Amara Baran/Qamişlo
Rojava ku bi îradeya kolektîf a gelê xwe di serdemên herî tarî yên Rojhilata Navîn de hatiye damezrandin, îro ne tenê bi êrîşeke leşkerî, lê di heman demê de bi êrîşeke pir dijwar a qirkirinê re rû bi rû ye ku ol, neteweperestî, berjewendiya navneteweyî û dirûtiya herêmî bi hev ve girêdayî ne.
HTŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk û komên cîhadîst ve di 6’ê Çileyê de herdû taxên Helebê yên ku Kurd têde dijiyan dorpêç kirin. Bi hemû hêz û teknîka xwe gelê ku li herdû taxan dijiya hedef girtin. Piştî ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji milê hêzn dagirker ve hat dagirkirin. Vê carê berê xwe dan qadên ku di sala 2014-2015’an de ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve hatibûn rizgarkirin û êrîşên dijwar birin ser wan herêman. Rûxmê ku gelek caran agirbest hat ragihandin, lê dagirkeriya tirk û çeteyên Hemzat, Emşat û Nûredîn Zengî rûxmê agirbestê jî êrişên xwe nerawestandin. Ev êrîşên li ser heremê planeke bêbextiya dîrokî ye ku li dijî hebûna gelê Kurd, destkeftiyên wan ên demokratîk û modêla civakî ya herêmê tê kirin e.
Hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd hesabê dagirkeran têkbir
Hêzên hegemon ji bo ku projeya Netewa Demokratîk têk bibin, hemû hêza xwe kirine tevgerê ku planên qirêj pêk bînin. Gelê Kurd ji bo şikandina vê plana qirêj, pêwîst e hevgirtina xwe hin xortir bike. Ji bo pêşerojeke hevpar, ji bo aşitî û aramiya gelan, divê tovê hevgirtinê yên di nav gelan de bê çandin. Li hemberî hêzên dagirker gelê Kurd ji heftsalî heyanî heftî salî tev di yek çeperê de bûne yek û li ser erdê yekîtiya gelê Kurd pêkhat. Gelên ku bi hezaran salan bi hev re dijîn, ji bo bîranîn, hevgirtin û jiyana hevpar a bi sedsalan, divê nebin qurbanên planên hêzên heremî û cîhanî. Ji bo şikandina vê planê, îro bi taybetî li Kobanê û Rojava ku bûne kelihên berxwedanê, pêwîste ku gelê kurd û cîhan tevahî li dora vê berxwedanê bibe yek. Pêwîste ku hemû pêkhateyên ku li heremê bi hevre dijîn li hemberî vê bêbextiyê û planên qirêj yên hêzên dagirker û çeteyên wê biseknin û yekîtî û hevgirtina gelan biparêzên.
Berxwedan bi ser ket
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 6’ê Çileyê ve heta niha bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ye bi îrade û hevgirtineke xurt hemû êrîş û planên hêzên dagirker û çete valederxistin. Bi rihê Kobanê û serkeftina wê ya 2014’an carekedin dîrokê xwe ji nûve vejîn kir. Tevahiya Cîhanê ji berxwedanî û têkoşîna gel re şahidî kir û berdêlên giran ji bona parastina destkeftiyên Rojava hatin dayîn û tucarî gelê Kurd ji bona parastina destkeftiyên xwe gav paşve navêje. Ne tenê Rojava li çar parçên kurdistanê gelê Kurd bi yekbûyina xwe ispat kir ku çi dibe bila bibe wê Rojava were parastin. Ji tifaqa partiyan zêdetir tifaq û yekîtiya gelê Kurd û gelan pêkhat û li ser asta kurdistanê û cîhanê tevahî yekîtiya kurdan û dostên wan pêkhat. Gelê kurd bi şev û roj û li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ku rabûn ser piyan û herî girîng jî bi saya cangoriyên fedayî yên keç û xortên kurd ên di çeperan de xwîna xwe fedakirin, hişt ku Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û hwd bi daxuyaniyeke hevpar dan û agirbest ragihandin.
Plana hêzên dagirker a parçekirin û qirkirina gelan binket
Armanc ew bû gelê kurd were qirkirin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêkhatîn werin tunekirin û di navbera hemû gelên ku li heremê bi hevre dijîn şer û pevûn çêbibin û rewşa heyî alûzbibe. Hedef ew bû ku gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeiya tirk û çeteyê wê bi tena xwe bimîne û vîna wî were şikandin, lê bi berxwedaniya gelê Kurd û şervanên YPG û YPJ’ê û bi piştgiriya gelê Kurd li hersê parçeyên kurdistanê, kurdên li ewropa û dostên gelê kurd, hemû plan hatin pûçkirin.
Wê hertim vîn, hevgirin û yekîtiya gelan bi serbikeve û wê biratiya hemû gelên li Sûriyê û rojhilata navîn bi hevre dijîn li hemberî hemû hewildanên hêzên hegemon û yên heremî bê encam bimîne.






