Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Berxwedana Rojava yekrêziya gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê pêk anî’

08/02/2026
in ROJEV
A A
‘Berxwedana Rojava yekrêziya gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê pêk anî’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku Kurd di qonaxa hebûn û tunebûna de ne, ji bo wê divê hemû partî û aliyên siyasî berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bo Rojava pêk bînin. Ehmed tekez kir ku eger ew ji bo parastina berjewendiyên neteweyî tev negerin, ew ê bikevin bin webalekê dîrokê ku kes nikare hesabê wê bide û got, “Yekrêziya gelê Kurd li Kurdsitan û cîhanê ji bo Rojava pêk hat.”

Derbarê êriş û planên li ser Rojava, peymana di navbera QSD’ê û hikumeta Colanî de, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Çi hişt ku bêdengiya navdewletî li hemberî êrişên li ser Kurdên Rojava bê rakirin?

Êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat destpêkirin û hemû qonaxên wan êrişan bi mebesta komkujî û koçberî pêk bê û destkeftiyên ku li Rojava hene, bi hemû reng û şêwazê xwe ji holê bê rakirin. Ji ber vê sedemê Kongra Netewî ya Kurdistan ji roja pêşîn ve biryara seferberiyê ji bo Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, diyaspora, Ewropa û hemû cîhanê ragihand. Encamên seferberiyê çi li Kurdistanê û çi jî li derveyî welat ew bû ku bi deh hezaran mirov daketin kolanan, qadan û piştgiriya gelê xwe bi hemû rengî kirin, ew piştgirî jî her berdewam dike. Ya girîng ewbû ku di destpêkê de bêdengiyeke navdewletî ji bo piştgiriya Rojava hebû, lê xwepêşandan û serhildanên Kurdan li tevahiya cîhanê, bû sebebê ku ew bêdengiya navdewletî ji holê bê rakirin.

Armanca êrişên li ser Rojava çi bûn?

Encamên ku îro li Rojava derdikevin holê, encamên lihevkirin û rêkeftineke navdewletî li hemberî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev lihevkirin di serdanên Ehmed El-Şara, dewleta Tirk, rayedarên dewleta Tirk, Siûdiyê û rayedarên Qeterê li NY pêk hatin. Di pey vê serdanê re, serdana Şara bo Donald Trump serokê Amerîka, ev yek bo me diyar kir ku bi dîplomasî û derfetên dewleta Tirk, Siûdiyê, Qeter û heta rolekî Engilîza jî di vê rêkeftinê de esase. Di heman demê de encamên van hevdîtin û rêkeftinan, hebûna Şara li Sûriyê rewa kirin ku êdî li gel hev dû kêşeyên Sûrî çareser bikin. Di kêşeya Sûrî de mijarên cuda cuda derketibûn holê ku li milekî Durzî û li milekî Elewî wekî beravê devera Tertoz û Lazqiyê diyar bû ku heta radeyekê ew teslîmî Îsraîl bû. Tevlîbûna Îsraîl jî her çendîn rayedarên Îsraîlî dibêjin ku me rêkeftineke di 4’ê Çileya 2026’an de li Parîsê pêk anîbû, lê mijara pirsa Kurd û Rojavayê Kurdistanê nehatiye holê û me tu carî çiryaya kesk an jî lihevkirinek li ser vî tiştî nekiriye, tenê lihevkirina me li ser mijarên peymana Îbrahîmî ye ku hin deverên başûrê Sûriyê teslîmî Durziya û Îsraîl bikin. Lê rêkeftina ku li Parîsê pêk hat, bû sebebê ku çirayeke kesk ji bo Tirkiyê, HTŞ’ê, El-Qaîdayê û DAIŞ’ê bê sitendin. Her çendîn navê DAIŞ’ê bi fermî di nava hêzên xwedê giravî artêşa Sûrî de tuneye, lê her kes pê serwexte ku DAIŞ jî beşek ji lihevkirina artêşa Sûrî ye. Hem jî ew bi xwe navê artêşê lê dikin, lê di rastiyê de tu rêbazekî artêşekî tê de tuneye.

Ev her du rêkeftin bi hev re û encamên ku ji van rêkeftinan derket, bû sedem ku hikumeta HTŞ’ê, rayedarên wê, giropên bi ser Tirkiyê ve û Tirkiyê bi xwe jî, hem ji Amerîka hem jî cesaret ji vê peymanê wergirtin û dest bi êrişên berfireh kirin. Ji ber ew pê bawer bûn ku li hemberî van êriyan, raya navdewletî li gel wan in û bi tu şêwazî wê li hemberî wan tu tedbîr, dijberî an jî ku li dij rawestin, nekin. Di bingeh de wan bo xwe plansaziyeke istratîjîk destnîşan kiribûn ku wê çawa destpêkê li hêzên Rojava bidin û hemû derfetên di destê gelên me yên Rojava de, ji dest wan derxînin, lewma ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wergiritin û heta gihaştin vê radeyê. Di heman demê de wa diyar bû ku hêzên Ereb ên di nava QSD’ê de li Dêra Zorê, Reqa, Tebqa û deverên din de ji demeke dûr û dirêje peywendî û lihevkirineke wan a veşartî li gel dewleta Tirk, Qeter û Siûdiyê hebûn, ne ku di rojekê de wiha bû.

Gelo armanc tenê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û deverên Kurdan bû, yan planekekî cuda heye li ser Kurdan?

Dema ku êriş li Şêxmeqsûd û Eşrefriyê dest pê kirin û bi şêwazekî sîstematîk li Dêra Zorê, Tebqa, Reqa û heta bi beşekî mezin ji deverên din xwestin bistînin. Lê armanca wan ya dawî ku tevahiya Rojavayê Kurdistanê bidin ber xwe û bixin bin Kontirola xwe de. Lê di baweriya min de ev êrişên ku bi ser Kurdan de hatin û heta deverekê rawestiyan, herwiha danûstendin û diyalog ji nû ve dest pê kirin, ne ku tê bêje piştgiriyeke navdewletî ya wek berê ye. Lê hêza Kurd a her çar beşên Kurdistanê û îradeya şervanên azadiyên YPG û YPJ dan diyarkirin ku êriş rawestin û dest bi diyalog, danûstendin û mizakereyan bikin ku di encama wê de jî peymana îro derket holê.   Mebesta min hêza Kurd, Kurdên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat e. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi çalakiyên xwe, daketina qadan û meydanan li hemû deverên cîhanê û li her çar beşên Kurdistanê yekrêziya xwe dan nîşandan û ev yekrêzî tirseke mezin xiste dilê dijmin.

Gelek caran hevdîtin û peyman di navbera QSD’ê û hikumeta Colanî de pêk hatin, lê ji aliyê HTŞ’ê ve pêk nedihatin, sedemên wê çi bû? Girêdayî peymana dawî hatî îmzekirin di navbera QSD’ê û hikumeta HTŞ’ê de tu çawa dinirxîne? 

Ji 10’ê Adara 2025’an û vir ve çendî caran hevdîtin û muzakere pêk hatin, çend peyman jî hatin îmzekirin, ji wan peymana 10’ê Adarê, 1’ê Nîsanê, 18’ê Çileyê pey wê re jî hin lihevkirin di danûsitandinan de derdiketin. Lê piştî çend rojan an piştî hefitiyekê tu wateyek wê lihevkirin, rêkeftin û peymanê nedima. Ji ber mudaxeleya dewletên weke Tirkiye, Siûdiyê, Qeter û îngilîz jî di nav de, dihişt ku ew tu erêkirinekê bi peymanan nekin. Lewma derbarê vê lihevkirina ku berî çend rojan hate tomarkirin, tiştekî xwezayî ye ku gelê Kurd ji tecrûbeyê xwe û ji helwestên dijmin bawerî bi vê hikumetê neyne. Em niha ji bilî naveroka peymanê baş an nebaş tiştekî nizanin. Lê ji bo vê peymana heyî gerek em ne ewqasî xam, bê tecrûbe an jî nayîfbin ku em ê bêjin va lihevkirinek çêbûye û em ê têkevin nava rehawetekê. Pêwîst e em hemû tedbîr, ewlekarî, danûstandin û çalakiyên xwe çi li derveyî welat û çi jî li nava welat dibe berdewam bikin. Ji ber eger em berdewamiya vî tiştî nekin, ew dikarin sînalekî wiha fam bikin; ev lihevkirin ne bi dilê Kurda ye, Kurd ew bi tenê hiştine û wê carekî din cesart bigirin û êrişî Rojava bikin. Heger ji dest wan bê jî wê hemû Rojava bixin bin Kontirola xwe de.

Her çiqasî baweriya me bi şervanên azadiyê heye ku wê berxwedanê û bergiriyê bikin, lê divê em hemû tiştî jî bidin ber çavên xwe. Wê demê jî êdî çi li pêşiya me ye yan em ê heya yek mirovî li ser vê xakê berxwedaniyê bikin ku ew jî encamên wê çi be wê diyar bibe, yan jî divê ku tu Rojava bi carekê re vala bike û teslîmî wan bike. Dema şerek wiha hat, divê em her du îhtîmalan li ber çavên xwe bigrin. Ji bo wê gerek em bi wî rengî lê binêrin û analîz bikin ku ger rewşeke din derkeve holê. Eger rewşeke ne erênî hat, encamên wê jî ji bo gelê Kurd wê gelekî xerba bibe, pêwîst e em her tim li ser van ihtîmalan rawestin. Ji ber vê sedemê pêwîst e em di asta siyasî, dîplomasî, muzakera, berxwedanê û piştgiriya gelê Kurd li tevahiya cîhanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê tu sistiyê nekin, şev û roj em berdewam bikin.

Têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ji bo Rojava têkoşîneke çawa bû û vê têkoşînê çi da avakirin?

Gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê biçûk, mezin, jin, mêr, kal û pîr, bê ferq û cewaziya siyasî, îdyolojî piştgirî û berxwedaneke mezin bêhempa ji bo Rojava dikin, ev di asta gel de ye. Gel vî tiştî dixwaze û vê peyamê bo me diyar dike ku pêwîst e em di asta siyasî de hêviyên gelê xwe, pêwîstiyên têkoşîn û xebatê pêk bînin. Herwiha eşere bû ku gerek yekrêzî û yekîtiya me hebe, em derdora istratîciyeke hevbeş bicivin. Ji bo vê sebebê Kongreyî Netewî Kurdistan pirsa Konferansek niştîmanî ji bo vê babetê nîqaş bikin, demildest gerek em vê yekê bikin. Ji bo wê niha danûstandinên me bi hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re dest pê kiriye û xebata me li ser vê berdewam e, ku ev pirseke em nikarin bi şûn ve bixin. Hêvî û daxwaza min ji hemû partî û rêxistinên siyasî, kesayet û saziyên civakî re ku em vê berpirsyariya dîrokî bi paş de nexin, tu hinceta nedin pêş ji bo ku em vê Konferansê pêbînin. Ev konferas em bi hişmendî û hesasiyeta neteweyî û niştîmanî bikin, mijarên îdyolojî yên cuda cuda bidin alî, ji ber qonaxa em tê de ne, qonaxa hebûn û tunebûna gelê Kurd e. Em baş pê dizanin eger Rojava şikest û têk biçe, em sedî sed bawerin wê dijminê me ev lihevkirina istartîjîk ku di asta her çar dewletên dagirker ji berê de heye, wê ew hemû destkeftiyên gelê Kurd çi li Başûr, Bakur û Rojhilat dibe wê hewl bidin ji holê rakin. Ji ber vê sedemê ev demek dîrokî ye, heger em bi erk û berpirsyariya xwe ji bo parastina berjewendiyên neteweyî bi hev re tev negerin, emê bikevin bin webalekî dîrokê ku tu kes nikare hesabê wê bide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.