Hemza Sêvo/ Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê derbarê destdirêjî û wêrankirina li ser pakrewangehên şehîdên azadiyê yên Rojava daxuyaniyek da. Meclisê kiryarên xerab li dijî goristanên şehîdan şermezar kir û got, “Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van binpêkirinan belge bikin û berpirsiyaran ceza bikin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina destdirêjî û wêrankirina komên çete yên girêdayî hikumeta demkî li ser pakrewangehên şehîdên azadiyê yên Rojava li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin û endamên meclisê û malbatên şehîdan tevlî bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi hêrs û xemgîniyeke mezin, em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, wan êrişên ku li dijî pîroziyên me û sembolên rûmeta me li herêmên ku hêzên me jê vekişiyane, şermezar dikin. Li wir goristanên şehîdan rastî talankirin û xerakirineke sîstematîk a herî kirêt hatine, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya rûmeta şehîdan û nirxên mirovahiyê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wiha got: “Kiryarên kirêt ên ku şikandina kêlikên gorên lehengên me yên ku canê xwe di rêya azadiyê de dane dike armanc, ji tevahiya cîhanê re îsbat dike ku ew aliyên destdirêjker bi wê hişmendiya xwe ya paşverû ya ku ji şehîdên me yên di goran de jî ditirsin, ji pîvanên herî kêm ên exlaqî bêpar in û bi pûçî hewl didin tola xwe ji mîrasa berxwedanê hilînin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê di dawiya daxuyaniyê de wiha banga xwe anî ziman: “Em tekez dikin ku rûmeta şehîdên me xeta sor e, her wisa em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van binpêkirinan belge bikin û berpirsiyaran ceza bikin. Em li ber canê şehîdên xwe sond dixwin ku xerakirina kevirên gorên wan wê biryardariya me ya li ser parastina nirxên wan xurttir bike; bîranîna wan di wijdanê me de her zindî ye û bi xiyanet û xerakirinê nayê tunekirin.”






