Idrîs Henan
Mirov ji bo ku şiyana jiyankirinê bi hêztir bike û bibe kaniyeke moral a berdewamiyê, li beramberî nebûnê hinek xalên hebûnê destnîşan dike. Li gorî qonax û serdeman, her yek ji van xalan dibe jêderek domandina razber û şênber a mirovatiyê. Herwiha, li gorî şert û mercên çandî, cografî û gerdişên dîrokî, nav û têgînên cuda li van xalan tên kirin. Lê di encamê de, hemû jî navê Serkeftinê lê tên bar dikin.
Her çend peyva Serkeftin di wateya tîgînî de wek sade û normal xuya bike, lê di cewherê xwe de gelek wateyên cuda li xwe digire. Di wateya xwe ya klasîk de, Serkeftin bi têkbirina aliyekî ji aliyekî din re tê pênasekirin; ango têkçûna aliyekî beramberî aliyekî din e. Lê pirsa sereke ew e: Gelo ev pênase dikare wek şert û bingehê Serkeftinê were qebûlkirin?
Rewş û encamên ku nikarin di navbera azwerî û pratîkê de hevsengiyan biafirînin, nabin Serkeftin. Mirovek ku nikare bi xwe re rast be, bê vîna jiyanê be û bi xwe re li hev neke, nikare serkeftinê bi dest bixe. angu, mirovê ku hêza wî ya parastina nirxên xwe tune be, di bingehê xwe de bêdestkeftî ye. Dibe ku eserekî wî hebe, lê ne xwedî serkeftin e. Gengaz e hinek tiştan bi dest bixe, lê ne destkeftiyên mayînde ne. Dikarin bi her kêliyekê re jî veguherin têkçûnek mezin. Di encamê de, mirov xwe iqna dike ku serkeftinek mezin bi dest xistiye, lê ev iqnakirin di cewherê xwe de bi encamek rastîn re li hev nayê.
Bi rastî, Serkeftin xwedî pîvanên razber û şênber e. Pîvanên ku li ser têgînên biyanî, idîayên hêsan ên rêjeyî têne avakirin, ti carî nikarin naveroka rastîn nîşan bidin. Pîvanên rastîn tenê ew in ku di çarçoveya zanîna mirov de, bi bandora rastîn a eserên li ser erdê re, dikarin bihêlin mirov bibêje: “Ez bi ser ketime”. Ya girîngtir jî ew e ku mirov bizane ku Serkeftina mutleq nîne. Serkeftin, di bingehê xwe de, rêzezincîrek ji hewldanên berdewam ên avakirina balansa girêdayî şert û mercên heyî ye. Ji ber vê yekê, Serkeftin dibe stasyoneke demkî, ne encameke dawî û bêguhertin.
Divê were zanîn ku Serkeftin tu carî nayê wateya ku mirov xwe xirabtir bike, baweriyên xwe wenda bike, bi kîn û nefret derewan li xwe bike, an jî metodên fikirî û bingehên ideolojîk ên ku destkeftiyên mezin li ser wan ava bûne, bêwate bike. Ev nêzîkatî taybetmendiya kesayetên ku di hundirê xwe de binkeftî ne ye. Têgihiştin û baweriya wan a Serkeftinê têkçûye û bi bêhêvîmayînê re rûbirû mane.
Di şertên niha de, bi taybetî piştî encamên êrişên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk li ser herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî Rojava, têgîna Serkeftinê bi cil û bergên cuda derketiye holê. Civak an mirovê ku bi xwetawanbarkirinê re bijî, bi demê re dogmatic dibe û têgihiştina wî/ê li ser Serkeftinê şaş dibe. Di vê zihniyetê de, hesabên Serkeftin û binkeftinê bi rêyekî rast ava nabin. Serkeftin ne bi wêne, slogan an belavokên ku li ser dîwar û malperên tevna civakî tên belavkirin tê pîvan. Pîvana rastîn a Serkeftinê, encamên rastîn ên li ser erdê ne. Pîvan; şertên siyasî, aborî û leşkerî û şertên ku di navbera aliyan de terazuyek nû çêdikin e. Tevî hemû êriş, teknelojî, îxanet û milîtarîzkirinê, armanc û daxwazên neteweyî yên gelê Kurd wek xwe parastî ne. Berovajî, ji her demê bêtir, gelê Kurd biryara yekîtiya neteweyî daye û ev biryar li ser erdê pratîze bûye. Ger ev rewş ne Serkeftin be, wê gavê mirov dikare çi navekî din lê bike?






