Navenda Nûçeyan
Şerê li Sûdanê di sala xwe ya sêyemîn de berdewam dike, di demekê de ku qurbaniyên mirovî bi awayekî bêhempa zêde dibin û tawanên bikaranîna çekên qedexekirî yên di asta navneteweyî de zêde dibin, ev yek jî pirsên nû di derbarê bandora mekanîzmayên hesabpirsînê yên navneteweyî û şiyana wan a parastina sivîlan, derdixe holê.
Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de di Nîsana 2023’an de ji ber nakokiyên li ser rêkeftinên veguheztina siyasî dest pê kir, berî ku bi lez veguhere aloziyeke mirovî ya herî mezin a cîhanê ku Neteweyên Yekbûyî wekî mezintirîn aloziya mirovî ya cîhanê bi nav dike.
Tawanbarkirinên “kîmyewî”
Di raporekê de ku li ser platforma “SpaceStack” hatiye weşandin, rojnamevana Emerîkî Holly McKay diyar kir ku raporên karanîna çekên kîmyewî, di nav de gaza klorê, di dema pevçûna li Sûdanê de hene û diyar kir ku nebûna tedbîrên astengkirina navneteweyî yên bi bandor bêcezatiyê teşwîq dike.
Raportek ku di hejmara dawî ya kovara “Fair Observer” de hatiye weşandin, destnîşan kir ku delîlên ku ji hêla pisporên serbixwe ve hatine nirxandin nîşan didin ku di şerê li Sûdanê de çekên kîmyewî hatine bikar anîn.
Raportê diyar kir ku ev tawanbar, eger werin piştrastkirin dê binpêkirineke cidî ya qanûna navneteweyî û derbaskirina yek ji xetên sor di pevçûnên çekdarî de bin, nemaze ji ber ku Sûdan alîgirê Peymana Çekên Kîmyewî ye, ku derî li ber bandorên siyasî û dîplomatîk ên berfirehtir vedike herwiha rêyên çareseriyê û hewldanên navneteweyî ji bo kontrolkirina pevçûnê tevlihev dike.
Li gorî raporê, Peymana Çekên Kîmyewî rê dide welatên endam ku di rewşa binpêkirinên gumanbar de daxwaza vekolînên meydanî bikin, lê hîn ti welatekî daxwazek fermî ji bo aktîvkirina vê mekanîzmayê pêşkêş nekiriye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku hewldanên dîplomatîk, di nav de daxwazên Emerîkayê yên ji bo vekolînan, ji aliyê artêşê ve hatin redkirin, ji ber pirsgirêkên têkildarî rewşa ewlehiyê û aloziyên jeopolîtîk.
Fikar û pirsîn
Çavdêrên vê rewşê dibînin ku nebûna berpirsiyariyê di bûyera bikaranîna çekên kîmyewî de presedanek xeternak diafirîne, pergala navneteweyî ya ku bi pêşîgirtina li belavbûna çekên qedexekirî re eleqedar e lawaz dike û peyamên bifikar dişîne herêmên din ên şer.
Di demekê de ku Sûdan di nav hevsengiyên herêmî yên aloz de cihekî hesas digire, raporên mafên mirovan hişyarî didin ku bêdengiya navneteweyî ya berdewam dikare bibe sedema binpêkirinên din û trajediya mirovî girantir bike.
Hejmarên şokker û windahiyên nehatine ragihandin
Rêxistinên çavdêriya pevçûnan texmîn dikin ku di navbera Nîsana 2023 û Cotmeha 2024’an de nêzîkî 29 hezar kes hatine kuştin, di nav wan de zêdetirî 7 hezar û 500 sivîlên ku di êrişên rasterast de hatine kuştin, lê ev hejmar tenê bûyerên belgekirî nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de, nûnerê berê yê Emerîkayê li Sûdanê Tom Perillo diyar kir ku hejmara rastîn a qurbaniyan, tevî mirinên ji ber birçîbûn, nexweşî û hilweşîna pergala tenduristiyê, dikare bigihîje 150 hezar kesan.
Lêkolînek ji aliyê Fakûlteya London ya Tenduristî ve jî gihişt wê encamê ku tenê li wîlayeta Xartûmê di nav salekê de zêdetirî 61 hezar kes mirine, ku ev rêje li gorî beriya şer nêzîkî ji sedî 50 zêdetir e.
Ji ber rewşa şer zêdetirî 12 milyon Sûdanî ji cih û warên xwe koçber bûne, di heman demê de zêdetirî 4 milyon kes li welatên cîran û di nav welêt de penaber bûne, nêzîkî 25 milyon kes bi bêewlehiya xwarinê ya giran re rû bi rû ne û li gelek deveran birçîbûn hatiye piştrast kirin.
Li kampa Zemzem a ji bo kesên bêwar li Darfûrê, ku nêzîkî nîv milyon kes lê diman, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor ragihandin ku di heyamekê de her du saetan carekê zarokek jiyana xwe ji dest dide, ku ev yek nîşaneya xirabûna rewşa mirovî ye.






