Stêrk Mihemed/Qamişlo
Akademiya Jineolojî ya Rojava dosyeke berfireh amade kirine ku tê de binpêkirinên li ser mafên mirovan ên ku dewleta Tirk û komên çekdar ên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û DAIŞ’ê li herêmê kirine, pêşkêşî saziyên navnetewî dike.
Akademiya Jineolojî ji bo derxistina rastiya kiryarên ku çeteyên HTŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê herwiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine dosyeke berfiref û bi belge amadekirine ji bo ku ji raya gîştî û saziyên nevneteweyî re pêşkêş bikin.
Ev belgeya 34 rûpelî, ji bo dadgehên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên parastina zarokan hatiye amadekirin. Rapor bi taybetî êrişên sîstematîk ên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê û herwiha li Hesekê, Qamişlo, Çilaxa, Kobanê, Reqa û Tebqayê digire dest. Di dosyayê de sernavên wekî hedefgirtina cihên niştecihên sivîlan, koçberkirina bi zorê, komkujî, gefxwarina li ser karkeran, revandin, berdana çeteyên DAIŞ’ê, guhertina demografiyê, binpêkirinên mafên zarok û jinan hene.
Ji êrişên li ser Helebê heya gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hefedgirtina sivîlan û bikaranîna çekên giran ên dewleta Tirk a dagirker (SÎHA, tank û top). Di heman demê de di belgeyê de wêneyên sivîlên hatine qetilkirin hene, di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene. Di dosyayê de dîrok, nav, cih û wêneyan bi hev re di yek belgeyê de hatine berhevkirin.
Di vê çarçoveyê de Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Ev belge wê ji bo saziyên navnetweyî were pêşkêş kirin’’
Zehrîban Hisên diyar kir ku Akademiya Jineolojî dosya rastiya bûyeran amade kiriye û wiha got:”Ji destpêka Çileya 2026’an heya vê dema ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û pişt re li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên hovane yên ji aliyê HTŞ’ê ve û bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker hate kirin di nava vê dosyê de tên dîtin û wê ji raya gîştî re were pêşkêş kirin. Di encama van êrişan de gelek sivîlan di nava wan de jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê esasê Akademiya Jineolojî xwest ku belgeyekî amade bike, ku tê de sûcên şer belge bike, ji kuştin, birîndarî, revandin, dîlgirtin herwiha hin kesên ku carenûsa wan haya vê kêliyê ne diyare, dosyekê amade bike ku têde qala hemû bûyeran bike. Belge bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Ingilîzî hatiye amadekirin. Herwiha wê di dema pêş de bi hin zimanên dîtir were wergerkirin.
Ev belge wê ji bo dadgehên navneteweyî, Rêxistinên mafê mirovan, rêxistinê mafê zarokan û hwd re were pêşkêş kirin, ji bo rastiya bûyer û kiryarên ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye jiyan kirin, ji aliyê her kesî ve were xuya kirin û şopandin. Helbet wê ev xebat heya dawiyê ji aliyê Akademiya Jineolijî ve were şopandin, heya ku mafê sivîlan a jiyanê tê hedefgiritin, em ê li peykevin û ji raya gîştî re rohnî bikin.”
‘‘Kesên sûcdar kîne û bi çi armancê êriş dikin’’
Zehrîban Hisên destnîşan kir ku armanca wan rastiya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyankirin eşkere bikin û wiha pê de çû: “Armanca me ji bo vê xebata ku em demeşînin, ew e ku rastiya heyî li ser erdê tê jiyankirin, ji raya giştî re were parvekirin, ji ber ku gelek caran tenê ew xwe dispêrin palperên civakî û nûçeyan, ji bo ew vê heqîqetê nasbikin şopandina wan ji van palperan re ne têrkere. Li ser vê esasê pêwîst bû ku tewanên şer werin belgekirin û testbîtkirin. Herwiha kesên sûcdar kîne û bi çi armancê êriş dikin di hema demê de jenosîda ku li ser Kurdan careke din di 2026’an de hate kirin ji raya gîştî û ji bo hemû cîhanê were zelal kirin.”
‘‘Di demê pêş de wê dosyeke din wê were amadekirin’’
Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev dosya ku hatiye amadekirin ne tenê ji bo em ji raya gîştî re pêşkêş bikin, lê belê ji bo em heya dawiyê van bûyeran bişopînin û hemû sivîlan bighînin mafê wan. Em vê xebatê didin meşandin da ku kesên rastî êrişê hatine, malê wan xerab bûye, zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, jiyana wan ya ku hatiye werankirin careke din bikaribin mafê xwe bidest bixin. Herwiha di dema niha de ji aliyê Akademiya jineolojî ve dosyeke din tê amadekirin sûcên şer ên li ser zarokan tê kirin. Me belgeya yekemîn bi dawî kir, niha jî em li ser belgeya duyemîn kar dikin. Ev jî ji bo em bidin xuya kirin ku van êrişan bi xwe re çi anî û encama wê çi bû. Bi hezaran mirov ji ber van êrişan ji cih û warê xwe koçber bûne, guhertineke demografîk ya ku li ser herêmê tê ferzkirin, ev jî dubarekirin ji siyaseta Rêjîma Baas ya ku li ser Kurdan dihat ferz kirin ne.”






