Stêrk Mihemed/Hesekê
Dayîka şehîdekî û sê şervanan Leyla Munîr ku ji pêkhateya Ereb e bi zarokên xwe re ji bo parastina nirxên şoreşê li kolanan çek hilgirtiye û parastinê dike. Dayika Leyla Munîr wiha dibêje: “Ez û kurên xwe yên şervan di parastina herêmê de dilsoz in.”
Di encama erişên çeteyên hikumeta demkî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha ji ber nêzîkbûna xeteriyeke mezin Rêveberiya Xweser di 18’ê Çile de banga seferberiya gîştî kir. Bi banga Rêveberiya Xweser re ji 7 heya 70 salî tevlî vê seferberiyê bûn da ku destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin. Herwiha gel li kêleka şervanên xwe bûn, di heman demê de di vê seferberiyê de jinan pêşengtî kir û roleke sereke lîstin.
Li Hesekê, ku hewildanên êriş û binpêkirina destkeftiyên şoreşa Rojava berdewam dike, li beramberî wê gelê Hesekê bi seknek xort û berxwedaniyek mezin piştgiriya hêzên xwe dike. Herwiha gel li Hesekê di heman demê de li tevahî Kantona Cizîrê û Kobanê bi rihê şerê Gelê Şoreşgerî parastina xwe dikin. Di vê şer û berxwedaniyê de rola jin mezin bû, jinan cihê xwe di eniya pêş de digirtin mînaka herî mazin jî Yêkîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jin bû. Di heman demê ji jinên ciwan bigire heya jinên bi temen mezin çek hilgirtin ser milên xwe û bi zarokên xwe re daketin qadan ji bo parastina axê xwe bikin.
Di vê çarçoveyê de dayîka Şehîdekî û sê şervanan Leyla Munîr ku ji pêkhateya Erebe ji Rojnameya me re axivî.

‘Rola jin di berxwedanî û parastinê de’
Leyla Munîr da zanîn ku ew ji pêkhateya Erebe, dayîka şehîdekî û sê şervana ye û wiha got: “Ez û kurên xwe yên şervan di parastina herêmê de dilsoz in. Min hilbijart ku têkoşîn û israr bi îradeyeke azad bi kurên xwe re li Hesekê di parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava de cih bigirin. Herwiha jin ne tenê parastina zarokên xwe dike di heman demê de bi zarokên xwe yên şervan re parastina welatê xwe jî dikin. Ji roja destpêkê ya van êrişan de hemû jin li qada ne, rojane ji jinên ciwan heya ya bi temen mezin li kolana ne û parastina destkeftiyên xwe dikin.”
‘ Ezê hênaseya xwe ya dawiyê li kêleka şervanên xwe bim’
Leyla Munîr destnîşan kir ku ji saetên serê sibê heta derengiya şevê jin derdikevin qadan û wiha domand: “Ez dayîka şehîdekî me, û sê xortên min hene ku niha li eniyên şer ên pêş li berxwedidin û ez jî li kêleka dayîkan berxwedaniya xwe berdewam dikim. Em ê bi hêzên xwe re bimînin û em ê wan nehêlin, her çend mirin were, an balafir li ser serê me bifirin jî, em ê venekişin û em ê paşve nekişin, ji ber ku paşvekişîna me tê wateya şikandina moralê keç û xortên me, em qet paş de venakşin û em destûra gav paşde avêtinê jî nadin. Erka me ew e ku em di her şert û mercê de heta hênaseya xwe ya dawiyê li pişta zarokên xwe bin û moralê wan bilind bikin.”
‘‘Nirxên Şoreşa Rojava di me hemûyan de hatiye çandin’’
Leyla Munîr tekez kir ku gelek jin, di nav de dayikên şehîdan, piştgiriya zarok û şervanên xwe wek erkekî exlaqî û neteweyî dibînin û wiha pê de çû: “Her dayîkek û jinek di her kêliyê ku were xwastin de amade ne ku cihê xwe di her çeperî de bigirin. Ji ber ku di me hemûyan de nirxên şoreşê hatiye çandin, herwiha hemû hewildanên derxistina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de vala ye ji ber ku em pevçûnên ku diqewimin ne di navbera Kurd û Ereban de ye. Ez jineke Ereb im û ev şoreşa me ye, ya me hemûyan e. Şoreşa me qet nebûye şoreşa neteweyekî an jî pêkhateyekî, lê belê şoreşe Rojava şoreşa parastina mafê hemû pêkhate, ax mal û rûmeta tevahî mirovahiyê bû.”
‘‘Berxwedanî hilbijartineke bê veger e’’
Leyla Munîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedaniya 14 salan nêyê şikestin, em di tu qonaxê de neşikestine û em ê berdewam bikin ku bi israreke mezin bisekinin û li berxwebidin. Çiqas dijminê me pir bin û rêya me dijwar be em ê bi israreke xort ji bo azadiyê bi serbikevin. Bi îradeyek bêhempa, jin û bi taybetî dayîkên şehîdan, berpirsiyariya parastina ax û rûmetê hildigirin ser milên xwe ku berxwedanî hilbijartineke bê veger e, ev şoreş şoreşek gelê yekgirtî ye, nayê şkandin û em di wê bawer de ne ku parastina welat berpirsiyariyek kolektîf e ku paşvekişandinê qebûl nake.”






