Ayşa Silêman/ Dêrik
Endamê Koma Cûdî Xalid Cûdî û rêveberê Navenda Koçerata a Çand û Hunerê Ferhan Qasim diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd e û wiha gotin: “Dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin û destkeftiyên ku bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avdan, tune bikin.”
Bi planeke navneteweyî çeteyên hikumeta demkî li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên berfireh dane destpêkirin, armanca êrişan jî têkbirina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Li hemberî van êrişên hov, gelê Kurd li her çar perîeyên Kurdistanê û tevahî seferber bû. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê gel bi tevahî çek hilgirtine û li kêleka şervanan parastina axa xwe dikin. Endamên çand û hunera Dicle li bajarê Dêrikê jî bi çek û sazên xwe berê xwe dan çeperên şer û li kêleka şervanan bûn.
Di derbarê tevlîbûna seferberiyê de banga seferberiyê û moralê gelê Kurd, endamên koma Cûdî Xalid Cûdî û Rêveberê navenda Koçerata a Çand û Hunerê Ferhan Qasim ji Rojnameya me re axivîn.
Bi êrişan dixwazin gelê Kurd qir bikin

Endamê Koma Cûdî Xalid Cûdî anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hesas re derbas dibe, hêzên dagirker bi riya çeteyên hikumeta demkî êrişên qirkirinê li ser gelê Kurd didin meşandin û wiha got: “Di van êrişên çeteyan de bajar û gundên Kurdan kirin armanc û komkujî pêk anîn. Ev êriş ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pêkir heya gihiştin Rojavayê Kurdistanê, armanca van êrişan berdewamkirina kompiloya li ser Rêber Apo ye, dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin û destkeftiyên ku bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avdan tune bike. Raste me hinek herêm berdan lê ev nayê wê wateyê ku em şikestin, berûvajî wê me biryar da ku em xetên parastina xwe di alanên Kurdan çêbikin, da ku parastina şervanên xwe ji îxaneta derdorê bikin. Lewma Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em wek endamên Koma Cûdî li navenda Dicle a bajarê Dêrikê beşdarî vê seferberiyê bûn, me endmên xwe bi çek û rext kirin û derbasî alanên şer bûn. Herwiha hemû gelên Kurd ên li seranserî cîhanê bi vê bangê rabûn û dest bi çalakî û meşan kirin. Raste koma Cûdî komek hunerî ye, lê dema bê xwestin ji bo parastina axa xwe em ê çekê hilgirin û parastinê jî bikin.”
‘Pêwîst e her kes bi erkê xwe rabe’
Xalid Cûdî axaftinên xwe wiha qedand: “Dema pêwîst bike em ê bi saza, deng û bi çeka xwe berevaniyê di ber axa xwe de bikin. Li ser vî esasî em tevlî banga seferberiyê bûn me li bajarê Hesekê him çalakiyên hunerî him jî me cihê xwe di çeperên şer de girtin. Heya 10 rojan em li bajarê Hesekê man lê dema êriş zêde bûn û ber bi herêma Dêrikê ve çûn. Me berê xwe da bajarê Dêrikê û li wir careka din em ê ekîba xwe kom bikin him bi hunera xwe ya şoreşgerî him jî bi çeka xwe em ê li kêlek keç û xortên xwe bin. Em wek gelê Kurd derbas ûna hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk di herêmên xwe de naxwazin, niha jî gelek rûniştin çêdibin heger xwestekên gelê Kurd qebûl nekirin em ê li hember wan li berxwe bidin û şer bikin. Bangewaziya me taybet ji bo ciwan û hunermendan heye, ku ciwan bi rola xwe rabin û sînorên dagirkeriyê rakin û tevlî vê seferberiyê bibin. Herwiha hunermendên Kurd jî pêwîst e bi huner, saz û dengê xwe, rewşenbîr jî bi pênûs û lênûsa xwe bibin xwedî rol.”
‘Dawiya her berxwedaniyekê serkeftine’

Rêveberê Navenda Koçerata a Çand û Hunerê Ferhan Qasim jî da zanîn ku dema seferberî hat ragihandin ew wek endamên koma Cûdî û hunermendên şoreşê tevlî vê seferberiyê bûn û berê xwe dan bajarê Hesekê û wiha got: “Em nêzî 10 rojan bi moral, coş û cesaret li wir man û tevgeriyan, di destekî me de çek û di destê din de jî sazên hunerê bûn. Helwesta me û hemû gelê Rojava diyare ku em ne aşiqê şerin, berûvajî wê em gelekî azadî û aştî xwazin lê dema ku êriş û dagirkerî bixwazin derbasî bajarê me bibin. Helbet em bi hesanî tevnagerin û em ê heye dawiyê li berxwebidin û bi serbikevin jî. Gelê ku ev 15 salan li ser piyaye û bi hezaran şehîd da ji bo parastina maf û axa xwe, helbet wê helwesta me jî di van rojan de cûda be. Ji ber yekîtiya me hat avakirin û piştgirî ji bo me hat dayîn, ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê ku ji derveyî welat re dibêjin qet ranewestin, rawestandin dijmin rehet dike, pêwîste em li qadan bin û ji helwesta xwe neyên xwar. Em wek endamên Çand û hunerê dibêjin em li ser axa xwe ne û em ê li ser jiyan jî bikin, heya dilopek xwîn hebe em ê berxwedaniyê bikin û di dawiya her berxwedaniyekî de serkeftine.”






