Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Hindistanî ji bo Rojava daxuyanî dan: Hêviyek di bin dorpêçê de

04/02/2026
in CîHAN
A A
Jinên Hindistanî ji bo Rojava daxuyanî dan: Hêviyek di bin dorpêçê de
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Jinên Hindistanî ji bo piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava bangî akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê kirin.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Hêviyek di bin dorpêçkirinê de” de, bang li parastina Şoreşa Jinê ya Rojava û parastina destkeftiyên demokratîk ên ku jin pêşengiyê lê kirine hate kirin.

Ev daxuyanî ji aliyê 221 îmzageran ve hate piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modêla wekhevî û demokrasiyê ya li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên herêm û cîhanê jî çavkaniyeke dîrokî ya îlhamê ye. Hate gotin ku êrîşên li ser Rojava rasterast destkeftiyên jin û şoreşa jinê hedef digirin û hate daxwazkirin ku ev êrîş bi lez bêne rawestandin.

Di nav îmzageran de gelek navên naskirî yên qadên huner, akademî, medya, mafên mirovan û siyasetê cih digirin. Di nav wan de rexnegiriya hunerê Geeta Kapur, wênekêş Nilima Sheikh, akademîsyenê fêmînîst Mary E. John, nivîskar û çalakvana fêmînîst a navdar a Amerîkayê Eve Ensler, danser û çalakvan Mallika Sarabhai, derhênerê belgefîlm Anand Patwardhan, akademîsyen Uma Chakravarty, rojnamevan Pamela Philipose û John Dayal, parlamenterê berê Jawahar Sircar, nivîskar Ram Puniyani û parêzvanê mafên mirovan Shabnam Hashmi hene.

Îmzager ji jinên xebatkarên huner û medyayê, fêmînîstan, saziyên jin, çalakvan, xebatkarên civakî, akademîsyen, hiqûqnas û kesayetiyên siyasî yên niha an berê pêk tên. Komên herî mezin jî çalakvanên serbixwe û kesên ku li qadên mafên mirovan, aştiya civakî û edaleta civakî dixebitin pêk tînin.

Aştiya mayînde bê parastina destkeftiyên jinan ne pêkan e

Her çiqas daxuyanî di dema şer de hatiye amadekirin jî, piştî pêşketinên dawî yên di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û hêzên Kurd de, rawestandina pevçûnan wek gaveke erênî pîroz dike. Lê îmzager destnîşan dikin ku aştiyeke mayînde û edalet tenê bi misogerkirina destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên gelê Kurd û jinan pêkan e.

Hate gotin ku piştî banga piştgiriyê ya 30’ê Çileyê li hemberî şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên nû momenteke siyasî ya nû ava kirine. Jinên Hindistanî bal kişandin ku divê ev pêvajo ber bi aştiyeke mayînde, edalet û demokratîk ve biçe. Di vê çarçoveyê de, daxwazên şênber ên jin û gelê Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jinên Hindistanê ve jî hatine qebûlkirin û gihandine raya giştî.

Daxwazên ku jin qebûl kirine ev in:

– Mafên ku ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di destûra bingehîn de mîsogerkirî bên naskirin.

– Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên naskirin.

– Destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên ku jin di pêvajoya şoreşê de bi dest xistine bên parastin û mîsogerkirin.

– Ji bo gelên ji ber şer koçber bûne, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, vegerandina ewle, bi dilxwazî û bi rûmet bên misoger kirin.

Di nav îmzavanan de nêzî 40 akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên mêr jî cih digirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.