Stêrk Mihemed
HRANA’yê diyar kir ku di xwepêşandana li Îranê de di nava 39 rojan de 6 hezar û 886 kes hatine qetilkirin, 50 hezar û 842 xwepêşander jî hatine binçavkirin her wiha Zêdetirî 11 hezar xwepêşander birîndar bûne.
Ji 28’ê kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Ev e 39 rojin xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome. Tevî ku heya niha bi hezaran mirovan hatine qetilkirin, binçavkirin û birîndarkirin, lê xwepêşandan bi girseyekî mezin xwe didomîne û her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibe.
Ji 585 navçe, 186 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê
Xwepêşandanên gelên Îranê, li 585 navçe, 186 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne. Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.
Xwepêşanda zû veguherî serhildaneke siyasî
Serhildana gelêrî ya Îranê ku di rojên dawî yên 2025’an de dest pê kir û di destpêka 2026’an de bi lez belav bû, di hefteya xwe ya duyemîn de gihîştiye hemî bajarên welêt. Xwepêşandanên ku bi hilweşîna aborî ve hatine destpêkirin, zû veguherî serhildanek siyasî. Jinên ciwan pêşengiya xwepêşandanan dikin, grevên bazirganan rolek krîtîk dilîzin û xwendekar, cotkar, Kurd, bazirgan û hemî beşên civakê li kolanan in. Ev tevger berdewamiya rasterast a berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” ye ku bi kuştina Jîna Emînî di sala 2022’an de dest pê kir. Gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê azadiyê heq dikin gelê Kurd ê Rojhilat ku di salên dawî de li dijî rejîma melayan rabûye, hîn bêtir azadiyê heq dike.

Mirin ji bo dîktatoriyê û Mirin ji bo Xameneyî
Li Tehran, Meşhed, Kirmaşan, Şîraz, Ehwaz, Îsfahan, Yezd, Reşt, Sarî, Hemedan, Zencan, Qezvîn, Arak û bi dehan bajarên din xwepêşandan bi dirûşmeyên wekî “Mirin ji bo dîktatoriyê” û “Mirin ji bo Xameneyî” bilind dibin. Xwendekar, cotkar, Kurd û bazirganên ku serî hildane dibêjin: “Gelê Îranê tiştek winda nekiriye. Ev sîstema xerabe û nexweş dê careke din neyê qebûlkirin. Hikûmet nikare rewşa heyî baştir bike. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku welat ji zaliman rizgar bibe.” Rejîmê hêzên ewlehiyê bikar anîn da ku xwepêşandanên aştiyane bitepsînin guleyên zindî, gaza rondikrêj û serdegirtin li ser malan pêk hatin.
Em şoreşa li dijî rejîma şah a zalim e
Ew bertekek li dijî xizanî, zordarî, tundûtûjiya li dijî jinan, hilweşîna prensîbên bingehîn ên jiyana civakî û bêdengkirina gel e. Em şoreşa li dijî rejîma Şah a zalim a sala 1979’an wekî duh bi bîr tînin. Ew gundên ku nerazîbûnê nîşan didin dişewitînin, kesên ku bazirganiya sînor dikin bombebaran dikin û zindanan bi Kurdan tijî dikin. Ew kesên ku çekên xwe datînin efû nakin.
Gelê Kurd di bin rejîma Îranê de gelek êş kişand. Şoreşgerên Îranî jî di bin rejîma melayan de gelek êş kişandin. Ger hêzên navneteweyî alîkariya xwepêşanderan bikin, jê re destwerdana emperyalîst tê gotin, eger ew alîkariyê nekin, gel tê gulebarankirin. Hemû rejîmên li Rojhilata Navîn dişibin hev rizî, xerab, sûcên bêhejmar kirine. Ew desthilatdariya xwe bi sextekariya hilbijartinê, zordariyê û komployan didomînin.

Bîlançoya dawî ya xwepêşandana li Îranê
Ajansa Mafên Mirovan ya HRANA’yê rapora xwe ya bîlançoya roja 39’ê de diyar dike ku bi giştî 6 hezar 883 kes hatine kuştin. Li gor vê hejmarê 6 hezar 445 kes xwepêşandêr, 164 kesên temenê wan di bin 18’ê de hatin kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku 214 kes karmendê rejîmê an jî nokerên bi rejîmê ve giredayî hatine kuştin. Ji bilî van 60 kesên ku ne xwepêşandêr jî hatin kuştin. Bi giştî 11 hezar 280 kes jî di lêpirsînê de tên girtin.
Zêdetirî 11 hezarî birîndar hene
Li gorî daneyan di dema serhildanan de zêdetirî 11 hezar xwepêşandêr û sivil jî birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ji birîndaran rewşa gelekan giran e û bi neçarî diçin nexweşxaneyan tedawiyê dibînin û tên girtin. Her wiha hate daxuyandin ku gelek kesên birînên wan giranin lê ji ber girtinê naçin nexweşxaneyan û bi derfetên xwe tedawî dibînin jî hene.
Hejmara girtiyan zêde dibe
Li gorî daneyên dawiyê hejmara kesên hatine gitirtin jî 50 hezar 842 kes in. Ji vana 109 jê xwedevan in. Her wiha çavkaniyên cuda yên ji Îranê destnîşan dikin ku hêzên rejîmê giranî dane binçavkirin û girtinan. Çavkaniyan daxuyand ku rejîm bi rêbazên cuda hewil dide ku welatî bi zorê îfade li ser hev bidin û ji bo vê yekê ligel rêbazên cuda îşkenceyê jî bikar tîne. Ji bo îfade dayînê gazî zêdeyî 11 hezar kesan hat kirin. Hate zanîn ku rejîm li gel zordariyên cuda, lêpirsînên berfireh jî didomîne. Daneyên ajnasê nîşan didin ku heta niha itîrafên bi zorê yên 307 kesan hatina weşandin û ji bo îfadeyên wan were girtin jî celba 11 hezar 046 kesan hatiye derxistin.






