Volqan Elî
Ji 6’ê meha yekê ya 2026’an ve li Sûriyeyê tiştên ecêb diqewimin û hê jî ev pêvajo berdewam e. Wekî dibêjin ‘ev yeka siltanê ker jî bihîstiye’. Ji ber vê yekê dibe ku ne hewce be mirov ji destpêkê ve hema çi rû daye bîne ziman.
Her çendî me gotibû, dibe ku ne hewcebe bûyerên qewmîne ji destpêke ve werin îfadekirin, lê ji bo ku cihê xwe bigre mirov dikare bi çend gotinan bîne ziman: Peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û Şamê de tê zanîn. Ji bo ku ev were nîqaşkirin û paşê bikeve meriyetê di navbera van herdu hêzan de, li Şamê, di rojên destpêkê yên meha yekê ya 2026’an de nîqaşek dihate meşandin. Lê belê dema ku dagirkeriya Tirk dest lê werda her tişt li bin guhê hev ket. Jixwe, ev rewş ne tenê bi dagirkeriya Tirk ve têkîldar e: Dema ku di 4’ê meha yekê ya 2026’an de li Parîsê, bi navbeynkariya DYE’yê di navbera Şam û Îsraîlê de peymanek hate çêkirin hêzên navneteweyî bi neyekser jê re rê vekirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk û Şamê êrîşê herêmên Rêveberiya Xweser bike.
Ji ber ku ev pêvajo pir zêde hate tehlîlkirin û tê tehlîlkirin jî em ê zêde li ser vê mijarê nesekinin. Em dixwazin li ser encama vê bisekinin: Gava ku çeteyên dagirkeriya Tirk û Şamê êrîşên ku nehatî dîtin li ser herêmê dan destpêkirin tiştekî sosret û balkêş çêbû: Yekîtiya Kurdên çar aliyên cîhanê. Dema em vê dibêjin, ne ji bo ku bibe şiyarekê, bi temamî di rastiyê de wisa bû. Bi destpêkirina komkujiyên li ser Şêxmeqsûd re yekîtiya Kurdan ku hêzên siyasî bi dehan sal nikaribûn ava bikin hate avakirin. Angu Kurdên Kerkûk heta bi Kanadayê heman helwest nîşan dan: Ji bo parastina Rojava serîhildan! Bê guman di dîrokên cuda de helwestên bi vî rengîi bi pêş ketine. Lê negihaştine asteke wisa bi domdar û biryardar.
Ya din jî bi taybetî li diyasporayê (penabertî-jiyana mişaxtî) rabûna gelê Kurd bi dostên xwe, hê jî mezintir û watedar bûye. Heta bi vê derê tiştekî neyê naskirin wekî ku tinebe xuyaye. Gelekî mazlûm ê wekî Kurdan li parçeyê herî biçûk ê wekî Rojava bi neheqiyekê ve rû bi rû maye û Kurdên li çar aliyên cîhanê û mirovahiya azadîxwaz a cîhanê jî lê xwedî derdikeve. Bi rastî di vê dîmenê de zêde tiştekî ecêb tine. Ya ku bi pêş biketa herî kêm divê ev bûya. Di mercên nêzîkî asayî de wisa ye: Lê mercên cîhana serdema me qet jî ne wisa ne: Faşîzma Hitler û Mosoloni, li cem pergala ku niha li ser cîhanê hikim dike wekî ku sed carî bi ava Zemzemê hatibe şûstin bê guneh e! Wisa ye… Ev gotina me ne mubalaxa (zêde nîşandan) ye û ne jî neheqiyek e. Çima? Bersiva vê pirsê pergala cîhanî bi xwe dide. Van rojên dawî di çapemeniya cîhanî de mijareke bi navê ‘Dosyaya Epistein’ tê belavkirin. Em bi kurtî bêjin, tê gotin ev dosya ji milyonan rûpelan pêk tê. Dîsa li gorî ku dibêjin, cezîrek hatiye avakirin û li vê derê ku wekî cihekî gerûgeştê tê tarîfkirin, ji xwarina goştê mirovan heta bi destdirêjiya li ser zarokan û nizanim çi, çi… her tiştê ji derveyê exlaqa mirovahiyê hebûye. Tu yê bêjî muxatabê van tiştan kî bûye? Em nabêjin, yên ku van îdîayan belav dikin bi xwe dibêjin. Ne ji wan be ma em ê bêbextiyeke wisa çima û çawa bikin. Ji ber ku ne made û ne jî mejiyê mirovan van gotinan radike: destdirêjî û xwarina goştê mirov û hezar tiştên din. Mînak, Bill Clington û Hilary Clington ku demekê rêveberiya DYE bûn, Barrakê ku balyozê dewleta Tirk e û gelek rayedarên Ewrûpî navên wan derbas dibe.
Niha bi van gotinan armanca me ne ew e ku em îftirayekê bikin, yan jî tiştekî din. Jixwe mijara me jî ne ‘Dosyayên Epistein’ e. Em dixwazin wê bêjin ku vaye serhildana xwedî derketina li Rojava di heman demê de Hewldana Mezinkirina Wijdanê Mirovahiyê ye. Ji ber ku dîktatoriyên ku faşîzma Hitler jî li ber wan wekî zarokekî bê guneh dimîne, di van mercan de bi têkoşîna xwedî derketina li Şoreşa Rojava di dilê hemû mirovahiyê de, bi têkoşîna xwe ya bêhempa, tovên rehmê diçînin.






