Hemza Sêvo
Serokê Forma Almanî-Kurdî Yûnis Bhram da zanîn ku ji bo piştgiriya Rojava formê li gelek bajarên Almanyayê gelek xwepêşandan û çalakiyên girseyî bi rê ve birin, herwiha têkiliyên siyasî yên berfireh bi partiyên bi bandor û parlamentoyan re pêkanîn û got, “Ji bo Rojava em ê çalakiyên hevbeş bi rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî li dar bixin.”
Forma (Korbenda) Almanî-Kurdî saziyeke civakî, çandî, siyesî ye ku li Elmaniyayê kar dide meşandin, di sala 2017’an de hate avakirin, bi armanca ku korbend bikaribe ji bo doza Kurdî bandorekê li Elmaniya çêbike.
Derbarê xebata Korbenda Almanî-Kurdî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, serokê wê Yûnis Bhram bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Erka Forma Almanî-Kurdî di warê piştevaniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din çi ye û çi xebatê dide meşandin?
Forma Kurd-Almanyayê saziyeke ji bo xebatên siyasî û têkiliyên dîplomatîk re eleqedar e, ew saziyeke ne fermî ye. Bi armanca ku di nav civakên Ewropayê de bibe dengê Kurdî yê azad, xebatê dike. Form diyaloga Kurdî-Almanî wek dirûşma xwe dipejirîne, ev yek jî li ser bingeha girîngiya pêkanîna pêwendiyan bi civaka Almanî û saziyên siyasî re, hem jî hewldana wê ya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. Form hat avakirin da ku bibe kelehek li hemberî polîtîkayên Tirkiyê yên ku zextê li ser civaka Alman dikin, poltîkayên ku dihêlin pirsgirêka Kurd berovajî bibe da ku bandorê li raya giştî û biryardaran bikin. Di vê çarçoveyê de, form roleke aktîv di şirovekirina pirsgirêka Kurd de nav qadên siyasî û medyayê dilîze, ligel vê jî têkiliyên dîplomatîk û bidestxsitina toreke bi bandor a pêwendiyan ava dike. Ev yek jî bû alîkar û guhertineke erênî ya berbiçav di warê helwestên gelek aliyên bibandor de hat encamdan. Piştî Forma Kurdî-Almanî cara yekem di dîroka Kurdan de bi navê Rojavayê Kurdistanê bi fermî ji hêla Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Miyûnxê ve hate vxwedndin, gavên balkêş avêtin pêş. Formê beşdarî civatên Konferansa Miyûnxê ya 2025’an bû, herwiha bi amadebûna serokên dewlet û wezîrên derve yên ji çar aliyên cîhanê konferans pêkhat. Vê beşdarbûnê bandoreke girîng a siyasî û medyayê ava kir û hişt ku dengê Rojava bigihêje platformên navdewletî yên herî girîng. Formê beşdariyeke berbiçav û çalak di civatên çend konferansên navdewletî de yên li Nemsa û Swîsreyê hatin lidarxistin, pêkanî. Li wir Forma Kurdî-Almanî beşdarî nîqaşên girîng ên siyasî, ewlehî û mafên mirovan bû û di çarçoveya biryardayîna navdewletî de pirsgirêka Kurdî, bi taybetî pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya biryardayîna navndewletî de kir rojeveke domdar û bi vî awayî hebûna xwe di nav qada Ewropa û navdewletî bi hêz kir.
-Wekî tê zanîn di dema dawî û heyî de Rojavayê Kurdistanê derbasî rewşeke pir zehmet bû, hemû aliyên Kurdî, sazî, rêxistin û partiyên Kurdî destek dan Rojava, gelo Forma Kurdî-Almanî ji bo Rojava çi kar û xebat da meşandin û gelo xebata ku hate kirin çi encamên baş bi xwe re anîn?
Ji destpêka êrişên dawî li ser Rojavayê pêkhatin, Forma Almanî-Kurdî çalakiyên xwe li ser astên siyasî, medya û civakî zêde kir. Me civîn rasterast bi parlamenterên Almanya û Ewropî re li dar xisitn, herwiha li ser rewşa mirovî û ewlehiyê ya herêmê dozên siyasî û hiqûqî pêşkêş kirin di heman demê de em beşdarî kampanyayên piştgiriyê, semîner û konferansan bûn da ku rastiya Rojava û tişta ku lê diqewime ji raya giştî ya Ewropayê re şirove bibe. Form li gelek bajarên Almanyayê xwepêşandan û çalakiyên girseyî bi rê ve birin, têkiliyên siyasî yên berfireh bi partiyên bi bandor û parlamentoyan re pêkanîn. Van hewldanan, bi taybetî di dema dawî de, bandor li ser helwestên siyasî yên girîng kirin, di nav de daxuyaniya birêz Armîn Laşît, berpirsê têkiliyên derve li Yekîtiya Demokratên Xiristiyanî, tê de piştrast kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwedî maf in ku herêmeke xweser di nav Sûriyaya federal a nenavendî de ava bikin. Ev helwest xwedî dengvedaneke berfireh a siyasî bû û bandoreke zelal li cihê biryardayînê yên Tirkiyê kir.
-Di warê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de astengiyên ku derdikevin pêşberî we, hem jî çi pilanên ji bo dema pêş ên Forma Kurd-Almanî hene û wê çi gav bên avêtin li ser asta navdewletî?
Pirsgirêkên ku em rû bi rû ne gelek in û tevlihev in, di serî de nebûna helwesteke navndewletî ya zelal li ser tiştên ku Rojava tê re derbas dibe. Li gel van helwestan tevlîhevkirina berjewendiyên herêmî û navdewletî heye, gelek caran jî li ser hesabê mafê gelê Kurd tên pêkanîn. Em rastî bi kampanyayên rêxistinkirî yên propgandayên dûrî rastiyê tên, di heman demê de çapemeniya objektîf ku rastiyê derxîne tuneye. Li hêleke din, wekî her saziyeke sivîl ku bi çavkaniyên sînordar dixebitin û rastî astengiyan tê, em jî li hemberî pirsgirêkên teknîkî û lojîstîkê re rû bi rû dimînin. Lê belê zehmetiya herî mezin ji bo me ew e ku hin szaiyên Rojavayê Kurdistanê ne alîkar in, em gelek caran kêm dimînin sedem jî têkilî bi saziyên biryardar ên Kurdî re zehmet dibe, ev mijar bandoreke xerab li xebata hevpar dike, tevî ku piştgirî li ser asta Ewropayê ji vê xebatê re heye. Di dema pêş de em ê çalakiyên xwe li ser asta navnetewî, bi taybetî di nav Yekîtiya Ewropayê de bi rêxistin bikin. Em ê konferans û komxebatên hevbeş bi navendên lêkolînê û rêxistinên mafên mirovan li dar bixin, hem jî têkliyeke xurt bi Kurdên diyasporayê re xurt bikin. Di heman demê de zextên siyasî û çapemeniyê bidomînin ji bo parastina destkeftiyên Rojava û misogerkirina piştgiriya siyasî û mirovî ya domdar. Projeya sereke ya forma me ya istratejîk, avakirina Zanîngeha Navneteweyî ya Kurd li Almanyayê ye, em vê yekê wek gaveke girîng di rêya xebata neteweyî û sazûmanî de dibînin. Konferansa me ya duyemîn ku di Cotmeha 2025’an de li bajarê Dresdenê hate lidarxistin, di vî warî de gaveke girîng bû. Wekî din Forma Kurdî-Almanî li Almanyayê derbarê têkiliya bi beşên perwerde û karûbarên xwendekaran re xebitî. Di warê qebûlkirin û naskirina bawernameyên lîseyê yên xwendekarên Rojava de pêşketinên berbiçav pêkanîn û bi vî awayî derfetên nû yên perwerdehiyê ji xwendekarên Kurd re vekir. Em li vir tekez dikin ku Zanîngeha Kurdî ya Navneteweyî ne tenê saziyeke perwerdehiyê ye, ew lêvegereke sazûmanî ya Kurdî li qada Ewropayê ye, hem jî gaveke istratejîk e ji bo xurtkirina qadên akademîk û siyasî yên Kurdî li Ewropayê. Rojava di pêşerojek nêzîk de wê bibe yek ji wan çend herêmên kêmpeyda ya aram û bi ewle. Ew ê di hundirê erdnîgariyeke ku dibe armanca pevçûnên mezhebî yên pilankirî, ev şer wê di navbera Şîe û Sunniyan de were pêkanîn. Di heman demê de wê hewldanên vejandina komên radîkal, di serî de DAIŞ, ji bo ku careke din kaos derkeve pêş, ji Sûriyê, Lubnan û Îraqê dest pê bike, heta Îranê.Li Rojavayê, em rû bi rû ne ku ezmûnên tehl mîna Îraqê bijîn, li gel vê yekê jî wê tecrûbeyên pêşketî yên Kurdan ku dersên girîng bi xwe re tînin, bibin rojev. Ji ber vê yekê divê Kurd bi giştî û bi taybetî li Rojava bêtir hişyar bin û ji bo pêşerojeke tije zehmetî, amade bin û ji bo xurtkirina yekîtiya xwe û avakirina sazî, destkeftî û aramiya xwe bixebitin.






