Gulîstan Xalid
Êrîşa ku ji şeşê çileyê ve ji aliyê HTŞ û çeteyên girêdayi Dewleta Tirk ve li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkir û piştre ev êrîş berfereh bû û bû êrîşeke li ser tevahî ya Şoreşa Rojava û destkeftiyên şoreşê, da nîşandan ku kurd careke din bi komployeke navneteweyî re rû bi rû tê. Jiber her kes dizane ku li pişt van êrîşan gelek hêzên heremî û navneteweyî jî hene. Dîsa hesab û berjewendiyên hêza bi siyaseteke bê exlaq li ser hesabê xwîn rijandina kurdan û tunekirina wan di meriyetê de ye.
Di vî şerî de careke din rastiya hişmendiya ku hîna jî kurdan weke gelekî ku xwedî nasnameye, çande, dîroke û xwedî mafê azadiyê ye qebûl nake xuya bû. Şoreşa Rojava ku bû şoreşeke gerdûnî û ji her devera cîhanê mirov berê xwe danê elbette komplogeran ji zûve xistiye nava fikaran. Jiber ev şoreşa ku bi pêşengtiya kurdan ve hatiye li darxistin xwedî felsefeyeke ku azadiya hemû mirovatiyê diparêze û ev yek jî ji bo desthilatdar û dijminê azadîxwazan metirsîdare. Hinek dewletên weke Tirkiye ku diçin û tên dibêjin metirsiyên min yê ewlekariyê û bi vê hincetê ve hewil didin sedemên êrîşa ava bikin, metirsiyên hemû hêzên ku li piş vê êrîşê hebûne îfade dike. Metirsiya ewlekarî ya ku ew qal dikin metirsiya lewazketina sistemê ku bi sedsalan îrade û azadiya mirovatiyê binpê dikine.
Pazdeh salên şoreşa Rojava ye ku di her salekê de bi êrîşan re rû bi rû hat, lê di êrîşa vê carê de bi rastî pîlana tesfiyê û qirkirineke bi temamî di meriyetê de bû. Her kurdek li her çar parçeyê kurdistanê û li her devera cîhanê vê carê ev yek ji kûrahî ve hîs kir. Êrîşa li ser Rojava pîlanê êrîşeke topyekun ya li ser gelê kurd û şoreşa ku dengê azadîxwazan bû û ev yek bi awayeke zelal hate dîtin. Ji lewma dengê Gelê Kurd li her derê bilind bû, her çar parçeyê kurdistanê û mirovatiya azadîxwaz li Rojava bû yek. Ger ku ev pîlan gava wê ya yekê hate vala derxistin jî jiber vê sekna gel ya hevgirtî bû. Vê carê gel bi sekna xwe komplo vala derxist. Lê xeterî hîn bi dawî nebûye. Lewma ya giring ji niha û şûnve jî gel bi rihê ku hate nîşandan di nava rêxistinbûyîneke hevgirtî de be.
Di vî şerî de dîmenê du şervanan gel hev hebû, şervanek dibêje ma tehalüf (kuwalisyon) li vir çi dike, şervanek bi hêrs dibêje, kuwalisyon kiye, em hene em. Ev bersiv helwestek bû û pir bi wate bû û peyama dema nû ji bo her kurdek da. Kurd ewê tenê bi hêza xwe bawer bin û bi rêxistinbûyina xwe. Lihevkirinên demkî ku hinek li ser propoganda dikin û dibêjin ji bo yekkirina xaka sûriye û aramiya herêmê giringe, tu garantiya wê ya demdirêj tûne. Jiber ev li hevkirin em dizanin ku niha ji bo rawestandina şere û pêkanîna hesabên komplogera ku niha dixwazin berê xwe bidin hinek deverên din. Lê pêwîste her kurdek bizanibe ku dema hesabên wan qediya ewê dîsa berê xwe bidine kurdan û ewê bixwazin ku kurdan bi temamî bê deng bikin. Ji lewma pêvajoya li pêşiya me giringe ku bi baldarî û hişyariyeke mezin kurd tev bigerin. Yekbûyîn û rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin. Ancax bi vî rengî komplo bi temamî têk biçe û azadî misoger bibe.






