Berîtan Xalid
Jinên kurd ê pêşeng gotin em vê axê bernadin , ev ax nabe ya dagirkeran , ev ax wê bibe ya dayik û bavên şehîdan ,wê ev ax bibe destkeftiyên vî gelî . Şoreşa Rojava ku bi şoreşa Jin hat bi navkirin jinên dil pola wiha pêşegtî kir.
Şoreşa jin ne hema weke çîrokeke klasîke ku dixwaze mêjiyê mêrsalar biguhere , ew bi xwe şoreşa avakirina zanîna jinan ne.Mirov dikare bêje ev şoreş veguherînek dîrokî ye ku armanc jiyanê bi xwe veguherîne. Ev şoreş li ser gelek bingehan hat avakirin , ji wan gera li civakek demokrat , rizgakirina jinan û jiyaneke wekhev. Jinên ku bûn pêşeng û aktorên esasî yên Şoreşa Rojava di heman demê de li mîrasa têkoşîn û berxwedana jinan ên hezarên salan jî xwedî derketin. Jin bi berxwedan û hêza xwe ya rêxistinkirî bûn kabûsa împarator û xwedayên serdemê û îlham dan jinên ku li azadiyê digerin. Jinan li Rojava di nava şoreşê de şoreş pêk anîn. Bêgûman Şoreşa Rojava piştî xebat û keda dehan salan pêş ket. Bi îlankirina şoreşê re, êrişên pir alî jî destpê kirin. Li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî pêk hat û gelek berdêlên giran hatin dayin. Yên ku Berdêlên herî giran dan jî jin bûn. Ji ber ku diviyabû jin ne tenê li dijî êrişan, li dijî hemû dîwarên ku li dora hiş û mejiyên wan hatibûn danîn jî têbikoşiyana. Lewma karên wan gelek zehmet û barê wan giran bû.Şoreşa jin mêjiyê dewletê red kir , li ser bingehên bawerî û çandî hat avakirin .Li dijî zihniyeta ku jin tenê bi kêm tiştan girêdayîye mînak mal , şer kir û xweste her jinek bo xwe û hebûna xwe, nav û nasnameya xwe şer bike .Bi salan jinan hemberî zihniyeta Rêjîma Beesê serî rakir , bi ketina wê rêjîmê re jî êrişên dijî jinan nehatin rawestandin.Mînak bi hatina HTŞ’ê li ser hikumê vî welatî kirinê dijî jinan zêdetir bûn .Ji wan bêrêziya hember cenazeyên şervanan , lîstina bi cenazeyan , qutkirina keziyan , ev mînakên herî berbiçavin.Pirsa divê niha bê kirin ev e: êrîşên HTŞ û dewleta Tirk ser qada jin û nirx û destkeftiyên jinan tê çi watê û çima ev êriş tên kirin , bêguman êriş ne tesadufin , êriş rasterast nasname û fikira jina azad hefeg digre ,HTŞ û DAÎŞ şêweyê herî tazî, hov ê serdestiya mêr temsîl dikin. Ev zîhniyet, ku jinan wekî kole dibîne, her deverê ku îradeya jinan lê xuya ye hedef digire. Min destpêkê jî got , kiryarên wan ên li dijî jinan rastiya wan radixe ber çavan , yanî jinên kurd bi keziyên xwe tên naskirin , em bi van keziyan mezin bû , ne hema xemleke û ser bedenan hatiye berdan ew dîrokek têr û tijiye , lewma wer xuya kir ku jinên kurd ji bo xwe weke gef dibînin .Şerê ku îro tê kirin şerê hebûn û tunebûnê ye , ne şerekî di navbera du hêzan de ye , ev şerekî di navbera du awayên jiyanê ye , şerê di nava du pergalên exlaqî de ye , li aliyekî zihniyeta DAIŞ’ê ku dixwazin gelan qir bikin û li aliyekî Rêveberiyeke ku dixwaze hemû gelan hembêz bike , ji vir heta ezman ji hev cûda ne , ew alî tu ol û netewan qebûl nake û serjêkirina mirovan ji bo xwe weke serkeftinekî dibînin û kuştin li gel wan şêwayekî jiyanê ye . Ji ber vê yekê, tiştê ku li Rojava tê parastin ne tenê perçeyek axe ; ew îdîayek e li ser ka divê jiyan çawa were avakirin.Civak bêyî azadiya jinan nikare azad bibe û jiyan bêyî azadiya civakê nikare were sererast kirin.






