Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermendên Kurd piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê dan xuyakirin

04/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Hunermendên Kurd piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê dan xuyakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

TEV- ÇAND, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Ronakbîrî, Meclîsa Wêje û Yekîtiya Hunermendan ji bo piştgiriya berxwedaniya tevahî hunermendan li şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ji bo piştgiriya berxwedaniya tevahî hunermendan li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê TEV- ÇAND, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Ronakbîrî, Meclîsa Wêje û Yekîtiya Hunermendan li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan. Herwiha daxuyanî ji aliyê kordinasyona Hîlala Zêrîn a Rojava Şêrîn Reşîd ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.

 Naveroka daxuyaniyê wiha bû: “Weke tê zanîn, ev qonaxa me derbas kir û hîna bi gelek divêtiya ve dagirtî ye, ne tenê qonaxeke eniyên şer û çek, herwiha qonaxek exlaqê mirovatiyê, wijdan û huner tê de tê ezmûnkirin û wê bê ezmûnkirin. Têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hatî meşandin û hêjî didome, ji berxwedaneke leşkerî û polîtîka wirdetire û îfadeyeke rojane ya gelê Kurd e. Di xwedîderketina gel û  vîna ku li Rojavayê Kurdistanê derkete holê de, rola ku hunermendên Kurd lîstî ne roleke duyemîn bû, roleke dîrokî, sereke û pêşengtiyê bû.

Ev sekn û helwesta hunermendên Kurd ne nû ye. Ji Ayaz û Erdelanan bigire heta Hozan Sefkan, Hozan Mîzgin, Hozan Serhat, Sarya Baran, Xelîl Dağ, Delîla, Sîpan, Berçem û Bavê Teyar û bi sedan hunermendên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî înkar, qirkirin û zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, xeta hunera rast bi pîvanên etîk û estetîk di seknên xwe de diyar kirine û danîne holê.

Sekna hunermendên Kurd a îro li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê derketî holê jî berdewamiya vê xeta berxwedanê ye. Li gel hunermendên li Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ne tenê bi berhemên xwe, di meş û çalakiyên piştgiriyê de li kolanan li kêleka gelê xwe cih girtin û pêşengtî kirin. Bi vê boneyê huner ji qadên ewle derxistin; li hemberî zilmê huner vegerandin têkoşîn û berxwedanek bi beden, deng, vîn, berpirsyartî û wijdanî.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin” Li Rojavayê Kurdistanê gelek hunermendan ji bo parastina xak û rûmeta gelê xwe enstûrmanên xwe danîn, dest avêtin çekan, ji bo bergiriya êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd hatin meşandin, çûn eniyên şer.  Ev ne nakokiyeke bi hunerê û sekna hunermendan re. Nîşaneya wê rastiyê ye ku, ka li ser van axan hunera rast çawa tê kirin. Ji ber li ser vê axê huner ji jiyanê ne qut e; awayekî parastina jiyanê bi xwe ye.

Lewma divê sekna hunermendên Kurd a bi têkoşîna li Rojavayê Kurdstanê û çalakiyên xwedîderketina li vê têkoşînê re derketî holê ne tenê weke bijartekek estetîk, divê weke sekneke exlaqî û dîrokî bê dîtin. Ev sekneke.  Cihê xwe û rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de diyar kirin e. Ji ber di demên wisa dîrokî de an wê hunermend bi bêdengiya xwe xizmetê ji zalim û desthilatdaran re bikin, an jî wê bibin bîr û hişê civaka xwe ya li hemberî her cure serdestî û zilmê têdikoşin. Ji ber sekna wan a bi exlaq û wijdanî, helwesta wan a zana û şiyar, têkoşîna wan a hêjayî pîvanên mirovbûn û jiyana azad, em spasiya hemû hunermendên Kurd ên di vê qonaxê de mil bi milê gelê xwe di qadên têkoşînê cih girtin û rola pêşengiyê lîstîn dikin.

Daxuyani wiha bi dawî bû” Li welatê me huner awayekî berxwedanê ye. Di vê dema têkoşînê ya hebûn, maf, azadî û xwebûnê ya gelê Kurd de, dîsa erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milên hunermendan. Dibe ku cara yekê be li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di bîr û bawerî, zanebûn, sekin, vîn û giyan, helwest û têkoşîna xwe de evqas bû yek û sînorên çêkirî bi helwesta xwe ya netewî parçe û bê wate kir. Divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe bikarin vê rastiya dîrokî, daneheva ku dikare rêya bi destxistina hemû mafên gelê me veke vegerînin berhemên mezin, di hevgirtin, yek kirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê de bi her awayî rola xwe ya pêşengiyê ji vir û şûn ve jî bidomînin. Ev rol û berpirsyartiyek dîrokî, qedirbilind û pîroz e.

Li ser vî bingehî em bang li hemû hunermendên Kurd dikin ku, li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast ên Bavê Teyar danîn holê, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tevbigerin; ji bo Netewa Demokratîk û yekîtiya netewî rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurtir bilîzin û bikarin bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.