwaza hevdîtina Şandeya Konferansa Qamişlo ya bi navê Rojava qebûl nakin, lê belê bi lez ENKSê dişînin Şamê!
Divê pêşengê vê pêvajoya dîrokê neyê jibîrkirin ku Rêber APO ye û gotibû: ROJAVA XETA MİN A SOR E! Fermana gel û ya Rêber APO bûn yek!






